Vîjdana Mexmikê

Îhsan Türkmen

Kurteserpêhatî

Gava em 10–12 salî bûn, em ji bo hot leyîstinê car caran diçûn mehla jêrîn. Him daku em ne li mehla me bûn û him jî ew ji me baştir bi top dilîstin, me tim verê dikir û serî di ber da em vedigerîyan mal.

Ji havînan havînek, em dîsa ji bo maçeke hotê çûbûn mehla jêr. Me dest pi leyîstikê kir–nekir, Mexmik hat û go; ez ê ji we ra bibim hekem. Mexmikê li nêzikî cîhê hotê karxa neyeke xwe hebû û ew bi salan ji me pir mesttir bû. Merivekî henekhez û xweşsohbet bû. Gotina wî, ne bi dilê me bû, lê me dîsa jî go; "erê". Deh– panzdeh xulek derbas bûn bi şûnve, çi bû, kesekî li ningî yekî xist, yan ke sek li erdê ket, nizanim, Mexmikê li fîrîskê xist, go; "faul" û lêyîstika me da rawestin. Ji xorta bane Hecî kir û go; "were vira"! Hecî dengê xwe ne kir û çû li ber Mexmikê sekinî. Em li hêvîyê bûn ku, Mexmik karteke zer yan jî sor ê nîşanî wî bide – kart tune bû, lê wî rê lê bikira. Na, wer nebû. Pir neçû, em têgihîştin ku nêta wî tiştekî din e. Mexmikê destî Hecî girt, bire ber dîragî ceyrênê û ji paş ve destên wî girê dan. Hecî bi wî halê xwe dikenî, em jê pê ra dikanîn, tuyê bê qey zêrek pêva kirine. Me di serî tê dernexist, ka Mexmik dixwaze çi bike! Mexmike bi dengekî req û tirkî go; "sıraya girin!" Bi gotina Mexmikê ra kenê Hecî lê bû mûriz. Paşê yekûyek me jî mûriz kira xwe. Xofekê girti bû ser wî û ji kesî deng dernedi ket. Em bi lez û bez mîna mîhên ku li dora kurnên avê rêz dibin, rêz bûn. Mexmikê go; "rahat" me ningê xwe dirêj kir, go;"hazır ol" me ningê xwe kişand, da kêleka yê din, sîngê xwe derxist û serê xwe jî berjor kir –wekî ku me li dibistanê hewisî–. Mexmikê go "Hecî bêşeref e! ning avêt ber hevalê xwe û ew li erdê xist! Divê em cezayekî bidin wî." Piştî vê gotina xwe wî îlana cezayê ku wî ji bo Hecî birî, kir: "Heryek ji we yî şelmaqekê li Hecî xwe. Deng ne ji me, ne jî ji Hecî derket. Mexmik bûbû ferman dar, em jî leşker û Hecî jî sûcdar.

Mexmikê "Hûnê niha yekûyek Hecî şelmaq kin û dîsa werin di rêza xwe kevine. Ma şelmaqê we giran be! Kê şelmaq nekir, yan jî şelmaqa wî ne mîna şelmaqa be! ezê bi devî wî de tu kim" go; û bi destê xwe, wekî ku bêje "dora te ye", nîşanî yê serî rêze kir. Reşkê gavek avêt û çû li ber Hecî sekinî. Hîka hîka wî bû. Destê xwe rakir, bi derewa yek da ser binguhê Hecî û pê ra jî kenî. Tam here dîsa di rêza xwe keve, Mexmikê di pîlê wî ra girt û go; "devê xwe veke!" Reşkê bi dengekî ku ji yê Mexmikê ne nizim tir go; "na!" Mexmikê got; "veke", Reşkê digot "na". Mexmikê meskir ê nabe, devê xwe tijî tûk kir û tûyî serçavên Reşkê kir û pînek li qûna wî xist ew şand. Piştî kutxwarina Reşkê, çend kesên din şelmaq li Hecî xistin û Hecî kelegirî kirin.

