Li ser Şêxbizinên Haymaneyê û koka navê wan

Nuh Ateş

Kurd li Anatolîyayê li ser herdêkî mezin bi cî û war in. Lê ku meriv mêla xwe bide nava Anatolîyayê, xwesma dorberê paytexta Tirkîye, Enqereyê û deşta Konyayê dê bibîne ku 3 navend li wê derê hene, te bibejî mohra Kurdan li ser e: Haymane, Cihanbegli (Hespîkêşan, Înevî), Çîçekdagi (Mecîdîye, Çîçek). Haymane qezaya Enqere ye, Cîhanbeglî ya Konya ye û Çîçekdagi jî ya Kirşehîrê ye. Ku navê van her sê qezayan tê heldan, li ba Tirkan jî hema Kurd tên bîr û berçavên wan.

Ji van her sê navendan ya kevntir û navdartir Haymane ye. Ji sê eşirêtên mezin yên li van navandana yek jî eşîra Şêxbizinî ye. Piranîya Kurdên Haymaneyê Şexbizinî ne. Şexbizin navê eşîreteke (Konferderasyoneke) mezin û kevn e. Ew ê di pey barkirin û rêwîtîyeke dûrûdirêj va hatiye li nava Anatolîyayê êwrîye û li wir hatiye bicihkirin.

Her çiqas li ba Kurdên Anatolîyayê tevgêra eşîrtîyê ji hev de ketibe û teybet û rabûn û rûniştinên eşîrtîyê hatibin bicihîştin û gûhêrtin jî navên wan man e û ew di navxwe da hîn bi navê eşîrê tên heldan û naskirin.

Heta niha di kovara Birnebûnê da di pir nivîsên ji hev cihê da hayadarî li ser Şêxbizînan hatin belavkirin. Helbet hîn pirs û mijarên ku li ser lêkolin çêbibin hene, nimûne, li ser nav, tarîx, ziman û foklora Şêxbizinan.
Bi vê nivîsê merema min ew e ku çavkanîyên li ser Şêxbizinên Haymaneyê û xizmên wan yên Li Kurdistanê û cihên din bidim naskirin û çend nimuneyan ji navaroka van pêşkêş bikim. Ji vê wê da jî pirtir dixwazim ditin û mitaleyên ku di heqê navê Şêxbizîn da hatine belavkirin bidim ber hev û hur li wan binêrim û hen tiştên nû bidim ser. Lê berê gerek e ku sewa xwandevanên xerîb yên ku hay jê Şêxbizinên Haymaneyê nene çend malumatên pêşkêş bikim.

Şêxbizinên Haymaneyê

Nehîye û gundên Şêxbizinan: Ji 86 gund û nahîyeyên Haymaneyê 52 Kurd in yan jî Kurd lê dijinin. Û li 33 yên ji vana Şêxbizin lê dijinin. Gundekî Şêxbîzînî bi ser Polatliyê û 4 gundên Şexbizînîyan jî bi ser Kuluyê va ne [1]. Nahîya mezin ya Şêxbizinî Yenice (Gozgoz, Sindiran) ye û navê wê yê kevn Şeyhbizinli bû. [2]

Hejmara gund û nahîyayên Kurdan bi ser Haymaneyê va berê, hetanî çaryekê sedsala bîstan yê pêşî hîn pir bûn. Hen jî wana di pey guhêrtinên îdarî va bi ser qezayên Polatli, Bala, Gölbaşi (Enqere) û Kuluyê (Konya) va hatine berdan [3].

Hejmara Kurdên Şexbizinî li Haymane û derdora wê bi tehmîn kêmtir di ser 20 hezarî ra ye [4].

Kanên debarîyê, Jîyana sosyal û rabûn û rûniştinên civatî: Mîna Kurdên din yên li nava Anatolîyayê, li ba Şêxbizinan jî binyada dewlemendî û debarîyê, di destpêkê da xwedîkirina pêz û têcirîya berên wê, goşt, herî, rûn û penêr bû. Di dûy va wan dest avêtin çandinîyê, pirtir jî rişandina genim, cêh, nîsk û kuşne. Lê ji salên 1950/60 î pê da, ji ber xerawbûna şert û îmkanên cotkarî û çandinîyê, pir ji wana sewa xewn û omdîya debarîyeke baş, pez, zevî û gund bicihîştin û barkirin çûn navanda Enqere û qezayên wê. Di serî da, wan li wir debara xwe bi paletîya di bazarxaneya Enqereyê ya sebze da dikirin. Hen ji wan hîro li wir xwedanê kar û kargehên xwe ne. Ji Şêxbizinan henan jî berê xwe dana welatên Ewrupayê, Elmanya, Awisturîya û Danemerqa [5].

