Mehtab Îdelî
Zimanê kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Zaravayên wê em dikarin wekî kurmancî,soranî,kelhorî, hewramî,kirmanckî, lekî û lorî bi nav bikin. Zimanê me bi dehan devokan û bi hezaran peyv û gotinan di hundirê xwe de dihêwîne. Bêguman ew jî zimên dewlemend dike. Di nav de hinek peyv hene, ku di kurdiyê de wekî hev standart in.Û hinek peyv jî li gor zaravayan û devokan tên guhartin. Ez dixwazim îro li ser peyva ‘’ro’’ ya di devoka me Anatoliya Navîn ya Berfirat de û di devok û zaravayên din de çawa bi kar tê bisekinim.
Peyva "Ro" di nav kurdên Anatoliya Navîn yên kurmanc de bi çend mana bi kar tê anîn.
Mînak;
1.Ro (24 saet, Şevûroj)
Mînak: Di mehekê de 30 yan 31 ro hene.
2.Ro (Roj, Tav):stêrka ku ronahî û germiyê dide dinyayê.
Mînak: Îro ro derketiye, hewayî xweş e.
Ro îro dereng ava bû.
3.Ro (Ro, Roj):Dijraberî şevê.
Mînak: Em ê sibê bi ro herin bajêr.
Bi şev, bi ro li benda me bû, ku em werin.
4.Ro (Çem,Çemên biçûk)
Mînak: Dema çûn hiriyê bişon, av pir bû hirî bi ro de çû.
5.Ro (Lehî)
Mînak: Baran barî pez û dewarên gund bi ro de çûn.
6.Ro (Ronî, Ronayî, Ronahî)
Mînak:Em dikarin herin, her der(alî) hîn roye.
7.Ro (bi mecazî):Ji bo keda ku vala dibe, tê gotin. Li hemberî keda xwe encamek negirtin.
Mînak:
Hatin tiştên wan talan kirin, dizîn hemû kêda wan bi ro de çû.
Dema zeviyên wan ji aliyê dewletê hatin şewitandin, hemû kêda wan a salekê bi ro de çû.
Xêra bike, bi ro de ber de.
8. Robûn: Ji bo wefatkirina mirovan tê gotin.
Mînak: Ez hê biçûk bûm, bavê min ro bûbû. Diya min bî, ez û birayê xwe sêwî man.
Ro di erdnîgarî de, robar, rûbar, çemên biçûk an jî, ava ku diherrike ya ji çeman biçûktir, lê ji coyan mezintir(bi gelemperî li çiyayan peyda dibe û diherike ta digihe deryayê)
Co: Erx,ava kêm ya diherike. -Bi taybetî ya ku j baranê çêbûye û piştî demek ne dirêj dîsa diçike yan jî ava berdidin ser zeviyan.-
Wateya ''Ro'' di nav zaravayên din û li heremên din de wekî ro, roy(zazakî),robar(mînak li herema Colemergê), rûbar(soranî).
Di zimanên din de;Farisî(rûd),Pehlewî(rot),Hexamanşî(rewteh),Avestayî (rewde), Sanskrîtî(sreveti-:herrikîn), Ermeniya kevn(aru:co, cobar) û (arogem:avdan), Îrlendiya kevn sruth(ro,robar), Lîtwanî sravêtî(herrikîn), yûnaniya kevn(rêw:herrikîn û ruomos:rîtm), polonî strumien(ro,robar), Rûsî(ostrov:girav), Ingilîzî stream(ro,robar, herrik), Almanî strom(ro, robar), Swêdî ström(ro, robar)
Di vir de xuya dike, ku hemû proto-hind û ewropî ‘srew-(herrikîn;ro)
Jê
.Robar
.Robarî
.Royî
Li hinek hereman jî çemên wekî Ferat û Dijle direk bi peyva "ro" an "royî" bi nav dikin.
Mînak: Zazayên Siwêregê bi ji çemê Feratê re dibêjin ro, royî.
Wekî, di stran û helbestên Kadir Buyukkaya de derbas dibe "Vengê Royî/Dengê Feratê".
Wek peyveke serbixwe, forma standard ya zimanê nivîskî "roj"e, ne "ro" ye.
Lê di kurdiya Anatoliya Navin de, zimanê devkî û ya nivîskî de ''ro’’ ye, ne ''roj’’e.
Di kurdiya standar de, an ya nivîskî de,
Lê hin peyvan de bi peyva ''ro’’ serdest e:Minak;îro(ne îroj), nîvro (ne nîvroj)
* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 78an da hat belavkirin: 2020, 27-28.