Kalê min Cafarê Hine

Memê Mala Hine

Kalê min tim wiha di bîra min de maye: Mirovekî kal, kumikekî duşerîtî û xwar, saqoyekî dirêj, şalekî fireh ku dêlingên wî di nav goreyan de ye û cotek qundireyên kevn... Dema ku kalê min wefat kir ez neh salî bûm, lê dîsa jî ew tu car ji bîra min neçûye. Bi taybetî jî dema ku ew bi min re şa dibû ji min re bi kurmanciya aliyê me digot "kako". Di çanda kurdî de ji bo rêzgirtinê "keko" tê gotin. Kalê min ji neviyên xwe re "kako" digot û ji wan re hurmetkar bû. Piştre jî min qet nebihîst ku kalek ji neviyê xwe re bibê "keko". Ew mirovê ku di zarotiya xwe de sêwî maye û gelek zehmetî kişandiye, resmê mirovekî dilovan di bîra neviyên xwe de hiştiye. Di vê nivîsê de ez ê behsa kalê xwe bikim. Jiyana wî çîrokek ji hezar çîrokên kurdên Anatolyayê ye û dibe ku hin aliyên kurdên Anatolyayê ronî bike.

Kalê min Cafarê Hine di sala 1910'an de li gundê Yuzukbaşiyê hatiye dinyayê. Tê gotin ku di destpêka sedsala 19an de bavê kalê min Hecî Mila bi tevî birayê xwe û çend malên din ên eşîra Canbegan li vê derê bi cih bûne. Gundê ku di çîroka Qamişê Qul de derbas dibe ev gund e. Gundê me bi qamişê xwe navdar e. Ji gelek gundên derûdorê ji bo ku qamiş bibirin û daynin ser xaniyên xwe dihatin gundê me. Gundê me heta nîveka sedsala 20'an girêdayî Akşehîra Konyayê bûye. Lêbelê piştre gund bi Polathîsara (Polatli) Enqerê ve hatiye girêdan. Gund 75 kîlometre li başûrê Polatliyê û 40 kîlometre jî li bakurê rojhilata Yunakê ye. Şêniyên gund ji eşîra Canbegan in. Pênc bira û xwîşkeke kalê min hebûne: Hesko, Mamik, Mewlud, Îbîş -ji ber ku yekî ziman peltek bûye jê re gotine Lal-, Silik û Elê. Ji birayan Mamik û Mewlud hîn zarok bûne, ji ber nexoşiyê mirine. Kalê min zarokê herî biçûk ê malê bûye. Navê bavê kalê min Elî bûye. Lê ji ber ku porê wî sor bûye, jê re Hine hatiye gotin û her wisa jî ji bo malbata wî jî gotine Mala Hine.

Hine digel ku pênc zarên wî hebûne di şerê yekem ê cîhanê de li Çanakkaleyê di artêşa Osmanî de eskerî kiriye û di dema şer de bi nexweşiyeke giran ketiye. Ji ber vê nexweşiyê ew şandine mala xwe. Hine di ser bajaroka Gunyuzu ya Eskîşehîrê ber bi gund hatiye. Beriya ku bigihîje gund, ber êvarê gihîştiye goma birayê xwe Husên. Goma birayê kalê min çend kîlometre ji gund dûr bûye. Birayê wî nehiştiye ku ew wê êvarê here gund û xwestiye wê şevê Hine li mala wî bimîne û roja din here gund. Hine wê şevê li wir maye, lêbelê di derengiya şevê de bi gotina aliyê me dinya guherandiye, ango wefat kiriye. Hine li wê derê defn kirine. Gora wî hîn jî li wê derê ye.

Piştî ku Hine dimire pênc zarên wî sêwî dimînin. Piştî şerê yekem ê cîhanê artêşa Yewnan ji Eskîşehîrê derbas dibe û ber bi Polatli û Haymanayê tê. Artêşa Kemalîstan jî hêzên xwe li van deran kom dike û li wê navçeyê xortên Kurdan jî dike esker. Artêşa Kemalîst birayê mezin ê kalê min, Hesko jî dike esker. Ew, di şerê artêşa Yewnan û Kemalîstan de cih digire û tê kuştin. Li gor ku kal û pîrên gundê me gotine, eger Hesko sax bimaya, ew ê xweyî li xwîşk û birayên xwe derketa û nehişta ew zor û zehmetî bikşînin.