Çavkanîyeke kevn li ser kurdên Haymaneyê Geoge Perrot yê frensî ye. Ew di sala 1861 an da çûye Haymaneyê û li gundên Kurdan jî gerîyaye û li ser jîyan, debarî û rabûn û rûniştinên wan yên hîngê nivîsandîye. Di hen cihên nivîsên xwe da wer dibê:

“Kurdên Haymaneyê ji demeke dûrûdirêj ve ev gava dawîn ji jiyana koçberîyê ber bi jiyana dêmanîyê û xwecihiyê avêtine. Wan ji xwe re xanî avakirine, lêbelê ew hêna herdem xwedîye konên xwe ne. Li tevayiya Anadolê, pir kêm eku mirov hemû serdemên salê li bin zikê xaniyekî bibihurîne. Piranîya gundên deştê havînan diçin havîngehan, di nava çîyan da li qonaxa deh an panzdeh saetan, ew diçin yayla (…) Ew tenê ji bo xwarina xwe hinek cêh û genim diçinin. (…) Bi rastî hesp, ez û dewarên ku ew xwedî dikin dewlemandîya wan e. Ew dewarên xwe li Îstenbolê, li Îzmîrê, li Trabzonê difiroşin. Keriyên ku ew li ber xwe ji Haymanayê ta Konstantinoplê bêrawestan dajon nêzikî çel rojî bi rê va dimînin. (…) Ez paşê li gundên din bêtir matmayî mam gava min dît ku jinên rûvekirî dihatin beşdarî civaka me dibûn. Wekî ku di axaftineke giştî de jingundîyên me li Fransayê dikin, jinên kurd jî di nava mêran de, li mala ku em lê bûn rûdiniştin. (…) Desthilatîya tirk bi nermî bi Kurdan re dide û distîne. Ji aliyê bacê û leşkergiriye, ew di rêya serokên wan an begên wan karê xwe encam dide û tucarî daxwaz û niyazmendiyên xwe bi xurtî najo ser wan. (…) Li Angorayê, navûdengê Kurdan derketiye ku ew ji dizîtiya xwe ne têr dibin, ne jî dixwestin û xuya ye ku ev navûdeng ne biderewan li wan hatiye kirin. (…) Bi wî dilê saf û sade ku Odiseyos, qehremanê kiteba Homeros, pesnê dizîtiya xwe ya dervayî dike, Kurd jî bi wî dilê saf pesnê dizî û rêbirrîya xwe dikin..." [6].

Çavkanîyeke din ya biyanî Mark Sykes yê îngliz e. Ew ji di sedsala 19 an da li nav Kurmancan û li Kurdistanê gerîyaye. Di berhema xwe ya li ser eşîrên kurmancan da cih daye Şêxbizinan û hen meziyet û teybetên Şêxbizinên li Kurdistana İraqê yên wê demê heldide. Ew î wer dibê:

"4000 mal in. Eşîreke mezin û şerxwaz e, hêrişkar û bejî ye. Bi dizîya xwe tê naskirin. Siwarîyên bê hemsal in. Weqas bi heş in ku sileha Martînî ya Henry bixwe çêdikin. Zivistanê li gundan û biharê li kêleka gundan di konan da dijinin. Li meha hezîranê, ji helnana ber bi şûn da bi keriyên xwe va berbi hudûdê Ecem dikişin û li Îlonê yan jî ku pir germ dibe hîn dereng vedigerin...." [7].

Guman heye ku ji awayê bilêvkirinê hen dîtin û gotinên Perrot û Sykes, xwesma yên di derheqa dizîtî û şerkarîyê da, wekî pêşhukim bên fehmkirin. Ji bîrnekin ku şan û şeref, avakarî û şerkarî, wêrekî û tirsekî, jîrekî û dizekî, meziyet û teybetîyên han li gorê dem û şertan kêm û zêde li ba her xelkekî hene.

