Adem Özgür
Lêkolînerên Danîmarkî Jimmy Andreasen û Iben Niegaard di sala 1985an de hatibûn gundê Celikan (bi tirkî Kirkpinar, Kulu-Konya) û belgefîlmeke girîng kişandibûn.
Jimmy Andreasen û Iben Niegaard ku me bi rêya Arîfê mala Mehmedê Hecî Ranê xwe gihand wan, ji me re behsa dema hatina gundên Kurdan, çîroka kişandina belgefîlmê û dîtinên xwe kirin.
Di dawiya salên 1970 û destpêka salên 1980an de, her du kesan di rêzebelgefîlma bi navê “Zarokên di navbera du cîhanan de” (Barn af to verdener) qala çîroka koçberên ji Pakistan, Tirkiye û Yugoslavyaya berê kiribûn.
Fîlm, hin zehmetiyên aîdbûna du çandan nîşan didin. Li gor derhêneran zarokên koçî Danimarkayê kirine him Danimarkî him jî Kurd in.
Belgefîlm ji van beşan pêk tên:
1. "Ramadan i Danmark"
2. "Familien i Pakistan"
3. "Man skulle tro de var født i Holstebro"
4. "Landsbyen i Tyrkiet" (Beşa li Kirkpinarê)
Di beşa Tirkiyê da çîroka Remo (13) û Neclayê (12) tê nîşandan. Remo û Necla bi malbata xwe ve li Danîmarkayê dijîn û li havînê terin gundê xwe. Di fîlm da tê xuyakirin ku Remo û Necla diyariyeke didin pîrika xwe, bi hevalên xwe re dilîzin û wexta xwe bi hesretê derbas dikin.
Dokumenterên Danîmarkî dibêjin, koçberên mêr ên ku li Ewropayê bi cih bûne, di destpêkê de dixwestin vegerin welatên xwe, lê ji ber guhertina şert û mercan, gelek ji wan vegera xwe paş xistin e û di dawiyê de malbatên xwe jî bi xwe re anîn e.
Andreasen û Niegaard, serpihatiya xwe ya li Kuluyê veng anîn zimên:
“Wê demê hejmareke mezin a ji karkerên mêr ên ‘biyanî’ pêk tê, ji Pakistan, Tirkiyê û Yûgoslavyaya berê ji welatên xwe derketin û berbi Ewropayê hatin. Heman demê gelek karkerên bîyanî hatibûn Danimarkayê jî. Karkerên ku hatin vê derê, biryara xwe dabûn ku êdî li van welatan bimînin û dû re hêdî hêdî malbatên xwe bînin vê derê: (Çend salan bi şunda) Hevjîn û zarokên wan hatin Danimarkayê. Va yeka ji bo me bû bingeh û me xwest em li ser vê yekê lêkolîneke bikin.
Me dest bi projeya rêzêbelgefîlmên ku çîroka koçberîyê dike, kiribû.
Hesreta kokê xwe
Me belgefîlmek bi navê ‘Zarokên di navbera du cîhanan de’ çêkiribû. Di vê belgefîlmê da me qala zarokên di nava du çandan de dimînin, dikir. Va belgefîlma me, ji çar beşan pêk dihat. Wek mînak, malbateke Kurd/Tirk ji gundê Kırkpınarê (Kulu) bûn, wan berîya çend salan koçî bajarê Holstebro yê parêzgeha Jutland, Danîmarkayê kiribûn. Va malbata di betlaneyeke havînê de çûbû Kırkpınarê. Em jî bi wan re çûbûn gundê wan.
“Serpêhatiyek û ezmûnek mezin bû”
Çîroka ku em qal dikin, bo zarokên Danîmarkî jî tiştek nîşan dide: Zarokên bîyanî di nava du welat, çand û cîvakan da çing têne xuyakirin? Lêkolîna me bi alîkariya hin mamosteyên tirk û pakistanî yên li Danîmarkayê û bi hevdîtina bi malbatan re hat kirin.
Çûyîna me ya gundê Kirkpinarê, serpêhatiyek û ezmûnek mezin bû. Beşek ji gundîyan li Danimarkayê dijîn, beşek ji wan jî li gund bûn. Hinên wan piştî çend salan vegeriyan Kirkpinarê. Di nav wan de mixtarê gund jî çend salan li Danîmarkayê mabû û paşê biryar daye ku vegeriyê gundê xwe.
Hê jî tekîlîya me bi wan kesan re heye. Em di wê belgefîlmê de li ser karaktera Remo û Necla sakinîbûn.
Me ji wê demê û vir ve karekî wiha nekir.”
Xebateke antropolojîk
Xêr ji sînemageran gelek rojnamevan, lêkolîner û wênegir jî li gundên Kuluyê geriyan e û li ser entegrasyon, koçberî û jiyana çandî lêkolîn kirin e. Lêkolîner û wênegirê Danîmarkî Niels E. Pedersen ku di sala 1986an de hatiye Celika (Yeşilyurt) yek ji wan e.
Pedersen da zanîn ku wî û hevjîna wî gundê Celikan, Xelikan, Kozanli (gundê Tirkan), Şereflî û Bulduk ziyaret kirine.
