Ji Mem Xelikan kitêbek nû: Serenad

Kitêba nivîskar û helbestvan Mem Xelikan a bi navê “Serenad” ji weşanxaneya APECê hate çapkirin.

Di pirtûkê da nêzî 60 helbest hene.

Heval û dostên Mem Xelikan, ji bo vê kitêbê li Enqereyê rojeke destnişanê/imzayê lidarxistibûn (04.11.2023).

Ev roja nasandinê bi coş û kelecanekê derbas bû. Nêziki 50 kes mîvan beşdar bûbûn. Mem Xelikan nêzikî saatekê ji bo mîvanan pirtûka xwe ya bi navê Serenad imza kir.

Mem Xelikan di 1956an de li Anatolîya Navîn, li gundê Qerejdaxa Konyayê ji dayîk dibe. Dibistana destpêkê lu gundê Qerejdaxê dixwîne, dibistana navendî û lîseyê jî li Ankarayê xilas dike. Di sala 1974-75an de li Zanîngeha Egeyê beşa Fakulteya Tibê dixwîne û di sala 1980î de mezun dibe. Mem Xelikan ji bilî nivîsîna helbestan, nivîsên kulturî û folklorî jî dinivîsine û nemaze ji bo kovara kurdên Anatolîya Navîn, Bîrnebûnê.

Şevbidar im, kitêba wî ya pêşin bû ku di sala 2009an de hatibû weşandin. Serenad jî kitêba helbestên wî ya dudayan e.