Ya rast ew e ku ji nav Şêxbizinan cihêmêr yan mêrxasên binavûdeng derketine. Bi tirkî ji wana ra "kabadayi" tê gotin. Kurmancê Enqereyê Ahmet Turgut yê ku bi naznavê bi tirkî "Kürt Ahmet" nas û navder e yek ji wan e û hîro xwedîye pir kargeha ye. Ew bi eslê xwe kurdê şêxbizinî ye û ji Haymane/Yenice ye. Di ber wî jî mêrxasê Enqere yê rehmetî, Cemal Coşar yê kû bi naznavê "Kürt Cemalî" navdar bû, bi eslê xwe Kurdê Şêxbizin e û ji Bayburt/Gümüşhanê ye. Ew di sala 1962 an da, bi destê cihêmerê tirk yê ku bi navê Dundar Kiliç nas e, hatibû kûjtin [8]. Teybetiyeke kesên han ew e ku ji xizan, xerîb û bêkesan ra destfereh û xêrxwaz in. Lewma ew nas û navdar in û rewayî naznavê cihêmêr yan mêrxas tên dîtin. Di nav meşhorên Şêxbizinan da, di hen çavkanîyan da navên wekî Bedrettin Dalan (serdarê kevn yê bajarê Stembolê), Selahattin Duman (rojnamevan) Bülent Ulusu (Serokwezirê Tirkîye yê kevn) tên heldan [9]. Rast e ew e meşhor in, lê ji hêla xwaztin û parêztina heq û hukukên Kurdan yên milî û kulturî da bê xêr û bê kêr in. Şêxbizinên ku sewa heq û daxwazên Kurdan bi xîret kar û xebat dikin û kirine jî hene. Nimune, şexsîyetên wekî Hatice Yaşar, Şevki Özkan, Mehmet Özkok û Vahit Başaran yê mirî [10]. Ji aliyê bawerîyên olî da Şêxbizinên Haymaneyê muslimanê şafî û çend komên xwe jî henefî ne.

Eşîr û qebîleyên Şêxbizinî: Cuînet eşîra Şêxbizinî li ser van bavikan parve dike: Xorasanî, Hevedanî, Herfodanî, Jîrdikîyanî, Lêranî û Nosalanî [11]. Wî "li" ya tirkî pê paşiya navên eşiran va kiriye û ew, nimune wekî "Herfodanlı", "Lêranli" binavkirine. Ji vê binavkirinê meriv têdigihê ku dev û çavkanîyên ku wi malumet li ser vê mijarê jê wergirtine tirkî/osmanî bûne. Lewendî ji devê Demîr, kurdekî Şêxbizinî li Parîsê navê du eşîrên mezin yên Şêxbizinîyên Haymaneyê neqil dike: Hesenî û Silênî (Silêdnî) [12]. H. İ. Uçak li gor gotinên kurdên Şêxbizin yên Hamaneyê Şêxbizinîyên Haymanayê li ser du tayfeyan parva dike: Palanî û Kerkukî [13]. Uçak bixwe kurdê Haymaneyê ye û qasî ku ez pê dizanim, yekem kurdê wê heremê ye ku li ser Haymaneyê û Kurdên wê derê lekolîn kiriye. Lê çi heyf e ku wî di kîteba xwe da nexwaztiye yan newêrîye ku navê eşîrên Kurd li Anatolîyayê bi nasnameya kurdî bilêvbike û qala ziman û kultura wan ya resen bike. Li vir, dixwazim bibîrbînim ku di cedwelê eşîrên Kurdên Kurdistana İraqê da navê Şêxbizinîyan wekî eşîr bi awayê Şêx Bizeynî li navçeya Xanekîn û Kerkuk Gavurkale" li Heymaneyê ji dema Hîtîta de maye û navê Palanî jî wekî eşîreke li navçeya Xanekîn derbas dibe [14].

