Mistoyê Heco
Û
Niha, ez xwe di nava vê neçarîyê de dibînim. Neçarîyeke ewqas mezin e ku pê difetisim. Lê ev jî sûcê min e. Min jiyana xwe bi peleke ji çiqilê xwe qetiyayî û ketî ve girêda. Min ê ji ku bizaniya ku ba wê ewqasî hov li ber min bisekine? Dinya mîna çiyayekî ji min dûr e, çi bibe jî pê nagihîjim, dûr e û herî zêde jî ev dûrbûn min diwestîne.
Ahh ba!
Çi dibû te ez bigihandima herdê?.. (ji xeyrî hestên ku dixwazin ji canê min biherikin û bikevin dîtir tiştekî min tuneye. Ewqas sivik im.) Çi dibû?.. Hestên min hemî bayî ne, li ber bayê ne. Hemî gotinên min nazik û bêserûber in. Em çiqas dişibin hev... ez çiqas dişibim wan. Peyvên ku li hewa dimînin... lingên min ên ku li herdê nagirin...
Di xewna xwe de, em bi hev re diçûn sînemayê. Li ser perdê; çol, tarî û heyv... Çol jixwe di xew de bû. Tariyê ta dixist dilê min, heyv xerîbê vê sehneyê bû (wekî te). Jixwe heyv di xewa çolê de, ji xeynî xerîbeke dîtir çi ye? Hinava min diricife. Şeqaşeqa çena min e. Ya ku xofê li dilê min dixe heyv e?
Nizanim!
Me bi hev re dikarî xwedî li heyvê derketana û ew tarî ron bikira. Min dikarî ji te re her roj name binivîsanda, nameyên mişt hesret, mişt tu, nameyên ku bi peyvên li ber bayê ketî ve hatî hûnandin, lê ev yek ji bona hestên te neheqiyeke mezin dibû. Çimkî hisên min ên seba te; li ezmanan direqisin, lingên wan pêlî herdê nakin û tu li herdê, pir dûr î. Qey dibêjî, naxwazî bikevî nav asoya xeyalên min.
Di van kêliyên dawîn de cixareyê li dûw cixareyê reş dikim. Qedeha min herdem tijî ye. Belkî bê solix bimînin û bikevim hemêza te... (çi rind dibû!) Çi bikim, hêvîya min jî ev e. Bênefes dakevim ser milên te...
Çi rind dibû! Bênefes, di hemêza te de... Piştre ji vê daxwaza xwe vedigerim. Lê ku gava ketinê dilê te biêşînim? Ev îhtîmal min diêşîne. Dilê te jî wek dilê min e, ji şûşe ye. Gava bixwaze hez bike jî dişike, wek dilê min... (... xwestina te çi dudilîyeke mezin e û ez di nav vê dudiliyê de difetisim, çimkî te dixwazim!) Ji kevirên di nav avê de kevz girtî dihesidim. Çiqas hezkiriyên wan keviran hene! Ez nikarim bi qasî wan jî bibim, bêkes û bextreş im. A rast me bi hev re ev bextreşî mezin kir. Min û te! Ev bextreşî berhema me her duyan e. Ewqas mezin e, ku têra me her duyan jî dike...
...
Û di taliyê de, di destê min de, ji xeynî soz û sondan dîtir tu tişt tune ku bidim te. (Jixwe hemû soz û sondên min li ser te ne) Û tu jî ji wan ditirsî... Belkî jî ev gotinên min xofê dixin dilê te û te ditirsînin. Belkî jî tu wan, wek gotinên reş, bêbawer û qirêj dihesibînî. Lê ew pêlîstokên min ên şikestî ne.
Reş, bêbawer û qirêj in!
Ez bi wan re wek zarokên şûm dilîzim.
Ew gotinên min in.
Ew gotin ez im.
Reş, bêbawer û qirêj!
...
Tenê û tî
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 89an da hat belavkirin: 2024, 31-32.
Wêneyê bergê: Adem Özgür