Nesrîn Bayram
Hînek dem, hînek wêne hene ku ji bîriya meriya naçin. Îsal li dardorên gundên me mêla(bala) min çû ser çand tiştan. Min jî xwest ku ez wan çavdêriyên xwe vê carê bînim ziman. Meha tîrmehê ez û malbata min ji bo dîlaneke li gundê Kutuga(Kütükuşağı-Cihanbeyli-Konya) hatibûm dawetkirin. Ez û çend heval û hevrêyan bi erebeyên xwe em sibe amade bûn. Wek ku bûye adet em hemû kes ketin rêzê û me da dû hev. Gava ku ez, dayika xwe û xwûşka min li ber çarşiya Eşpîyeyê li benda birayên xwe û çend kesên din dawestîbûn, Reşo, Muzaffer, Ali û Gültekin bi malbata xwe ve tev li me bûn. Di wê gavê de yekî ji wan got: "We bihîst! We bihîst!... qezayek li pêş me bûye. Bila giran bajon! Bi ber hevdu mekevin!"
Lê ez bi xwe li Danimarkayê çend caran bûm şahîd ku ew kesên şîretan dikin, bi xwe ji bo ku bi ber bikevin bi qusûr dajotin. Min dilê xwe de got: „Wek hercar em ê dîsa li vegerê têkevin peşbirkê“ Siftê Muzaffer, dû wî de jî ez, Reşo, Ali û Gültekin... rêza erebeyên me wisa çêbû û em bi rê ketin. Konvoya me gelek bi tedbîr bi 80km sûrat berdewam kir. Qeza ji hemû kesan re bi rastî ji bû şîret. Li ser rîya Încovê (Cihanbeyli-Konya) zevî, traktor û mirov wek wêneyekî xweş ketin ber çavên min. Di dilê min de derbas bû û min got: “Xweskek ez niha şuna dawetê biçiyama cem wan mirovan û min sohbet bikira”.
Bi wan xeyalan em ji Încovê derbas bûn, li kêleka rê bi ser fabrikayek ve min kon ditîn. Bala min gelek çû ser wan konan. Min ji dayîka xwe pirs kir: “Ew kî ne dayê?”Dayîka min got: “Ew xerîb in, kurd in, ji bo kar hatine vir.” Ha, min got, gere ez bi wan re deng bikim. Dayîka min got: “Wextê ku em vegeriyan, em ê biçin cem wan.” Em bi tûtikên ereban hatin ber mala bûkê. Lê belê dawet hîna dest pê nekirîbû. Li Kûtika muzîkvan gelek kêm bûn û di meha tîrmehê de ji dawet pir in. Diviyabû ku em li benda muzikvanan rawestiyana, heta wan li daweta din bûk derxista. Ev bû sedemek baş ji min re. Ez û dayîka xwe em li erebê siwar bûn û me berê xwe da konan. Dema ku niha ew mirov tên bîra min, tilîyên min dicirifin. Wan konan, hatina me kurdên Anatoliyê anî ber çavê min.
Havînan gelek kes di wê reyê re bi mercedesan derbas dibin. Li alîyekî rê, di binên malên Încovê de li kêleka rê ew konên xizanî û xeribîyê, li aliye dinî rê jî pozbilindî û qonaxên dewlemendan! Ez bawer dikim yên ku serlêdana wan konên xerîban dikin û xatirên wan dipirsin pir pir kêm in. Lê gava ku dapîr û bapîrên me hatine wira yunanan alikariya wan kiriye! Eee bila em jî xwe bi misilmantiyê bipesînin! Em naxwazin tazîbûn û bîrçîbûna wan bibînin. Ew mirov ji ber şer û xizaniyê perîşan in. Ji Mêrdînê, ji Urfayê..., kurd, ereb, asurî yan jî tirk... kî dibe bila bibe, wek mirovan jîyan mafê herkesekî ye. Em kesên ji Ewropa tên, em tenê li taştê û nîvro bi sed qaymî xwarinê dixwin. Ew mirov li ser terlayê, sibe heta êvarê bi bîst qayma kar dikin! Rewşa konan jî dilê min î ku zîz bûye destûrê nade ez li vir binivîsim. Daxwaziya min ew e ku herkes bi xwe biçe halê wan bibîne û eger mumkûn be alîkariyê bi wan re bike. Sewap ne ew e ku ji bo xêra dê û bavên xwe piştî xwendina mewlûdê sêsed qaymî têxe beriya îmaman. Xêr ne alîkariya ji bo saziyên wek “deniz feneri”yê ye! Kes nizane ew xêr diçin kuderê lê xêrxwaz xwe pê dipesînin!
Ew xizan, şeş mehan di wan konan de per û perişan dijîn ji bo ku rizqên zarokên xwe bi hevgîne. Belkî hinek bêjin pera qezenç dikin, lê ew pereyên kebaban qezenç nakin, tenê qezença wan terî bulgurê wan dike. Hinek ji wan li ser riya gurbetê, hinek jî li ser riya mala xwe dimirin. Dibe ku hinek ji qezença xwe jî nikarin bixwin. Derdê me jî bes qonax li kêleka qonaxan çêkirin e û wekî din jî em di qîreta dawetên musrif de ne, lê mixabin dibe ku ew zewac sêh mehan jî najo. Gotina min ew e ku em careke din li ser vî wêneyê kon û qonaxan bifikrin.
Danimark
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 52yan da hat belavkirin: 2012, 17-18.