Nurşen Gençağa
Ji 1997 heta 2017, bîst sal; generasyonek e... Li civîna yekemîn, paşê bî salan li civînanda hatim dîtin. Lê dûre jiyana min ez bidûrxistim, lê ez tim „peripheri“ dorûber da bûm, jê nebûm. Ev e bîst sal in, geh nêzîk geh dûr, ez tim bi Bîrnebûnê ra bûm. Wê tesîra xwe da min jî. Nîşana wê ya mezin di vê nîvîsê de, têdîtin; cara siftê ye ku ez di emrê xwe de hevqas dirêj bi kurdî dinivîsim. Min qursa îngîlîzî, almanî û kurdî xwend.Kurdîya min ji van zimanan xiravtir bû. Ev motîvasyona min a kurdî bi Bîrnebûnê ra çebû. Bîrnebûn ne tenê zimanê me yî kurdî li gundê Xalka tê dengkirin bû, ji min ra; ew rêya „xwe“, nasnameyê (Nasname-Identität) xwe lêgerin bû ji min û Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) ra.
Ev ne tesaduf e, Bîrnebûn ji alî nivîskar û rewşenbîrên KAN li derveyî welêt tê weşandin û wan kurdên ji her perçe nasdikirin û bi hev ra karê siyaseta Kurdistanî kiribûn. Ji ber vê yekê xisûsiyeta xwe KAN dikarîbûn zelal bîwînin. Mî na ku Bernhard Giesen di pirtûka xwe da sernameyekî da î; „Xerîbên li xerîbiyê: Servebûna Taybeta Netewî(Xerîb li xerîbîye li nasnama xwe vedigere“ (Die Fremden in der Fremde: die Entdeckung nationaler Eigenart) (1) Ew difikire ku, nasnameya çandî (kulturelle Iden-tität) li ser çêkirîna ferq û wekhevîyatîyê çêdibe, bi taybetî kesên li xerîbîyê di nav xeriban da vê ya hîn çêtîr diwîne.(2)
Ew kesên ku Bîrnebûn avakirin ewnê ku, ew kurd in, ferqa xwe bi tirkan û mîlletên din bi her awayî û li her platforman da, anîbûn ziman. Li nav siyaseta Kurdistanê de bi têkîlîya kurdên din ra, wekhevîyatîya xwe, ferqe xwe wek KAN ditîbûn. Kurdên li Konya, Kirşehîr, Ankara, Kayserî, û w e., li pir zuda li wir cîh bûne, tim dihatibû ziman, lê li ser wana pir lêgerîn û hûrniherîn tune bû. Ew a herî girîng ji KAN bi xwe, bi nav, bi karê xwe ew cuda nekirî bûn. Cara yekemîn min ev pirtûka Nuh Ateş (İç Anadolu Kürtleri, Komkar, 1992) da dît ku ew bi nav kirin çandî, aborî, dirokî lekolînakî peyda kir. Ew nîvîsa Heci Erdoğan li rojnameya Özgür Gündemê da weşandibû pêş karê Bîrnebûnê bû û ew bi xwe navbavê Bîrnebûnê ye. Navê „Bîrnebûn“ wek yekî ji der ve bê: „bîrnebûn, bîra me da neketin.“Bi wî awayî navekî ne cûda ye. Ji ber ku kovar ji KAN bi xwe û ser xwe derxistî bûn, „me bîrnekir, em wenda nebûn“, hîn li şûnê ne. Tê bîra min me li ser vê, di civînekê da kûr û dîrej niqaş kir, me biryar da ku bimînîn li ser navê „Bîrnebûn“. Ji ber kovar bi vî navî hatîbû naskirin û pejirandin, me gotinek nedîbû, ku maneya kî ne „ji kesên ji der ve“, lê „ji bixwe“ bide.
Nasnameya çandî (kulturelle Identität) ji xwe berê nê meydanê, ew bi awayekî cîvakî tê çêkirin. Çêkirina nasnameyê bi rastî hevhatina kesên „der ve (biyanan)“ bi ferq dest pê dike. Dûra bi lêgerîn, dîtin, çêkirin û zêdekirina wekheviyatîya „xwe“ (em) re, tê holê. Wekhevîyatî civateke bi destan yan mirovê dînî, yan hukumdarîya siyasî, yan leşkerî, yan rewşenbîr û ê din ra, dikare çêbe. Van grubên civakî, kêmkirina ferqa nav xwe yan pir kirina wekhevîyatî bi desta qeydên, urf û edetan, merasîman (Rituale) tînîn cîh, wek yek zimanekî dengkirinê, bi wî zimanî klamên sitranê, kincên wek hev li xwe kirin, yan ambleme xwe dakirin. (3)
Çêkirina nasnameya çandî li her milletan xisûsi ye; mînak, li Tirkiyê bi destên leşkerên elît ra, yan niha li Ewrûpa bi destên hukumdarîya siyasî û rewşanbiran ve, tê çêkirin.
