Dr. Nebî Kesen
Gotara ji bo Kombûna Kurdên Anatolîya Navîn li Kopenhagê, 29ê Gulana 2010an
Mêvanên hêja, hevalên delal, axêferan berî min li ser gelek babetan dîtin û pêşnîyarên xwe gotin. Niha sire hat babeta "Yekitîya Ewropayê û Kurd". Wek tê zanîn, YE di sala 1993an da biryara li ser Kirîterên Kopenhagê li vî bajarî derxist. Niha jî em li vî bajarî civînê dikin. Biryarên Kopenhagê yên YEyê him bo Tirkiyê him jî bo me girîng bûn û niha jî di rojevê da ne. Di vê dema kurt de çend aspektên girîng li vir bînim ziman. Yekitîya Ewropayê, ji çar alîyan ve bo me girîng e. Û pêwist e ku kurd xwedî helwest û projeyan bin:
- Têkilîyên Tirkiyê û YE, bi vê ra girêdayî, pirsgirêka kurd
- Sîyaseta YEya kurd û Kurdistanê
- Sîyaseta kurdan ya YE
- Koçberên kurd li dewletên YE
Eleqeya her çar aspektan bo û bi kurdên Anatolîya Navîn ra heye û divê ev jî îro bên berçav û niqaş kirin. Mixabin heta niha kurd û tevgera kurd li ser vê aspektê nesekinîn û bê konsept man. Ji alîyê din, rastîyek jî heye ku kurdên Anatolîya Navîn jî serê xwe bi vê ra neêşandin. Kêmasîyek me ya din jî dixwazim bînim ziman: kurdên ji Anatolîya Navîn yên li Ewropayê ku ji dehan salan vir de li wir dijîn, pirs nekirin ku YE, têkilîyên YE û Tirkiyê û manaya van bo kurdên Anatolîyê çi ye?
Tarîxa têkilîyên YE û Tirkiyê gelek dirêj e. Li ser vê dixwazim çend bûyerên girîng bînim bîra we. 1964an de Peymana Hevparî (Peymana Enqereyê) di navbena Yekitîya Aborî ya Ewropa û Tirkiyê da dest pê kir. Piştî 32 salan, di 1996an de Yekitîya Gumrikê çêbû. Li 1999an YE, statûya berendametîya Tirkiyê qebûl kir. Ji 2005an vir de ye muzakereyên endametîyê têne berdewamkirin. Prensîb, naverok û metoda muzakereyan ji alîyê YE ve hatin tespîtkirin. Di 35 beşên li ser aborî, hiqûq, çandî û cîvakî muzakere berdewam dikin. 18 beş ji alîyê dewletên YE hatine blokekirin. Yek beş (zanyarî-lêkolîn) temam bû û di 11 beşan de muzakere dest pê kir, lê hîn jî vekirîne. 5 beşên muzakereyan divê di dema pêş de bên vekirin. Muzakere sist û bi probleman ra gîrêdayî derbas dibin.
Ji biryara YE ya Helsînkî vir de, bi endametîya Tirkiyê ra gîrêdayî, gotûbêj li ser hinek babetan tê kirin. Ev babet bi piranî di Şertên Kopenhagê da jî bo endametîyê cîh girtine. Îxtîlafa Kibrisê ku pirsgirêkek navnetewî ye, roleke negatîf li ser muzakereyan dike. Wek tê zanîn, ji bo kurdan Şertên Kopenhagê li Tirkiyê bi temamî cîh negirtine, lê YE sala 2005an wek cih girtî qebûl kir û biryara destpêka muzakereyan girt. Ew babetên ku hîn jî di rojevê da ne, ev in:
- Demokrasî û dewleta hiquq
- Maf û azadîya mîrovan
- Rola ordîyê di sîyaseta Tirkiyê da
- Kemalîzm û îdeolojîya fermî
- Mafê kêmnetewan (mînorîteyan)
Mêvanên hêja, hevalên delal, di têkilîyên YE û Tirkiyê da, pirsgirêka kurd wek "pirsgirêkek hindurî"ya dewletê tê qebûlkirin. Di çarçeveya maf û azadîyên mîrovan de daxwazên YE hene. Ev jî bi piranî li ser xebatên sîyasî û çandî yên kurdan li gor şertên dewletek demokratîk tên formulekirin. Ji alîyê din, YE herdem daxwaza çareserkirina îxtîlafa şer anî ziman û rêya sîyasî bo vê pêşnîyar kir. Mixabin YE heta niha Tevgera Kurd wek muheteb qebûl nekir û rêxistinek wek PKK jî "terorîst" bi nav kir.