Artêşa Yewnan hatiye heta gundê Uzunbegê ku cîranê gundê me ye. Wê demê Uzunbeg ser bi Polatliyê bûye û gundê me jî ser bi Akşehira Konyayê bûye. Li gor peymana dewletên serkeftî yên şerê yekem ê cîhanê Konya ketibû para Îtalyayê. Li gor ku tê gotin, ji ber vê jî leşkerên Yewnan li gundê me bi cih nebûne, lê çend caran avêtine ser gundê me û bi zorê ji gund zexîre û pêwîstiyên din girtine û birine. Leşkerên Yewnan her wiha avêtine ser mala kalê min jî. Leşkerên Yewnan xwestiyê dest daynin ser eyarê rûnê ku li ba me jê re avircan dibêjin. Lê kalê min xwe avêtiye ser eyarê rûnê. Leşkerê Yewnan qesetûreya xwe derxistiye û xwestiye li kalê min bixe. Lê diya kalê min xwe avêtiye ser kalê min û ew ji leşkeran dûr xistiye û ji kalê min pirsiye, tu çi dikî? Kalê min gotiye, ku penîrê me jî bibin ma em ê çi bixwin? Malbat jixwe feqîr bûye û tiştên wan ên xwarinê kêm bûne û bi ser de jî leşkerên Yewnan tiştên heyî ji wan stendine û rewşa wan yekcar xirab bûye.

Artêşa Yewnan li gund sê gundiyên me yên ku mezinên gund bûne girtine û birine. Yek ji wan kalê diya min Hecêsan bûye. Heta niha jî aqûbeta wan nayê zanîn. Wisa dixuyê ku leşkerên Yewnan ew kuştine. Li gor ku tê gotin gundiyên me alîkariya artêşa Kemalîstan kiriye û qemyoneke artêşa Yewnan şewitandine. Heta tê gotin ku ew pireya li gundê me, li ser çemê gundê me hatiye danîn, bi şaseya wê qemyonê hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî artêşa Yewnan bi kuştina kalê diya min û du gundiyên me yên din tola xwe ji gundiyên me hilaniye.

Kalê min û xwîşk û birayên wî di zarotiyê de gelek zehmetî kişandine. Apê wan alîkariye wan kiriye. Birayên mezin ê kalê min Lol û Silik herçiqas neçûbin medreseyê jî, karîne kalê min bişînin medreseyê. Ji ber vê jî kalê min bi tîpên erebî û latînî dizanî. Kalê min gelek giringî dida tiştên nivîskî. Tê bîra min, dema ku wî li nav kolanên gund kaxezeke nivîskî bidîta hema hildigirt û li malê ew vedişart.

Kalê min li gor wê demê dereng dizewice. Di dema wî de xortek dema ku bigihîje 17 an jî 18 salî, malbata wî ew dizewicand. Lêbelê kalê min di sîh saliya xwe de zewiciye. Li gor ku ez ji bavê xwe û metên xwe hîn bûm du sedemên dereng zewicîna kalê min hene. Sedema ewil hejariya malbatê ye û sedema duduyan jî keça ku kalê min jê hez kiriye nedane wî. Kalê min hez ji keça pismamê xwe Eyşikê kiriye. Li gor ku tê gotin Eyşik jî ji kalê min hez kiriye û vê hezkirina xwe bi awayekî nîşan daye. Eyşik rojekê sibê zû ji ber kar û barên malê, hatiye mala apê bavê xwe, ango mala kalê min. Kalê min jî li mayneyê li ser doşegê* razabûye. Eyşikê bi zanebûne pêl lingê kalê min ê raketî kiriye. Kalê min veciniqiye, ji xew rabûye û ji Eyşikê re gotiyê, keçê te pêl nigê min kir! Eyşê jî bi ken wiha gotiye: "Ez ê hîn piiiiiir pêl nigê te bikim."

Belê, Eyşikê bi wê "piiiir"a dirêj daxwaza dilê xwe nîşan daye û gelek maneyên hezkirinê lê bar kiriye. Kalê min jî ji diya xwe û birayên xwe xwestiye ku herin Eyşikê jê re bixwazin. Wê demê bavê Eyşikê, ango pismamê kalê min wefat kiriye. Jina pismamê kalê min keça xwe nedaye wî û gotiye ku ez keça xwe nadim yekî sêwî û feqîr. Qalê min li ser Eyşikê kilam gotiye. Hin kesan jî ew kilam ji ber kiriye. Lêbelê ji tirsa pîrika min ku kalê min di sîh saliya xwe de pê re zewicîye kes newêriye wê kilamê bibêje. Niha ew kilam hatiye ji bîrkirin.