Kovara Bîrnebûnê li çêkirina nasnameya me, Kurdên Anatoliya Navîn ra şunekî taybetî digirê.
Ew kovara yekemîn bû, li rêya me ya „xwe“ lêgerinê da; rêya me çêkirina nasnameya kollektîfî de kevîrê mezin da cîh. Kovara me ya din Veger paşda derket. Ew heyecana kesên ji bo weşandina Bîrnebûnê ra komîhevdu bûn tê bira min.
Di nav me de însanên ji her bîrûbawerîyên dînî û sîyasetên cuda hebûn, lê gîştik rewşenbîrên ji kurdên Anatoliya Navîn bûn. Ew rêya ku lêgerîna bersîva pirsa min a
„em kî ne, ji ku û kîngê, çima hatinî Anatoliya Navîn?“ ez kişandibûm van cîvinan. Baş bû ku ez di daweta kekê Nuh Ateş de beşdar bûm. Bi dîtina min ew hewceya min Bernhard Giesen dîsa baş tîne zimên; „Ji nasnameya ferdî (individuelle Identität) re nasnameyeka kollektîf şert e. (4)
Ew kesên kovara Bîrnebûnê derdexin, emegê wan ji me ra pir bi qîmet e. Li rê ê nasnamekî kollektîf ji me ra; kurdên Anatoliya Navin ra, şansê me ye ku ew bi dest rewşenbîrên me çêdibe û ewna gîşt ne mîna hevdû ne. Ji ber vê yekê nasnameya ji dest wana da çêdibe hîn zêde unîversal e, fireh e. Pirsa me kurdîyatîyê ve girêdaye. Kurdên li her pêrçe ê le xisûsiyetê me hene, ku em wana bixwe derhinî holê, ne tirkên Anatoliya Navîn ne kurdên Kurdistanê li vir wek me dijîn.
Kemasî hene? Hene, rê direj e?, direj e, lê em bi xwe rê de ne. Bi wî awayî ez 20 salîya Bîrnebûna me pîroz dikim. Ew rêya me ya nasnameya çandî lêgerinê da, ew dimê yan namê nizanim, le ew rol â xwe ji niha da awa kir, ji bo vê ez wek kurdeka ji Anatoliya Navîn, reşwan û xalîkan sipasîyeka mezîn, silavên germ ji rewşenbîrên me yên vî karî dikin re dişînim.
Jêrenot
1. Giesen, B. (1993), s.98
2. Kulturelle Identität beruht auf der Konstruktion von Differenz und Gleichheit im Hinblick auf fraglos geltende Grundlagen der Verständigung. Auf ganz elementare Weise wird diese Differenz zwischen innen und außen in der Begegnung mit Fremden konstruiert, die scheinbar offensichtlich anders sind, andere Kleidung tragen, andere Sprachen sprechen, andere Speisen essen und fremde Embleme tragen. In dieser Begegnung mit dem Fremden wird die eigene Zughörigkeit zu einem Kollektiv besonders deutlich erfahren. Dies verstärkt sich gelegentlich noch zu einer doppelten Fremdheit, wenn man den Fremden auf einem Gebiet begegnet, auf dem auch diese fremd sind. Giesen,B. (1992), s.131.
3. Auch wenn sie den Mitgliedern einer Gemeinschaft als elementar und natürlich erscheint, ist kulturelle Identität nicht natürlich gegeben, sondern wird in bestimmten Situationen von bestimmten Trägergruppen sozial konstruiert.. hier vor allem für Intellektuelle als Architekten und Träger einer kulturelle Identität Europas... Kollektive Identität beruht nicht nur auf der Erfahrung von Differenzen und Grenzen zwischen innen und außen, sondern auch auf der Überwindung interner Verschiedenartigkeit und der Herstellung von Gleichheit und Gemeinsamkeit. Die gleiche Zugehörigkeit zu einer Gemeinschaft ist eben nicht natürlich gegeben, sondern muss sozial konstruiert und immer wieder bekräftigt werden. Eine zentrale Stelle bei der sozialen Konstruktion von Gemeinschaftlichkeit nehmen Rituale ein. Die identitätsstiftende Kraft von Ritualen beruht nicht nur auf ihrer Gleichförmigkeit, sondern... Giesen, B.(1992),s.134.
4. Die kollektive Identität der Gemeinschaft bot dem freigesetzten und unruhigen Selbst einen festen und unüberbietbaren Stand; erst auf dieser Grundlage konnte sich individuelle Identität bilden und entfalten. Giesen,B.(1999), s.11.
Çavkanî
Giesen Bernhard, Nationale und kulturelle Identität, 1992, Suhrkamp Verlag: Frankfurt am M.
Giesen Bernhard, Die Intellektuellen und die Nation,1993, Suhrkamp Verlag: Frankfurt am M.
Giesen Bernhard, Kollektive Identität, 1999, Suhrkamp Verlag: Frankfurt am M.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 69an da hat belavkirin: 2017, 13-16.