Ji Podcast Bîrnebûnê beşa duyemîn: Helbestek ji warên kurdên Anatolîyê

Podcast Bîrnebûnê, weşana xwe ya duyemîn belavkir.

Kovara Bîrnebûnê, piştî ku malpera xwe nûkir, dest bi weşana podcastê jî kir.

Di weşana yekemîn de nivîsa nivîskar Nuh Ateş a li ser Şêxbizinan hatibû xwendin.

Îro jî helbesta nivîskarê me Seyfi Doğan hate xwendin.

Helbest: Seyfi Dogan

Deng: Gürsel Dayan

Va helbesta, di hejmara Bîrnebûnê ya 41an de hate belavkirin.

Weşanên me yên podcastan dê berdewam bikin.

HELBESTA SEYFI DOGAN

gotin malê te av heyneye
dilê min jî amade bû
dûnê bi insanan şîrîn e
ez rêz bûm çûm gund

ez ji demê derûdorê şungerîyê
meha adarê û nîsanê hezdikim
cîhê ku anahîta û armaitî lê bu yî
ez ê cima li xizanîyê bi hewes kim
jîyan xelete mirnîyê
xwazkê ku sîdurî jî li keleke min habûya
minê guh bi ser şîretên wê da

qirinên cezb kirine ku
bi sabir we dema payî
li hewa dihilîzine
ayînên çûçikên ku li ser daran daniştine
min digehinin ezmanên hundirî min
mesaj hevdu dibînin
hisên xwe ji hefsaran difilitînin
çemên avê û xwînê damarên ferah û tiji dikin
ajdan axê diwerimînin
xewê direve avê li didanên tabietê dilîzê
welhasil jîyan î dewlemend e
û demeke ku tabiet mirnîyê ji bîr dike.

ez î li ser axe xwe me
bîranînan ez î xemilandime
ji xwedê hîn çi dixwazime

hewesên sîwar in
tabietê qelender e
her zindîyekî bedewîyên xwe teşhîr dike
şewq û bihnên xweş ortalixê heynaye
xwinê germ e bûx û dumanî ji erdê berve ezman diherike
ax bihar ax zu û zu vegere
aynê roj du caran ji rojhelat da helnayê

ez î li ocaxî kevîrê gewr bûm
ji nişka ve
li kêlekê hevdu
di jîyangeha xwe ya esil da mest
du kûçîkên sipî
wek hakate çerokekê
mina du kûzê tiji şir
wek du hotên ji êr
li dawîyê çîyayî herşîd pêyda bûn
ji xwe xweş
bi xwe bawar
boçên wanan li hewa
bi lez û bez
wek du birûskên biharê
berjor bi çîyê da hêl bûn çûn
min li doraliyê xwe nerî
tu kerîyên pêz min nedîn

çîyayê ku
heta wê demê
bi tenê
bêmane
tamsarkî
sêwî
û
tazî
germ bû
kelî
şewitî
xemilî
û
şen bû