Memduh Selim
Mixabin li welatê kurdan, li cihê kurd lê dijîn politikayeke asîmîlas yonê/pişavtinê mezin berdewam dike. Ev politîka sed salan zêdetir e berdevam dike û roj bi roj girantir dibe. Bi giranî li ser nasnameya kurdan, çanda kurdan û li ser zimanê kûrdî, inkar û xirabiyê çêdike. Tunebûna zanin ge hên kurdan, li fermî qedexekirin û talûka ceza û hepsê xirabiyê dike. Politîkayên pişav tinê wek lehî bi ser zimanê kurdî û çanda kurdan da derbas dibe. Lê dîsa jî, berxwedaneke mezin heye. Bi qîreta şexsî, bi qîreta merivên taybet li ber wê lehîyê bendekê çêdikin. Kuvetê ji çanda kur dan ya qedîm, zimanê kurda yê dewlemend digirin.
Polîtîkayên pişavtinên qirêj, li ser kurdên dervayî welêt, bi taybetî li ser kurdên Anatolîya Navîn gelekî bandoreke xirab çêdikin. Ji sed salan vir da, ji we lat dûr, nasname û zimanê xwe parastine. Lê peşerojê talûkeke mezin xuya dike. Mem Xelikan, demeke dirêj e bi xebat û karên taybet li ber wê pişavtinê bendeke mezin çêdike. Nêzikî 30 salan li ser çanda kurdên Anatolîyê dixe bite. Bi nivîsandina kurteçîrok, hekat û serpêhatî, yaranî û henekan bi berevkirina stran û hekatên stranan û bi nivisandina gotinên mezinan û li gel wanan hemuyan bi helbestan rih û can dide çanda kurdên Anatolîya Navîn. Ji bo wê Mem Xelikan helbestvan, lekoliner û gerokê çanda taybet, çanda li rêya wen da bûnê, li ber çûyinê, rihê xwe û canê xwe kiriye bendeke pîroz.
Mem Xelikan helbestvan e, helbestvanekî hêja ye, helbestvanê xeyelan e. Helbestvanê deşt û zozanên kurdên Anatolyayê ye. Rêwiyekî kurdî ye, rewîyekî evînê û xeyalan e. Mem Xelikan, kedkarê beravkirina hekatan, stranan û çîrokan ne. Bi kurtasî, helbestvanê evinê, helbestvanê welatê xwe û xelkê xwe ye, kedkarê çavkaniyên çanda kur dên Anatolîyayê ye. Bi gotina Memê, helbesta Memê “her dem di bilûra şivanekî de dilorîne”.
Sala 1997an virda di kovara Bîrnebûnê de gelek berhemên Mem Xelîkan hatine weşandin. Jîyana kovara Bîrnebûnê da keda Mem Xelikan gelekî zêde ye. Ji bo devlemendîya berhemên çanda KAN were nasandin, ji bîrnebe, li pêşerojê bijî û pêşva here keda Memê cihekî mezin digire.
Li ba KAN kurdî nivîsandin û xwandin, ne zêde be jî van demên paşîyê destpêkir û pêşva tere. Lê bi kurdî helbest, çîrok û roman nivîsandin demên dawî da yek yek xuya dikin. Nav kurdên Anatolîyê da dema bi kurdî helbest nivîsandin tê gotin Mem Xelikan cara pêşî tê bîra meriv. Mixabin hevalên bi kurdî helbest dinivîsin tilîyê destekî derbas nakin. Mem Xelikan heta niha du kitêbên helbestan derxistin.
Pirtûka xwe ya duyemîn bi navê “Serenad” li weşanxaneya APECê hate çapkirin. Di pirtûkê da nêzî 60 helbest hene. Heval û dostên Memê ji bo wê pirtûkê rojeke destnişanê/imzayê li Ankare/ Enguruyê 04/11/2023 çêkirin. Ev roja nasandinê bi coş û kelecanekê derbas bû.
Nêziki 50 kes mîvan hatin. Mem Xelikan nêzikî saatekê ji bo mîvanan pirtûka xwe ya bi navê Serenad imza kir. Nasandin/ imza xelas bû şuva Mem Xelikan, pêşî li ser xebata xwe ya bi kurdî nivîsandinê, bi taybet bi kurdî helbest nivîsandinê axaftinek kır. Li piştî axaftinê du helbestên xwe, ji bo mîvana xwandin, bi dengekî zîz û ji kurahiya dilê xwe de. 8 Paşîyê axaftinê Mem Xelikan ve helbestvanekî kurdên Anatolya Navînî din, hevalê hêja Kadir ÇELİK ji Stockholmê, bi bîstokê/ telefonê desta beşdarê bernameya nasandinê bû. Li ser helbesta Mem Xelikan û giringîya bi kurdî helbest nivîsandinê, fikr û ramanên xwe bi axaftineke girîng anî ziman. Paşê, xwadîyê weşanxaneya APECê birêz Ali ÇİFTÇİ dîsa bi bîstokê/ telefonê desta beşdare bernamê bû û ew jî li ser helbest, kar û xebata Mem Xelikan axaftineke baş kir. Li dawîyê mîvanên hatin bernamê, li ser bi kurdî nivîsandinê, axaftinê û bi taybetî li ser helbestên Mem Xelikan fikr û ramanên xwe gotin.
Dawiye, bername bi çoşake mezin xilas bû.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 88an da hat belavkirin: 2024, 6-8.