Ji Bîrnebûnê

Bihara pêşîn, meha adarê, destpêka biharê mixabin van salên dawî her bi xemên giran ve dagirtî ye. Komkojîyên wek Halepçeyê her di meha adarê de rûdane.

Bi munasebeta Newroza 2026an, kovara Bîrnebûnê bi bernameyek dewlemend û pirrengî derdikeve pêşîya xwendevanan. Ev hejmar, wek ronahîyek di nav tarîtîya demê de, dengê bîranîn, berxwedan û çandê ye.

Di vê hejmarê de em bîranînên girîng ên dîrokî û civakî vedikin: ji komkujîya Helebçeyê heta koça dawî ya kesayetiyên girîng ên wek M. Emîn Bozarsla, Şewqî Özkan û Ehmed Huseynî. Ev bûyer ne tenê bîranîn in, lê her weha şehadet in ku gelê kurd di nav şer, zordarî û dîyasporayê de jî xwe diparêze û xwe nû dike.

Di heman demê de, rewşa Rojhilata Navîn û welatên kendavê hê jî di aloziyên siyasî û şer de ne. Di 28ê zivistana paşîn 2026an de, Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê êrîşên mezin ên ezmanî bombebarandin li ser Îranê.

Di van êrîşan de, serokê mezin ê Îranê, Ali Khamenei û gelek serbazên mezin ji serokatîya eskerî jî hatin kuştin ku ev bû sedemeka girîng ji bo mezinbûna şer ku niha rojane Îran fîşekên balîstîk û dronan davêje ser Îsraîl û baragehên Amerîkayê li welatên wek Qeter, Suudî, Oman, Behreyn û Kuweyt.

Îsraîl û Amerîka jî baragehên Îranê yên eskerî, şûnên nûkleer û enerjîyê hedef girtine û rojane bombebaran dikin.

Kendava Hormuzê ku rêya %20 ji petrola dunyayê ji wir re derbas dibe, niha hatîye girtin û ev jî bûye sedema krîzeka aborî li seranserê cîhanê. Bihayê petrolê bilind bûye û tesîreka mezin li ser aborîya cîhanê kirîye.

Ev şerê ezmanî zîyanên mezin li jîngehê jî dike. Wek gaz, kîmyewî û “barana reş”.

Gelek welat li herêmê di xeterê de ne. Tirs heye ku şer berfireh bibe.

Hemû cografya Kurdistanê li herêmê qada şer e. Rojane li Başûr bi mûşek û dronan êrîşên ezmanî dibin. Heta niha ji derveyî zîyanên avahîyan însan jî telef bûne.

Pêkhateyên çekdar ên bi piştgiriya dewletan, berxwedana li Rojava û travmayên ku civak tê de dijî, hemû di vê kovarê de ji aliyê civakî û psîkososyolojîk ve têne nirxandin. Ev şert nîşan dide ku berxwedan ne tenê li qada şer e, lê di ziman, çand, huner û hişmendîyê de jî didome.

Her wiha, girîngiya zimanê dayîkê – ku di 21ê Sibata de tê pîrozkirin – di vê hejmarê de cihê xwe girtiye. Ziman wek bingehê hebûna gelan tê dîtin. Ji ber vê yekê, parastina ziman jî parastina nasnameyê ye. Kitêb, helbest, rojnivîsk û pêşangehên çandî, ji Stockholmê heta şevên çandî li Hollanda – nîşan didin ku dîyaspora jî bûye qada afirandin û zanînê.

Bîrnebûn di vê hejmarê de, bi hewkarîya nivîskar, helbestvan û lêkolîneran, hewl dide ku wêneyekî rastîn û kûr ji jiyana kurdan pêşkêş bike: jiyanek ku di nav dijwarîyan de tê meşandin, lê bi hêvî, evîn û afirandinê re berdewam e.

Newroz, wek nîşana nûbûn û azadiyê, di vê çarçoveyê de bêtir wate digire. Em hêvîdar in ku ev hejmar bibe çavkaniya fikir û hestên nû ku agirê Newrozê di dilên me de her dem ronahî bimîne.

Newroza we pîroz be!

Alî Çîftçî