“Kurdên Anatolîya Navîn hê jî zimanê xwe diparêzin”

Adem Özgür

Hevpeyvînek bi Dr. Mem Xelikan re

Kurdên Anatoliya Navîn ku tê payîn di navbera salên 1750-1800an de ji Kurdistanê derketine û ji vê herêmê re hatine mişextkirin, wek kurdên Xoresan, Kafkasya û yên deverên din, li hember biyanibûn, pişavtin û binpêkirinê her çend ji welat dûr bûbûn jî berxwedane û rihên reseniya kelepora kurdîtiyê ajotine, ew parastine û gihandine heta îro.

Kurdên Anatoliya Navîn her wiha ji bo çand, ziman, huner û dîroka xwe arasteyi nifşên nû bikin jî, di 20 salên dawî de hewl dane ku wêjeya kurdî bigeşînin û zindî bihêlin.

Bi vê mebestê 19 sal in kovara Birnebûn derdixin û li dora vê kovaré dicivin. Yek ji niviskarê vê kovarê jî Dr. Mem Xelikan e. Mem Xelikan nivîskar û helbestvanekî kurdên Anatoliya Navîn e. Di dest pêka kovara Birnebûnê de heta niha bi dehan hevpeyvîn, nivîs, helbest nivisin e, lêkolîn pêkanîn e.

Mem Xelikan ji BasNûçeyê re axivî û got: "Em 20 sal in li ser çand, huner û diroka Kurdên Anatoliya Navîn lêkolînan dikin. Çandek dewlemend heye li ba kurdên Anatoliya Navîn. Xortên me jî dixwazin lêkolînên dirokî, çandî û hunerî bikin û êdî destên xwe têxin binê kevir."

"Bîrnebûn bîra me belav dike"

Lêkolîner û nivîskar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa destpêka niviskarîya xwe û da zanîn ku wî di Birnebûnê de dest bi niviskarîyê kiriye. Xelikan di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser destpêka Birnebûnê û wiha axivî:

"Birnebûn di sala 1997an de derket. Me çend hevalan bihîstibû ku (Li Konyayê li navçeyê Kuluyê) li derveyê welat çend hevalan hewldaneke xwe heye ku ji bo kurdên Anatoliya Navîn kovareke çandî, hunerî û lêkolînê biweşînin. Em bi wan re ketin tekilîyî û me bi çend hevalan ji Kuluyê, ramanên xwe bi nameyekê ji wan re şand. We demê hevalên me gotin, ji bo kurdên Anatoliya Navîn kovarek pêwist e. Hevalên li Ewropayê dijîn xebatên xwe qedandin û li sala 1997an Birnebûn li Almanyayê bi hejmara xwe ya yekemîn hat weşandin. Ji hejmara yekemîn şûn da, kovar bi alîkarîya Weşanxaneya APECê li Swêdê hat weşandin. Wê demê hevalên me yên bi kurdî dinivisîn ne zêdebûn. Ji bo wê hejmara yekemîn û çend hejmarên din nivisên piranî bi zimanê tirkî derketin."

"Di çend salên dawî de li ser kurdên Anatolîya Navîn xebat tên kirin"

Mem Xelikanê ku lêkolînerê çand û kultura kurdî, ji me re eşkere kir ku wi heta niha ji Birnebûnê re gelek gotar amadekirine û ew li ser karê xwe berdewam dike. Her wiha Xelikan amaje bi wê yekê kir ku di van çend salên dawiyê de li ser kurdên Anatolîya Navîn xebat birêve diçin, ev jî ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye. Xelikan wiha behsa xebatên xwe kir:

"Min di kovara Bîrnebûnê de, hevpeyvîn çêkirin. Stranên kurdên Anatoliya Navîn berhevkirin, metelok, gotinên pêşiyan, wêje berhevkirin û nivîsandin. Her wiha min li ser nifirên kurdên Anatolîya Navîn jî nivisî. Çi ji destê min hat, ez wê ji bo kurdên Anatolîya Navin dikim û xebatên min sedî sed li ser wan in. Van salên dawî yê, medyaya kurdan, partî û saziyên kurdan bi dîrok û jiyana kurdên Anatolîya Navîn re eleqedar in. ji bo kurdên Anatolîya Navîn weşanan dikin û lêkolînan çêdikin, ew min dilşa û kêfxweş dike.”