Dîtina ku di nav dewletên YE de cih girtîye ew e ku qebûlkirina mafên mirovan û kêmnetewan bo kurdan ê pirsgirêka kurd çareser bike. Sîyasetek YE li ser statûya kurdan li Tirkiyê hîn ji tune. Bi veşartî behsa kurdan wek grûbek kêmnetewan bibe jî, em dizanin ku kurd netewek in û mafê qedera xwe tayîn kirin (self-determination) heqê me ye. Pêkanîna daxwazên YE ê tesîrek pozitîf li ser rewşa hemû kurdan bilîhîze, lê pirsgirêka kurd bi temamî çareser nake.
Pêvajoya (prosesa) muzakereyan li Tirkiyê ji alîyê demokrasî û dewleta hiquq guhertinan (reforman) bi xwe ra tîne. Ji sala 2002an vir de 8 paketên mezin yên guhertinan pêk hatin. Tirkiyê wek dewletek berendam, hin jî mecbûr e ku di beşên aborî, hiquq, civakî û navnetewî da gelek qanûn û rêznameyan biguhare. Şertên Kopenhagê yên li ser sîyaset, hiquq û aborî hîn jî bi cih nebûne. Em divê guhartinan bizanin û pêşnîyarên xwe bînin ziman.
Mêvanên hêja, hevalên delal, wek tê zanîn, têkilîyên YE bi kurdan ra tune. Muxatabê YE dewleta Tirkiyê ye, lê kurd dîsa jî dikarin tesîran li ser têkilîyên duteref bikin. Çima ku biryarek Komîsyona YE ji sala 2005an vir de heye: YE dixwaze ku li Tirkiyê civata sîvîl jî di pêvajoya nêzikbûnê da rola xwe bilîze. Bona vê giranîyek xebatên YE li Tirkiyê, bi hevkarîya rêxistinên Ewropî û şaredarîyan û rêxistinên civata sîvîl ve gîrêdayî ye. Şaredarîyên bajarên Kurdistanê wek Amedê di vî warî da hinek tecrûbeyên têkilîyan kirin û ji rêxistinên YE alîkarî ji girtin. Lê ev xebat hin jî kêm in û divê pir bin. Ji salan vir ve ye hinek kurd bala du aspektan di têkilîyên YE û Tirkiyê da dikşînin. Divê li vir herdu aspekt carek din bên gotin:
Yekem: Civata kurd û Tevgera Kurd divê guhartinên li Tirkiyê yên nêzikbûna YE pirtir teqip bikin û bi pêşnîyaran kêmasîyên sîstema sîyasî, aborî û cîvakî ya Tirkiyê eşkere bikin. Bi vî awayî, kurd dikarin pêvajoya muzakereyan biguharin yan jî tesîrekê li ser wê bikin. Menfaat û daxwazên kurdên Anatolîya Navîn jî dikarin di vê çarçeveyê da bên ziman.
Duwem: Stratejîya YE ya nêzikbûna (entegrasyona) Tirkiyê, stratejîyek bo demek direj e. Tekoşîna kurdan bo mafên netewî jî yê demek dirêj hîn bê berdewamkirin. Armanc û menfaatên YE û daxwaz û stratejîya kurdan ji hev cûda ne. Lê ew nayê wê maneyê ku kurd di pêvajoya muzakereyan da bê konsept û daxwaz bisekinin. Pêşveçûna Tirkiyê ji alîyê dewletek demokratîk û hiquqî bo kurdan jî bûyerek girîng e. Maf û azadîyên mîrovan û kêmnetewan bo kurdan jî pêwist in û tevgera kurd dikare di şertên demokrasîyê de xebatên sîyasî baştir pêk bîne. Bona vê, stratejî û daxwazên YE li ser demokrasî, maf û azadîyê ji Tirkiyê bo menfaatên kurdan in.
Em hemû dizanin ku daxwazên kurdan yên sîyasî hîn jî ji alîyê dewletên din wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û endamên YE nayên qebûlkirin. Rastîyek din jî ew e ku YE bi dewetên berendam re, niqaşa pirsgirêkên netewî di hundurê van dewletan da nake. Mafê YE ya mudaxale tune. Loma divê Tevgera Kurd têkilîyên xwe li ser zanîn û esasa wê prensîba YE pêk bîne. Pêwist e ku di stratejîya kurdan de armancên nêzikî û dûrî ji hev bên cûdakirin. Armancên nêzikî yên kurdan, ji alîyê YE de jî tên ziman. Daxwazên kurdan yên tên zanin piranî li ser qebûlkirina nasnameya kurd, mafên zimanê zikmakî û çanda kurdî ne. Di çarçeveya van daxwazan da, partî û rêxistinên kurd, şaredarîyên bajarên kurd û kurdên li Ewropayê dikarin hevkarîyê bi rêxistinên YE ra dest pê kin û pêş ve bibin.
