Siyarên deşta Anatolîyê

Xidir Uso

Siyarên deşta Anatolîyê, romanek di derbarê kurdên li Anatolîya xwecî ne, ji alî Muzaffer Özgür ve hatîye nivîsandin.

Muzaffer Özgür bi hinek hevalên xwe ve, ev bîst sal in ku, di derbarê kurdên Anatolîyayê de kovara bi navê Bîrnebûnê diweşînin. Ev kovar jî bi her alî di derbarê kurdên Anatolîyayê de agehdarîyên girîng dide me.

Helbet di derbarê dîroka nuh û kevin ya kurdên Anatolîyayê da, piranîya kurdan ne agehdar in. Qet nebe, ji bo demeke dîrokî, ev pirtûk agehdarîyekê dide me. Helbet nivîskarê hêja Muzaffer Özgür ev pirtûk ji serpêhatîyên bav û papîrên xwe, ji qewimandinên civata kurdên Anatolyayê pêkhatî, berhev kiriye.

Gava meriv vê pirtûkê dixwîne, meriv nahizire ku behsa civatek kurd a li welatekî bîyanî dike, meriv divê qey behsa civatek li herêmeke Kurdistanê dike. Pirtûk mîna ku di pêşgotina wê de jî tê dîyarkirin, bi zaravê kurmancî, bi devoka wê herêmê hatîye nivîsandin. Loma hin gotin hatine kinkirin û guhertin, hin kîteyên gotina berevacî bûne û hin gotinên biyanî tevlê bûne. Hin gotinên êdî li Kurdistanê civat bi kar nayne, yên resen kurdî jî hatîne karanîn.

Wek: dastandin (rawestandin), îşmar (işaret), hevşo (gov, gom), koçerî (zozan) û wekî din…

Mîna hin devokên kurdî, di devoka kurmancîya Anatolîya Navîn de jî, hin gotin ya tên kinkirin yan jî forma xwe diguherin. Mîna siwar bûye siyar; seba yan bila bûye ma;
çandin bûye çinandin; pîvaz bûye pîzav; hejmar bûye dêmjar/êmcar; biraştin bûye bijartin; dahol bûye dol; kilandin bûye kuvandin; hîkaye yan hikayet bûye hekat; zuha bûye ziya; histirî bûye sirî. Xerman: bênder; qoş: gêre; lihêf: orxan; solix: bêhn; merlix: meriv/lêzim; serîn: hênik.

Lê ji xeynî çend gotinên cuda, pirtûk bi kurmancîyek ku her devoka kurmancî têde bigehîje hatîye nivîsandin.

Pirtûk, bi sêwirandina erdnîgarî û rewşa pincar û heywanên deşta Anatolîya Navîn ku kurd lê bi cih û war bûne destpêdike. Bahsa jîyana gel a aborî, civatî û çandî dike. Gelê
kurd ku li wir bi cîh û war bûye, ji kîjan herêman çûne, ji kîjan eşîret, ber, malbat û bavikan hatine, li ku gund avakirine nivîsandîye. Behsa zordarî û xwîkîtî, serhildan kuştin û koçberkirinên dewleta Osmanî dike.

Li gor nivîskar, hemû kurdên Anatolîyayê, bi darê zorê nehatine; hin malbat jî ji ber sebebên cudareng mîna ji bo çêra pez yan ji ber nakokîyên civatî hatine, li wir bi cîh
bûne.

Şer, kuştin, dijmintî û pirsgirêk û nakokîyên navbêna êl û eşîrên kurdan de, li vir jî dem dem xwe rêdide. Têkilî, orf û edetên civata kurd bi gelek awayî dîyar dike.

Nivîskar, di pirtûka xwe de, bi hestên rastgoyê civata kurd, rewşa vê civatê ya sîyasî jî ronî dike û disêwirîne. Piştî avabûna Komara Tirk, bi înkara hebûna gelê kurd û qedexekirina ziman, dîrok, çand û hemû rûmetên netewa kurd, ew jî li Anatolîyayê para xwe ji wê înkar, qedexe, tade û zordarîyê werdigirin!

Wek civatek ji maf û azadîya xwe ya demokratîk bêpar maye, her çiqas nikare serî hilde jî guhdarî Kurdistanê ne û dixwazin bi şêweyekî alîkarîya birayên xwe yên serhildêr bikin. Dewleta mêtinkar, li herêma Anatolîya Navîn jî li hember revok û mahkûmên kurd bi xayintî tevdigere, ji bo otorîteya xwe serî li her qulp û hîleyê dide! Loma pirtûk,
bi drama darvekirina lehengên romanê, şîn û negihîştina miradan bi dawî tê.

Ev pirtûk di warê dîrok, çand û jîyana civata kurdên Anatolîya Navîn de belgeyek bêhempa ye. Gava meriv dest bi xwendina vê pirtûkê dike, heta ku neqedîne, meriv naxwaze ji dest xwe berde! Hêja ye ku her kurdek vê pirtûkê bixwîne!

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 75an da hat belavkirin: 2019, 60-61.

Edîtorê malperê: Muzaffer Özgür, mijara ku di romanê de hatine zimên di salên 90î de berhevkiriye û amade kiriye. Di salên dawîyê de jî li ser kar kiriye. Naveroka pirtûkê li deşta Anatoliya Navîn de derbas dibe û bûyêrên di romanê da jî di sala 1933ê ya li Anatoliyê, dawîya serhildanê qewimî ye. Mêrxasê romanê her sê jî, ji kurdên Anatoliya Navîn in: Hecîyê Buxurcî, Osê Bire, û Omerê Hesenko.

Özgür, di romana xwe da koçberî, eşîrtî, evîndarî û kevneşopîyên navendê; eden û huner neqşandîye.

Sîyarên Deşta Anatoliyê, ji hêla weşanxaneya APECê, di sala 2017 da li Stockholmê hat weşandin.