Şêxbizinî kingê û ji ku derê hatine Haymaneyê û li wir bicihbûne? Bersiva pirs û mijarên han hîn bi awayekî zelal nehatiye kifşkirin. Di navbera hayadarîyên di çavkanîyên ji hev cihê da li ser vê mijarê lihevnehatî heye. Hütteroth dibê, Kurdên Şêxbizinî ji wî ra gotine, ew di salên 1800 û 1810 an da li Haymaneye bi cî û war bûne [15]. Niviskar û sîyasetvan Hatîce Yaşar, bixwe kurdekî Şêxbizinî ye, dibê, Şêxbizinî di dema hukimdarîya Abdulhemîd da li Haymaneyê hatine bicikirin [16]. Li gorê hen çavkanîyan jî Şexbizinî di sala 1514 an da hatine li haymaneyê bi ci û war bûne [17]. Ez dirêj nekim, li gorê çavkanîyên di destê min da Şêxbizinî 200 yan 300 salî yan jî 500 salî di ber vê li Haymaneyê bi cih bûne yan hatine bicihkirin. Li gorê agahdarîyên ku M. Sykes dide, Yavuz Selîm ew ê ji Kurdistana İraqê (Kerkuk/Xaneqîn) ajotine nava Anatolîyayê [18]. Li ser pirsa Şêxbizin ji ku derê hatine Haymaneyê jî dîtinên ji hev cihê tên pêşkêşkirin, yanê lihevnehatî heye. Hen kes dibên ji Kerkukê û Paluyê (Elezîz), hen jî dibên ji Bedlîs û Sêrtê hatine. [19].

Zarawayê Şêxbizinî

Şêxbizinî li gundên Haymaneyê û li navenda Haymane û Enqereyê tê dengkirin. Lê wî ji bend û derbên asîmîlayonê çiqas zîyan dîtîye û hîro di çi halî da ye em pê nizanin, li ser vê mijarê di dest me da tu lêkolîn tunin. Ji alîyê zarawanasîyê da li ser şêxbizinîya Haymaneyê nivîs û lêkolin pir kêm in. Mehmet Özkök di nivîse xwe ya ku min li jor qalkirî da li ser zarawayê Şêxbizinî dawestîye. Mahmûd Lewendî pirtir serê xwe bi zarawayê şêxbizinî ra êşandîye û hur û kur li teybetîyên vî zarawayî nihêrîye [20]. Ew di vê lêkolîna xwe da zarawayê şêxbizinî bi zarawayên din ên zimanê kurdî va dide ber hev û li dawîye digehe wê encamê ku zarawayê şêxbizinî ji zarawayê kurmancî, hewramî-goranî û dimilî bêtir nêzikî zarawayê soranî/mukrî, erdalanî, lurrî/beyreyî (feylî) ye. Lê jî hêla tawandina fiîlan û bi karanîna zamîran da ew î nêzikî soranî ye. Ji alîyê peyvan va jî pirtir nêzikî feylî/lurrî ye [21]. Di eslê xwe da erdalanî û mukrî ji jêrzarawayên kurdîya başûr (soranî) in. Erdalanî li Senendejê (Îran), mukrî li Mahabad û Bukan (Îran) tê dengkirin [22]. Li ser zarawayê lorî/feylî (jê ra Lurî jî tê gotin) dîtinên ji hev cihê tên pêşkêşkirin. Hen çavkanî lorî di nav kurdî da heldidin û hen jî wî bi ser farisî da dihesibînin [23]. Welatê Loran, Lorîstan li ser herdê Îranê ye. Feylî (Pehla) jî berek ji Lora ye û li İraqê dijinin û xwe Kurd dizanin. Li wir, cihê bibîranîyê ye ku li gorê Şerefnameyê Şêxbizinî bi eslê xwe digêhin Kurdên Lak (Lakî, Lekî) [24]. Îzady zarawayê lakî teve zarawayên goranî yên bingehî, hewramî, kirmanşahî û kelhorî heldide û goranî û dimilî jî digêhine pehlewanî. Goranî/Hewramî di wexta xwe da zimanê Qiraltîya Kurd ya Erdalanî bû û li herêmên wekî Merîvan, Hemedan, Kirmanşah, Xaneqîn û Mandelîyê zarawayê serdest e. Senendej (Sine) paytexta Qiraltîya Erdalanî bû. Neslê Mirên Erdalan digêhe Fermanrewayên Dîyarbekirê, Merwanîyan [25]. Îzady dibê, lakî pir di bin tesîra lorî da maye û hîro li herêma Îlam (Êlam), Gelan û Pahla (Îran) û li navberê Semsur û Ceyhanê û li herêma Edeneyê jî tê dengkirin [26].

