Li ser daxkirinê

Altun Başaran

Berê li gundan îmkan wek îro tunebûn. Wexta ku zar nexweş diketin jinan wekî doxtori dikirin, bêpere hem ji gundê xwe ra hem jî ji gundê dorpaş ra xizmet dikirin. Tabikî ne her jinekê. Bi taybetî kesên ku destê wan bi berdewamîyê ev kar dikir. Yek ji van jinan jî li gundê Altilarê, bi navê Hava Ehmed hebû û karê daxkirinê girtibû. Wexta ku zarok bi zikêşî(vijikî) dibûn diçûn ba Hawa Ehmed. Wê li argûnê xwe ar dadida. Dûstan texist ser agir û du ra pêçiya xwe şil dikir, di rejayê dida îşareta xaçê li ser zikê wan, li hun-durê destan, li binê ningan û li ser eniya wan di-da. Kirş dişkêna, di ser wan ra davit û digot: der-basî be! Dûra diya kurika destmiz didayê. Ji dilê wan da çi dihat ew didayînê.

Wexta ku bûk li çavî însanekî dihat, diçûn ba jina ku bi pismamê xwe re zewicî ye. Porê wê jinê li çavê ku bûk lêhatî didan û ew bûk li çavan wenda dibû.

Dema mîrîstan li laşê yekî dihat ew jî bi hebê cê tev didan, li ser dixwendin û derbas dibû.

Wexta ku yek ditirsî, diçûn bend kolaç dikirin, sê caran, car bi car kut tebû, di vir da xayî dikir ku çiqas tirsiye.

Wexta ku bi zerikê diketin çîr texistin nav mizê didan ber sevrika (stêrk) sê şeva û dûra sê siba li xwerinî sê kefçî vedixwarin.

Wexta ku bi nexwaşiya hespira diketin, di nav genim da hespir dibijartin bi mûjan va li hev diqelibandin û didan nexweş. Ev nexwaşiya pê derbas tebû.

Bavê min ji ”kirik/çiqikan” fahm dikir û ji bo wê jî jê ra digotin ”qirikçî”. Wexta yekî junîyê xwe dişkeşt, siftê yê bi sabûnê rind mista û bişûşta, di dûre cawî ecer dîna mûj li ser cêw lê-dixist ew mûşana bi dûre didan ser juni. Dukana xwe hebû. Sandiqên loquma dema boş tebûn ew dixelandin û mujên li ser cawêkî ecer lêtexist ew dixistin ser birînê. Bi wan textên sandiqên loqu-ma pê jûniyê jikeştî dipêça.

Ji bo xwedêdana zaroyan jî li her gundekî yek an du pîrejinên zana hebûn. Dema xwedê-dana zarokan diçûn ew jinana wek ”ebe” dînan. Li gundê me yeka bi navê Fata Soslî hebû. Keçika wê jî ji dayika xwe hîn bûbû, bi xwe alîkariya xwe dikir, dargûşa xwe bi xwe tîna dunê. Navê wê Rahma Osmên bû. Her salekê zarek tîna dunê. Li gund baxên me li hemberî hev bûn. Di nav baxê wan de kaniyeka ku jê ra digotin ”kani-ya bi qapax” hebû. Ew bi ducanî bû. Sanciyan da ser, li kêleka ava vê kanîyê dergûşa xwe anî dunê. Ez wê wextê dehsalî bûm. Qet ji bîra min naçê ku wê jina bi cesaret bi serê xwe tenê li kêleka vê kaniyê, di wê çolê de dergûşa xwe anî dunê. Ew xweya bû bi hazirî hatibû. Piştî ku dergûşa xwe anî dunê, bi xwe bi cîletê navika dergûşê birî bi dêzî girêda. Hevalbiçûka xwe xist. Herd kola û hevalbiçûk kir herdê. Dergûşa xwe pêça, koç kir. Wê ew xûn û xezira xwe şûşt, dergûşa xwe xist berbanga xwe û çû mal. Bi rê da xweliya ku mişkî kûr derxistî bi xwe re heyna, li mal ew xali-ya germ kir, hen li ser paçan kir û pê dergûşa xwe qindax kir. A mayîn jî di bind xwe re kir, dergûşa xwe kire hembêza xwe û raket. Diya xwe Fata Soslî hate malê jê re gewolek çêkir û da ber.

Erê, jîyan berê li gundên me weng bû. A niha tu nikarî li wan gundana însanên weha bibînî!


*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 40î da hat belavkirin: 2009, 39.