Mêvanên hêja, hevalên delal, pirsgirêka kurd pirsgirêkek sîyasî ye û çareserkirina wê di navbena kurdan û dewleta Tirkiyê da mimkun e. Rewşa kurdên Anatolîya Navîn jî bi vê pirsgirêkê ra girêdayî dikare bê guhertin. Maf û azadîyên sîyasî û çandî, di pêvajoya berendametîya YE de pir giran tên firehkirin. Statûyek bo hemû kurdan ku kurdên Anatolîya Navîn jî di nav da ne, wek kêmnetew jî nayê qebûlkirin. Bona vê, divê em rexne û pêşnîyarên xwe bînin ziman û daxin rojeva YE û Tirkiyê. A ku tê xuyakirin, hinek kêmasîyên tevgere kurd di vî warî de hene.
Di van penc salên dawî de, Tirkiyê, di pêvajoya muzakereyan da pir hindik gavên demokrasîyê avetin û YE jî "stratejîya nêzikbûnê" baş pêk nehanî. Bo gelê kurd, li Tirkiyê ji alîyê rewşa sîyasî û mafên çandî guhertinên mezin derneketin holê. Şerê çekdarî di navbena gerîlayên PKKê û arteşa tirk de dîsa dest pê kir. Daxwazên tevgera kurd hîn jî ji alîyê hikûmet û dewleta Tirkiyê nayên qebûlkirin. Bi gotinek din, di pêvajoya muzakereyan da heta niha bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu tişt nehat guhertin. YE jî di vê îxtîlafê da naxwaze rolekê bilihîze. Pirsa ku li vir em bikin ev e ku çawa kurd li ser YEyê tesirekê bikin û helwesta wê biguharin. Xebatên tevgera kurd û kurdên li Ewropayê jî bê tesir man.
Têkilîyên YE û Tirkiyê, mixabin van salên dawî ji rojeva kurdan derket. Va helwesta, ne rast e û bo menfaatên kurdan ne baş e. Pevajoya muzakereyan û stratejîya nêzîkbûnê tên çi manayê û di kîjan merhaleyê da ne, divê em ji xwe pirs bikin. 35 beşên muzakereyan di rojeva nêzikbûnê da ne û pirranîya van beşan kurdan jî eleqe dike. Partî, rêxistin û şaredarîyên kurdan divê van tiştan bizanin, xwedî pêşnîyaran bin û bînin ziman.
Tevgera kurd ji alîyê mafên kurdên Anatolîya Navîn ku ew di statûya kêmnetewek otokton (cîhgirtin) da ne, bê konsept e. Mafên kêmnetewan yên çandî (dersên bi zimanê dê, parastina berhemên tarixî û çandî hwd.) li Tirkiyê bo kurdên Anatolîya Navîn jî divê bên qebûlkirin. Bê helwest û daxwazên kurdan, dewleta Tirkiyê gavan navêje û YE jî nabe berdevkê kurdên Anatolîya Navîn. Ji alîyê din divê kurdên Anatolîya Navîn jî him piştgîrîya daxwazên tevgera kurd bikin û him jî xwedî daxwazên bo xwe bin û pêşnîyaran bikin.
Mêvanên hêja, hevalên delal, gotara xwe dixwazim bi çend pêşnîyaran bigrim:
Komîsyonek kurdan ya netewî li ser têkilîyên YE û Tirkiyê divê hebe. Pêwist e ku kurdên Anatolîya Navîn û kurdên dîaspora Ewropayê jî wek grûbekê di vê komîsyonê da cîh bigrin.
Konsûsek kurdan li daxwazên ji YE divê pêk bê. Daxwazên kurdan jî alîyê muzakereyan bên tespît û naskirin.
Medya û raya giştîya kurd divê babeta YE û Tirkiyê herdem di rojevê da bigrin û helwesta xwe eşkere bikin.
Sazgeh, sîyasetmedar û zanyarên kurd li Ewropayê divê giranîya xwe bidin vê babetê jî û tesîrek li ser partî û hikûmetên dewletên YE bikin.
Hikûmeta Herêma Federal ya Kurdistanê divê alîkarîya kurdên bakûr û daxwazan li YE bike.
Bi daxwaza serkeftina xebatên me, sipasî we hemûyan dikim ku we gotara min guhdar kir.
Her wiha, ji dil sipasî hemû hevalên amadekar yên konferansê dikim.
Bimînîn di xweşîyê da.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 46an da hat belavkirin: 2010, 24-27.