Cih û war û xizmên Şêxbizinan

Kurdên Şêxbizinî, ji Haymaneyê (Tirkîyê) bigre hetanî Xaneqînê (İraq) û ji wê jî hetanî Îlamê (Îran) li coxrafyake pir fereh belav bûne. Mezinahîya vê kevneşîrê bi ferehîya herdê ku ew li ser va lihevhati ye. Ci û warên ku Şêxbizinî hîro lê dijinin bi yekbiyek heldanê teva nabin. Navên wan di desteenexşa li jêr da hatine nîşankirin [27].

Destenexşa Lewendî jî bi me dimêrîne ku koma Şêxbizinan pir mezin e û li coxrafyake fereh belav bûye. Lê ku kom mezin bû, ciran, xizm û mervatî ji pir dibin. Vê cara jî ji nav derketin û ji hev derxistina wan çetin dibe. Ji hayadarîyên li ser ziman û zarawayan derdikeve pêş ku di navbera Şêxbizinan û Kurdên Lor, Lak, Soran/Mukrî, Goran, Hewraman, Kelhor, Erdalan da xizmtî û merivetîyeke nêzik heye. Va jî di lêgerîna li nav, nasnameya û kevnewarên Şêxbizinan da şop û nîşaneke bi kêr e. Nêziktîyeke weng di navbera wan da ji alîyê cografyayê de jî heye. Ji nexşeyan wer xuya dike ku herd û herêmên ku ew li İraq û Îranê lê dijinin bi ser hev va ne. Ji ber jî ji gumanan ne dûr e ku ji hêl û mêla êşîrtî û ejdadî da jî nêziktîyek di navbera wan da heye.

Navên ku pê Şêxbizinan va hatine kirin û bingeha wan

Ciranên Şêxbizinan yên Kurmanc wan pirtir bi navê Şêxbizin nas dikin. Kurdekî Şêxbizinî, bi navê Şewqî dibê, em li ba xelkê xerîb xwe bi navê Kurd û zimanê xwe jî bi navê kurdî didin naskirin. Ew dide ser û dibê, lê li ba Kurmancên cîran em ji xwe ra dibên, Şêxbizin û ji zimanê xwe ra jî dibên, şêxbizinî [28]. Balkêş e ku navê bi awayê Şêxbizin yan Şêxbizinî tenê yan pirtir li Tirkîyê û Kurdistana Tirkîyê derbas dibe. Di Şerefnameyê (wergera tirkî: M. Emin Bozarslan) da bi du awaya, Şêxbizinî û Şêxbizeynî, lê di wergera kurmancî (weşana apek) da bi awayê Şêxbizinî derbas dibe [29]. Di destnivîsên Şerefxan da wer hatiye nivîsandin yan ji wergevana wer nivisîne, em pê nizanin. Bi heldana Lewendî, Kurdên Iraq û Îranê navê Şêx Bizenî û Şêx Bizênî bikar tînin. Ew dide ser dibê, navê Şêxbizinî di eslê xwe da ji Şah Basnî yê tê [30]. Îzady awayê Bazaynî, Bezanî û Bezeynî bikar anîye [31]. Dr. Mikaîlî dibê, ji wan ra Şixbizin/Şeyhbizinli tê gotin û Kurdên herêmê wan wekî Şaxzînîya jî bi nav dikin û ya rast jî va ye. Bi dîtina wî cih û warê esas yê ku Şêxbizin jê hatine Xaneqîn û dorberê we ye. Li wir ew, bi gotina wî, bi navên Şêxzînî/Şeyh Bezenî tên nasîn. Binyada vî navî jî, li gorê ku Dr. Mikaîlî helnaye, digihînin navê Şeyh Huseynî. Di çerxa zemên da, ew hatiye guhêrin û bûye Şêxzînî [32]. Hen kes û çavkanî jî navê Şêxbizin digihînin navê herêma Bazan/Bazeyan/Bazîyan û gotinên Bazin û Bizin [33].