Bavê min ê rehmetî tim behsa wê yekê dikir ku bavê xwe gelek ji Eyşikê hez kiriye, lê çi mixabin nekariye bi mirazê xwe şa be. Divê ez li vir behsa wê yekê bikim ku bavê min qet ji zar û neviyên Eyşikê hez nedikir û bi awayekî jî vê hêrsbûna xwe nîşan dida. Tu yê bêjî qey kurên Eyşikê sûcdar in. Bavê min tim digot, bavê min heta mirina xwe vê evîna xwe di dilê xwe de parastiye.

Kalê min di sala 1930'an de di dema serhildana Agirî de li Sêrtê eskerî kiriye. Ji ber vê jî ew bi kurmanciya ku li devera Sêrtê dihat qisekirin dizanî. Wî demekê li Kurdistanê, li ber girtîgehekê leşkerî kiriye û wê demê hin serhilderên Kurd jî di girtîgehê de bûne.

Mîna ku min berê got, kalê min di sîh saliya xwe de dizewice. Ji gundekî cînar Deloyê ji kalê min re dixwazin. Kalê min çiqas yekî sernerm be, pirîka min Delo jî ewqas serhişk û wêrek bû. Ne tenê jin, mêr jî ji pîrika min ditirsiyan. Bi min wisa tê ku kalê min jî ji pîrika min ditirsiya. Piştî ku diya min bûye bûk, kalê min, pîrika min, diya min û meta min a mezin bi ereba hespan çûne hirî ji bo daweta meta min bişon. Cihê şûştina hirî çend kîlometre dûrî gundê me ye. Dema ku di rê de diçin, ji hêla din re erebeyeke din a hespan li rastî wan hatiye. Divê yek ji erebeyan ji derkeve û rê bide erebeya din. Lêbelê derketina ji rê hinek zehmet e. Lewre rê ji ber çûn û hatine di kortê de maye. Yê ku erebeya din diajo, yekî biyanî bûye. Kalê min li benda wî maye ku ji rê derkeve da ku ew herin. Lêbelê zilam jî xwestiye ku kalê min ji rê derkeve û rê bide wî. Kalê min dema ku erebê ji rê derxe pîrika min jê re gotiye bila ewê din ji rê derkeve. Mêrik gotinên pîrika min bihîstiye û ji pîrika min re wiha gotiye: "Jinik! Jinik! Ji min re dibêjin Şeş Qelem. De ji rê derkevin!" Lêbelê pîrika min bi hêrs ji mêrik re wiha bersiv daye: "Ca lê! Tu Şeş Qelem bî, ez jî Heft Qelem im. De ji rê derkeve here!" Piştî vê gotina pîrika min, Şeş Qelem ji rê derketiye û rê daye wan.

Jiyana malbata kalê min gelek zehmet bûye. Ji derfetên serdemê gelek dûr bûne. Bavê min ê rehmetî gelek behsa wê hejarî û paşdemayînê dikir. Ji bo ku vê rewşê nîşan bide wiha qala serpêhatiyeke xwe dikir. Di dawiya salên 1940'î de dema ku bavê min hîn zarok bûye mirovekî me çûye Akşehîrê û dema ku vedigere gund ji kalê min re ocaxa gazê, çay û şekir anîne. Wê demê li gundê me çay tenê li mala dewlemendan dihat çêkirin. Bêguman ji bo çêkirina çayê çaydana wan jî tuneye. Ji bo ku çayê çê kin, pîrika min beroşekê tîne. Mirovê me yê ku ji bajêr tişt anîne û kalê min ocaxa gazê vêxistine, pîrika min jî bi tevî avê çay û şekir xistiye nav beroşê û daniye ser êgir. Piştî ku çay keliyaye, çay xistine tasan û bi vî awayî çay vexwarine. Kalê min dema ku qulteke çayê vexwariye gotiye: "Ox, çi xweş e!" Belê, ew çay bi kalê min gelek xweş hatiye û tu car dev ji çayê bernadeye. Lewre tê bîra min, li mala kalê min çay tu car kêm nedibû. Lêbelê ne di nav beroşê de, di çaydanê de...