Pedersen ji me re qala gera xwe kir:
“Ez û hevjîna xwe li bakurê Kopenhagê dijîn. Di sala 1986an de, em her du jî li bajaroka Avedøre ya Kopenhagê bi koçberên Tirkiyê re dixebitîn. Ji ber ku gelek koçberên ji Tirkiyeyê li vê derê dijîn. Hevjîna min li dibistana herêmî, bi navê Enghøjskolen mamoste bû û ez jî li pirtûkxaneya herêmî, bi navê Avedøre Bibliotek, pirtûkxanevanê zarokan bûm. Yanê me herdûya jî zarokên bîyanî nasdikir. Hevjîna min di dibistanê de ders dida wan û piştî dersan dihatin serdana min dikirin.
Ya rastî hevjîna min xwedan perwerdehiya antropolojîya civakîyê bû û piştre bûbû mamoste. Loma meraqa wê zêdetir bû û wê dixwest ku welatên van zarokan bibîne. Dixwest here Tirkiyeyê, Anatoliyê bibîne ka jîyana zarok û malbatên wan çing in, ew dê çi dikin… Biya min jî fikreke baş bû.
Me herduyan jî ji karê xwe îzin girt û em çûn Tirkiyeyê. Em du meh û nîv li rojavayê Tirkiyeyê geriyan. Me helbet Stenbol, İzmir, Kuşadası, Antalya, Konya, Enqere û Behra Reş dît. Me li nêzîkî Eskîşehîrê serdana mamosteyên tirk kir (Me hevdû li Fethiye nas kir). Lê me sê hefteyan li Kulu û derdora wê derbas kiribû. Em li gundên wekî Karacadag (Xelikan), Kozanli, Kirkpinar (Celikan), Serefli, Bulduk û bi taybetî jî li Yesilyurtê (Celikan) geriyan. Em li Yesîlyurtê li mala malbata Yilmaz man.
Me herduyan jî dersên zimanê tirkî şopandibû, lê me fêhm nedikir. Dema ku gundîyan bi Kurdî dengdikir, me nedikarî mêla xwe bidin sohbeta wan. Lê malbata Yilmaz bi qasî ku ji destê wan dihat alîkariya me dikirin û di çêkirina projeyê de alîkariya me kirin. Ji malbatê du xort beşdarî wê çîrokê bûn. Bi piranî me bi malbatên ku li Avedøre dijîn re hevpeyvîn dikir. Proje li ser jiyana xortekî li Yesilyurtê bû û me pêşengehek jî li ser çanda tirk/kurdan avakir. Di heman demê de me gelek slideshow li dibistanan nişandabû.
“Rewşa îro ji ya berê baştir e”
Min wêneyên gundê Celikan ya dawî dîtin. Tiştê ku mêla min dikişîne rewş, şert û mercên gund ji ya îro baştir e. Di sala 1986an de keçên ciwan li nav gund li dora avê kom dibûn. Li wir bi hev re dengdikirin. Ez tehmîn dikim ku niha di piraniya xaniyan de misluxên avê hene.
Ji bo me pir balkêş bû ku di salona rûniştinê de malbat li ser mînderan rûdiniştin. Dema ku endamên malbatê an jî mêvan dihatin, mirov ji ber hurmeta mezinan li dora xwe digerin, yên herî rêzdar li pî çepê û ciwan li pî rastê rûdiniştin. Û yê herî bi hurmet ji derî dûr, ê ku nêzî derî kêmtir rêzdar bûn. Ez difikirim ku mirovan jiyanek xweş hebû, lê em di havînê de li wir bûn, ez nizanim meriv zivistanê çing li wir bijî. Min tenê fîlmên zivistanê dîtine.
Me Kirkpinar jî ziyaret kir, em bi alikarîya xortekî li neqewan gerîyan. Dema em dihatin Kirkpinarê rastî êrîşa kûçikekî mezin, kuçikê pez hatin. Kûçik êrîşî erebeya ku em lê siwar bûn kir. Em beşdarî daweta malbatan bûn. Hevjîna min bi keçan/jinan re govend dikşand û min bi mêran re deng dikir. Me def û bilûr bihîst.
Me didît ku jinan di dema avabûna rojê de doşek û balîf ji herîyê pêz çêdikirin. Hevjîna min bi karê hirî, şuştin û tiştên bi vê rengî re eleqeder bû. Me bi keç û xortan ve sohbetên xweş dikir. Bîya min xelkê Yesilyurtê heta hingî gelek biyanî nedîtibûn. Mêvanperwerî li Yesîlyurtê pir bû. Me li her gundê mêvanperweriyeke mezin hîs kir.
Tebînî: Me va mijara siftê di website ya Kurdistan24ê da weşand. Lê bi destura çavkanîyan û bi hin pirsên nû me halê nû ji bo Bîrnebûnê amadekir.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 88an da hat belavkirin: 2024, 56-62.
Adem Özgür
Adem Özgür, li gundê Celikan (Yeşilyurt) ya bi ser navçeya Qulekê (Kulu) ya Konyayê hatiye dinyayê. Nivîskarê kovara me ye. Li Zanîngeha Selçûkê, Fakulteya Ragihandinê, Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê qedandiye. Di BasNûçe û Kurdistan24 de xebitî. Nûçe û hevpeyvînên wî yên li ser malperên wekî Gazete Duvar, Bir+Bir, +Gerçek, Bianet; Gotarên wî di kovarên Kırık Saat û Kürt Tarihi de hatin weşandin.