Aşkere ye ku li ser koka navê Şêxbizin û awayê bilêvkirina wî dîtin û mitaleyên ji hev cihê hene. Hen ji wan, xwesma yên ku koka navê Şêxbizin digihînin gotina bizin û bazin, bi merivan va mîna lihevanîyan tên. Hen jî ji cihêta mêrandina delîl û çavkaniyan da sist in. Lê hemahema gîştên wan li ser girêdana navê Şêxbizin bi herêma Bazeyn ya li Kurdistana İraqê va hemfikir in. Bi heldana Şemseddîn Samî herêmeke (qesebayeke) bi navê Bazyan heye û ew 30 kîlometrî li bakûrê rojavayê Sancaxa Silêmanîyê dikeve [34]. Di cedwelê eşîran yê ku Îzady amadekirî da, warê eşîra Bezeynî (yan Şeyh Bezeynî) li eynê herêmê, li navbera Erbîl û Kerkukê hatiye nîşandan [35]. Gumaneke ji aqilan ne dûr e ku wê herêmê/qesebayê navê xwe ji eşîra Bezeynî yan Bazyan helnaye.

Bazyan, Bazeyan, Bazîyan, Bazeynî, Bezeynî, Bizeynî, Bizêynî, Bizênî...

Mimkun e ku koka van navan gîştan yek be û ew jî Baz be û ji Baz jî Bazî> Bazyan>Bazîyan>Bezeyn>Bazeynî>Be zeynî> Bizeynî>Bizênî peyda bûye. Di pir çavkanîyan da meriv raste navê Baz tê. Di çavkanîyên erebî da navê Badh/Bath Baz derbas dibe. Îzady dibê, wextekê (bi tehmîn salên 1200-1300 î da) li rojavayê Azerbacanê û çîyayên Sabalanê eşîreke Kurd bi navê Badh bi cih û war bûye û ew eşîra hîro bi navê Baz û Bazaynî dijine. Vê eşîrê di wexta xwe da navê xwe li qesebaya Badh kiriye [36]. Qesebaya Badh paytexta peşrewayê tevgêra huremîyê, Babek bû. Navenda serheldana Babek (816) li Azerbaycanê keleya Baz bû [37]. Yekî ji eşîra Badh di sala 983 an da, li Ahlatê (Xelat) li bakûrê gola Wanê û derdora wê xanedanîyekê ava kiriye. Paşê va xanedanîye mezin bûye û li ser hîmên wê dewleta Merwanî (983-1085) hatiya venan. Îzady dibê, eşîra ku xanedanîya Badh jê peyda bûye, hîro li Kurdistana Başûr û Kurdistan Rojava bi navê Baz û Bazaynî dijine [38].

Şopeke li ser navê Baz dihere digêhe eşîra Kelhor. Kelhor eşîreke mezin û navdar e û li ser herdê Zohabê (Îran) hetanî Mendelîyê (İraq) dijine. Hêlek ji wan li Erdalanê ye. Celîlê Celîl ji Lerch heldine dibê, Kelhor ji du serîyan peyda dibin: Şahbazî û Mansurî û dide ser dibe, Kelhor bixwe tevê Goranê Lak dihatin navkirin [39]. Di çavkanîyeke din da navê Şahbaz wekî Şabaz derbas dibe. M. Emîn Zekî ji Rawilson heldine dibê: "Eşîreta Kelhurê gelek kevnare ye. Hejmara wan 20 hezar malan zêdetir e. Nîvê wan di nav Îranê da û nîvê wana ê din jî li çîyayê Zagrosê li cîyê wan ê berê ye dijîn. Ev jî du qebîle ne: Yekemîn Şabazî ne û nêzikî 8 hezar mal in, li Kirmanşan, Mahîdeşt û Mendel dimînin.."[40]. Şahbaz, Şabaz mimkun e ku di eslê xwe da Şah Baz be. Eger wer be, hîngê meriv dikane wekî gumaneke din pêşkêş bike ku Şah Baz di çerxa zemên da hatiye gûherîn bûye Şêxbizin, Şah bûye, Şêx û Baz jî bûye Bizin: Şah Baz>Şah Bazî>Şah Bazîyan> Şeh Bezîyan> Şeh Bezeyn>Şeh Bizeyn>Şêx Bizin. Şêx navek e lê naznavekî olî û civati ye jî. Kurdê Şêxbizinî, Şewqî dibê, li ba Şêxbizinan Şêx tune, mele heye. Ku wer be, hîngê va jî gumana ku pêşnavê Şêxbizin, Şêx ji Şah peyda bûye piştrast dike. Şopeke li ser navê Baz digihê dem û dewrana Babîlonyayê. Di çavkanîyekê da qala xanedanîyeke bi navê Bazî tê kirin.Tê gotin ku ji Xanedanîya Bazî 3 qiralan li Babîlonyayê di pêy hukumdarîya Xanedanîya Deryayî û berî hukumdarîya Xanedanîya Elaman hukumdarî kiriye [41].