"Çîrokên me gelek in"

Li aliyê din Mem Xelikan bal kişand ser kurdên li bajarên din ên weke Kayseri, Çorum, Yozgatê jî û tekez kir ku wan weke kovara Birnebûnê hêj berê xwe nedane wan û divê ew li ser kurdên vê herêmê kar bikin. Her wiha Xelikan, destnîşan kir ku kurdên Anatolîya Navîn li herêmeke mezin belavbûne ev yek jî rê li ber wan vedike ku çîrokên wan tomar bikin û mijarên wan naqadin.

Xelikan wiha berdewam kir: "Car caran çend hevalên me jî digotin, "dawîya misyona me hat". Lê ne wusa ye, ev gotina ne rast bû. Ez wusa difikirim ku hệ pir tiştên me nenivisîn hene. Kurdên Anatoliya Navîn koloniyeke mezin e, li ser axake berfireh dijîn. Em zêdetir kurdên Kırşehir, Enqere û Konyayê hevdû nasdikin; Sêwas, Kayseri, Çorum, Çankırı, Kırıkkale û li derdorê din jî kurd hene. Divê em wan jî nasbikin û li ser wan jî lêkolînan bikin. Ji ber vê yekê, mijar qet naqedin."

"Ziman nasnameya mirov e"

Her wiha Xelikan ragihand ku her çend gelek sal di ser koçberbûna wan a ji welat re derbasbûbe jî zarokên wan ji kal û pîrên xwe ferî kurdî, çanda kurdayetiyê bûne û ew li ser pîya hiştine.

Xelikan, destnîşanî bi girîngiya kurdî kir û wiha pê de çû: "Asimilasyon li ser kurdan zêde ye. Kurdên Anatoliya Navîn jî ji bo polîtîkaya pişavtinê hatin koçberkirin. Dagirker û serdest, dixwazin ku ziman û çanda wan bidin ji bîrkirin. Astengîya me ya mezin ev e. Kal û pîrên me hê jî zimanê xwe ji bîrnekirine. Ji ber vê yekê divê em jî vê miratê bidomînin. Zimanê kurdî zimaneki pirr dewlenend e. Kurdên Anatoliya Navîn 100-200 sal zêdetir e li vir in. Çanda xwe bi salan dayîne jiyandin û parastin. Ew, ji dewlemend bûyîna zimanê kurdî ye. Zimanê dayika me, nasname û hebûna me ye. Dixwaze em bi zimanê xwe bifikirin, biaxivin binivîsin. Li sûkan, li kûçe û kolanan, li mal; li derê jiyana me bi zimanê me be, bi kurdî be ku em wê çandê û nasnama xwe biparêzin. Her wiha min gava din jî got ku bandora pişavtinê zêde ye. KomKurd-An ji bi misyonek wisa ava bû. Bi rastî kurdên Anatoliya Navîn bi salan zimanê xwe parast; hê jî bi zimanê xwe diaxivin, bi ziman û çanda xwe, bi kurdayetîya xwe dijîn. Çîrokên xwe bi zimanê xwe kal dikin, henekên xwe bi zimanê xwe dikin. Lê mixabin piranî yên me, nikarin bi kurdi bixwînin û binivîsin. Armanca me yek jî ewe ku, li komaleyê em ê, bi qûrsên zimên endamên xwe, bi kurdî bidin xwendin û perwerde bikin."

*Va hevpeyvîna, di BasNûçeyê da hat belavkirin: 28 Adar – 04 Avrêl, 2016.