Yek ji damezrêner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelikan, ji ber krîza dil (kalp krizi) jiyana xwe ji dest da.
Heval û dostê me Mem Xelikan, di 1956an de li Anatoliya Navîn, li gundê Qerejdaxa Konyayê ji dayik dibe. Dibistana destpêkê li gundê Qerejdaxê dixwîne, dibistana navendî û lîseyê jî li Ankarayê xilas dike.
Di sala 1975an de li Universîteya Egeyê, beşa Fakulteya Tibê dest bi xwandinê dike û di sala 1980î de mezûn dibe. Piştî mezûnbûnê, bi salan li Kulu û Enqereyê wekî bijîşk xebitî.
Mem Xelikan yek ji damezrêner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê bû. Hevalê me Dr. Mem, ji bilî nivisîna helbestan, nivisên kulturî û folklorî jî dinivîsand û nemaze ji bo kovara kurdên Anatoliya Navîn, Bîrnebûnê.
Ji bilî nivîsîna helbestan, nivîsên kulturî û folklorî jî dinivîsî. Ev salên dawî bala xwe dida klamên kurdên Anatolîya Navîn.
“Şevbider im”, kitêba wî ya pêşîn bû ku di sala 2009an de hatibû weşandin. Serenad jî kitêba helbestên wî ya duduya ye.
Xwedê rehma xwe lê bike û cîhê wî bihuşt be.
Ma serê malbatê, heval û cîrana, serê kurdên Anatolîya Navîn sax be.