Berî Elaman hukumdarîya Babîlonyayê di destê xelkê entîq Kasîyan (Kasu, Kassît) da bu û wan 400 salî hukumdarîya babîlonyayê kiribûn. Hîngê mimkun e ku Bazî berek ji xelkê Kasî ne. Li gorê hen çavkanîyan, di strandina hevîrê ku xelkê Kurd ji çebûyî da Kasî jî xwedî par in [42].

Jêrenot: Kîteba Şoreş Reşi ya li ser navê, "Dîro-ka Kurdên Koçber" I û II, Çavkanîyeke li ser Şêxbizinîyan e jî . Mixabin ev dereng, ku min nivîsa xwe xelas kir bi şûn da, kete destê min. Lewma dixwazim bi vê jêrenotê mêla xwendeva-nan bikşînim ser vê çavkanîyê.

Çavkanî

[1] Mehmet Özkök, Haymana Şeyhbizinlari üzerine, Bîrnebûn Hejmar. 4, r. 14 û Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 81, M. Şîrîn Dag, Kulu Kürtlerî, Bîrnebûn 3, r. 23 û Dr. Mîkaîlî, Îkî Kîtap, Bîrnebûn 37, r.55-56
[2] Enver Yurtdaş, Hamdî Çeker, Faîk Coşkun, Dünden Bugüne Yenîce ve Şeyhbizinlar, ISBN 975-288-525, r.9
[3] Çavkanîya berî vê, r. 11.12
[4] Nuha Ateş, Îç Anadolu Kürtlerî, weşana Komkar, 1992, r. 48-54, Rohat Alakom, Orta Anadolu Kürtleri Litertürüne Bir Katki, Bîrnebûn 8, r. 69
[5] Mehmet Özkök, Haymana Şeyhbizinlari üzerîne, Birnebûn 4, r. 16, 19 û Enver Yurtdaş, Hamdî Çeker, Faîk Coşkun, Dünden Bugüne ..., r. 23, 24
[6] Georges Perrot, Kurdên Haymanayê, weşana apec, werger: Fawaz Husên, r. 33, 34, 43, 49, 50, 51
[7] Mark Sykes, The Kurdish Triebs of The Ottoman Empire; The Journal of The Royal Antropological, Institute Great Bratin and İreland, 1908, r. 455, wergera ji îngilizî: Eva Karlovics û Nuh Ateş
[8] M. Bayrak, Keşanli Ali mi Kürt Cemali mi?, Bîrnebûn 25, r. 81-84 û Ahmet Fatih Yilmaz,
Ankara/Altındag Şeyhbizinlari, www.seybizin.com, wergirtin: 1 ê Adarê 2009
[9] Enver Yurtdaş, Hamdi Çeker, Faik Coşkun, Dünden Bugüne Yenice ve Şeyhbizinlar, r. 9
[10] N. Ateş, Muzaffer Özgür, Kürt Ulusal Mücadelesinde Orta Anadolu Kürtleri, Bîrnebûn 19, r. 24,25,26
[11] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 79, 82 û Seyyah Kandemir, Haymana ve Bala Kürtleri, Bîrnebûn 7, r. 39
[12] Çavkanîya berî vê (Ç.b.v.), r. 97
[13] Halîl Îbrahîm Uçak, Tarîh Îçînde Haymana, 1986, r. 151
[14] Mahmud Azîz Hesen, Kurteyek Le Mêjûy Hozî Caf û Basî Hendek Le Tîrekanî, 1985, Silêmanîye, r. 7-10 ; Transkripsiyon: Mahmud Lewendî, Bîrnebûn 4, r. 64- 65
[15] W. D. Hütteroth, Ländliche Siedlungen im Südlichen İnneranatolien in den Letzten Vierhundert Jahren, Heft 46, 1968, Üniversität Göttingen, r. 45-49
[16] Rafet Balli, Kürt Dosyasi, İstanbul, 1991, r. 83
[17] H.Î. Uçak, Tarih İçinde Haymana, r. 151
[18] Li ser vê mijarê li van çavkanîyan jî binêre: M. Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3,