Kalê min di destpêka salên 1940'î de zewiciye û sê kur û çar keçên wî bûne. Zarokê wî yê mezin bavê min e û kalê min navê kalê xwe û birayê xwe li bavê min kiriye: Mamik. Zarokê wî yê herî biçûk jî meta min Şadiye ye ku dema ku kalê min 53 salî bûye meta min Şadiye hatiye dinyayê. Tê bîra min pîrik, met û apên min bi dengekî bilind bi kalê min re xeber dida. Bi min wisa dihat qey ew qet jê re hurmet nîşan nadin û loma bi dengekî bilind bi wî re deng dikin. Lê paşê ez hîn bûm ku di salên xwe yên dawî de guhê kalê min giran bûye, loma pîrik, met û apên min bi dengekî bilind pê re deng kiriye.

Çend sal berê ez û du metên min li mala diya min rûniştibûn û di nav axaftina min de navê Keremê Seyad derbas bû. Çawa ku ji devê min navê Keremê Seyad derket, herdu metên min bi yek deng wiha got û paşê bû hîqe hîqe wan: Yêrewan xeber dide guhdarêd ezîz... Ez Keremê Seyad." Ez gelek şaş mabûm. Ma ew herdu metên min ên ku li gundekî kurdên Anatolyayê mezin bûbûn wê çawa ji Radyoya Yêrewanê û Keremê Seyad haydar bûna? Lêbelê wê rojê ez hîn bûm ku kalê min tim Radyoya Yêrewanê guhdarî kiriye û ji ber vê jî zarokên malê gotinên her carê yên Keremê Seyad hîn bûne. Wê rojê ez hîn bûm ku dengê Radyoya Yêrewanê ku gihiştibû gelek deverên Kurdistanê, her wiha gihiştiye Anatolyayê û mala kalê min, li mala kalê min dengê Aslîka Qadir, Zadîna Şakir, Şeroyê Biro, Şebabê Egîd û yên din deng vedaye.

Kalê min di sala 1983yan de bi nexweşiyê şêrpençeyê ket, çend mehan li nexweşxaneyê û piştre jî li mala me ma. Çend caran emelîyat bû. Lê wî tu car nedixwest emelîyat be û tim ji bavê min re digot, min bibe gund û li gund, li warê bav û kalên xwe bimrim. Bavê min jî nedihişt. Kalê min tim digot, min bêriya gund û mala xwe kiriye, min bibin ez ê li wir nefesa xwe ya dawîn bidim. Di meha sibatê ya sala 1984an de em bi tevî kalê min çûn gund. Pîrik û meta min a biçûk ji kalê min pirsîn ka dilê wî diçe çi da ku jê re çê kin. Kalê min xwarina toqlî xwest. Em zarok çûn di nav zeviyan de me toqlî berhev kir. Wê êvarê li mala kalê min şîva toqlî jî hatibû çêkirin û kalê min bi tevî malbatê şîv xar. Kalê min kêfxweş bû, li gundê xwe bû, bi tevî jina xwe, keç û kur û nêviyên xwe toqlî xwaribû. Piştî xwarinê zû raza. Em zarok jî pir westiyabûn û em jî zû razan. Nîvê şevê ez bi girîna meta xwe ji xew şiyar bûm. Kalê min miribû...

Belê wê şevê ew mirovê ku di zarotiya xwe de bi mirina bavê xwe sêwî mabû û di xortaniya xwe de negihiştibû evîndara xwe gihiştibû dawiya jiyana xwe. Mirina wî ji bo malbatê gelek giran bû. Lê dibe ku ji bo kalê min mirin, tiştekî ewqas giran nebûbe. Lewre gora kalê min li kêleka gora evîndara xwe Eyşikê hate danîn. Mîna ku bavê min ê rehmetî digot, herçiqas di vê dinyayê de ew negihiştibe evîndara xwe jî ew ê piştî mirina xwe bigihîje wê û bi miraza xwa şa be.

(1) Mayne li aliyê me ji bo wê odeya mezin a di navbera odeyan de ye tê gotin. Ango salon e û dibe ku ji lêkera "mayîn"ê were.
(2) Nig: ling
(3) Giyayek e ku di meha sibatê de derdikeve. Mîna îspînaxê xwarina wê çê dibe.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 70î da hat belavkirin: 2018, 57-61.