Lê hê jî baş nayê bîra min, ka çend kesan ji me wê rojê li Hecî xist, ka min jî lêxist, yan na û mesele çing bi dawî bû. Hecî ,wê rojê girîya bû, birîndar bûbû, yan na, çiqas di bin têsîra vê meselê da ma bû? Nayê bîra min! Herwiha nayê bîra min ku ka kes ji mala Hecî yan jî ji ya Reşkê hati bûn bi derîyê Mexmikê keti bûn, yan na.

Çi mezin, çi jî biçûk, ez ne kesekî ku zûbizû qewimîyan ji bîrdike me. Lê ev mesela, nayê bîra min. Wekî xewneke nîvçe mayî û bê dawî.

Mexmikî ku wekî kesekî ku jîr û jêhatî dihate naskirin! çing keti bû vî halî û ewqas bê vîjdan bûbû û me çima bi gura wî kiri bû, nizanim! Derûnnasek wê bikanibin bi hûrgilî sebebên îtaatkirina me ya bê jêpirsîn û bêwîjdanîya Mexmikê îzah bike, lê kurikekî deh–danzdeh salî nika ne ji nav derkeve. Dibe ku sebeba jibîrkirina min a vê meselê ev e: Nikanî ji nav derkevî, bîrbike!

Di wexta kuriktîya min da têsîra vê meselê li ser min qet çê nebû û nayê bîra min ku me careke din li ser vê meselê bi kesekî din ra deng kiri be. Heta berî deh–danzdeh salan.

Piştî sêzdeh salan, cara yekê bû ku min kanî bû herim gund. Li gund, piştî roja duduya yan jî ya sisîya bû, danê nîvro sela hate xwendinê. De meka ku sela ji xeynî rojê inê dihat xwendinê me dizanî bû ku kesekî mirîye. Em çar–pênc kes li ser sokanê rûnişti bûn. Li gund çend nexweşê giran hebûn, lê ji wan kîjana? Piştî ku mele sela xilas kir, wekî edet navê kesê mirî vexwend; "Mexmikê ...... wefat kir. Xwedê rehma xwe lê bike! Ewê piştî nimîya berêvarê were çal kirin" Yê li ba min gotin; "Erê lê, ew jî giran nexweş bû, kula pîs lê derketi bû" û bi hev ra gotin "Xwadê rehma xwe lê bike."! Bi refleks ji devê min "ma neke" derket. Birayê min ku, piştî vegerîna min a bi salan şûnve ji Almanya, tim ji min ra "Tu çima ver bûyî lo! Tenkê mîna ometê bibe! Bi kurmanciya me deng'ke!" digot, mîna ku ji ber min fedî kiri be, di bin çavan li min mes kir, lê dengê xwe nekir. "Wî berî sîh salî tiştekî pir xi rab anî serê min û hevalên min. Ji ber wê jî ne li ser erdê, ne jî li binê erdê Xwedê rehma xwe li wî neke" Ez bi her du gotinên xwe poşman bûbûm, lê carekê ji devê min derketi bûn. Husikê, hevalê birayê min, wekî xwe bigihîjîne alîkarîya min go; "Xa, ya bi we iş dane kirin, ya jî hûnê eqis bûn, wî li we xist. Tuyê bê, qey serê we radaye qulê maran." Yê din kenîn, ez jî kenîm. Min xwest du gotinên di bikim lê, birayê min gihîşte hawara min: "Ka rabe, enaxtarê erebê bîne! em hêdî hêdî herin ser mezela." Ew rabûn çûn, ez bi tenê mam.

Mirov, çi jîyîye ew e û çi kiri be, ewê were rojekê li wî biqelibe. Kê digo ku, di roja wî ya herî reş da, ev meseleya nexwaş wê bê bîra min. Xweska jî qe nehatiba bîra min. Deh– danzdeh salan piştî mirina Mexmikê, ku tu hestên min yên neyînî li hemberî wî nemane, ez rûniştim, min ev nivîsa nivîsand. Li xwevegerîn û dixwederanîn e navê vê.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 28-30.