r. 82, 97 û Rohat Alakom, Orta Anadolu Kürtleri, weşana apec, r. 69 û Dr. Mîkaîlî, İki Kitap .., Bîrnebûn 37, r. 52 û Mark Sykes, Thê Kurdish Triebes of The Ottoman Empire; The Journal of The Royal Antropological İnstitute Great Britain and İreland, 1908, r. 481
[19] Enver Yurtdaş, Hamdi Çeker, Faik Coşkun, Dünden Bugüne..., r. 9-11 û
[20] Mahmûd Lewendî, Kurden Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 80-96 û Bîrnebûn 5, r. 86-99
[21] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 79, 80, 89
[22] Amîr Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, avesta, r. 80-81
[23] Ç.b.v. r. 79
[24] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3 , r. 82
[25] Şerefxanê Bedlêsî, Şerefname, weşane apec, r. 128
[26] Mehrdad R. Îzady, Kürtler, weşana Doz, r. 308-310
[27] Li van çavkanîyan jî binêre:Şerefxan Bedlêsî, Şerefname, weşana apec, r. 158, Celılê Celîl, XIX. Yüzyil Osmanli İmparatorllug´unda Kürtler, Öz,Ge, r. 21, 24, 29, 61, 75 û Cevdet Türkay, Osmanli İmparatorluğ´unda Oymak, Aşiret ve Cemaatlar, Kaynak Eserler Serisi: 1, r. 154, 700
[28] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 97
[29] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 82 û Şerefxan Bedlêsî, Şerefname, weşana apec, r. 158
[30] Mahmûd Lewendî, Kurdên Şêxbizinî, Bîrnebûn 3, r. 82
[31] Mehrdad R. Îzady, Bir El Kitabi Kürtler, Doz, r. 102, 168, 171, 173, 177
[32] Dr. Mikaîlî, Aşiretler Raporu`nda Orta Anadolu Kürtleri, Bîrnebûn 21, r. 64: Jêrenota Dr. Mikaîlî bi nîşana DM
[33] H. İ. Uçak, Tarîh İçinde Haymana..., r. 151 û Enver Yurtdaş, Hamdi Çeker, Faik Coşkun, Dünden Bugüne Yenice ve Şeybizinlar, r. 5-6 û Rohat Alakom, Kurdên Anatolîya Navîn Li koka xwe Digerin, Bîrnebûn 20, r. 21
[34] Şemseddin Sami, Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürtler, weşana Deng, r, 65, werger: M. E. Bozarslan
[35] Mehrdad R. Îzady, Bir El Kitabı Kürtler, Doz, r. 171
[36] Çavkanîya berî vê, r. 102
[37] Arşak Poladyan,VII.-X Yuzyıllarda Kürtler, Öz-Ge, r. 45.
[38] Mehdad R. Îzady Bir El Kitabi Kürtler, r. 107, 109
[39] Celîlê Celîl, 13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd, Înstîtuta Kurdzanîyê, Wien, r. 63
[40] Şerefxan Bedlêsî, Şerefname, weşana apec, jêrenota C. Rojbeyanî, r. 520
[41] Reallexikon der Asyriologie, erster Band, Hrsg. Ernest Jacob Eberlin, Bruno Meissner, 1978, r. 440
[42] Cîgerxwîn, Tarîxa Kurdistan, 1, Roja Nû,1985, r. 69 – 72 û Dr. Cemşid Bender, Kürt Tarihi ve Uygarlığı 2. Baskı, Kaynak Yayınları, 1991, r, 17-26

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 41a da hat belavkirin: 2009, 23-32.