Mem Xelikan
Mala felekê bişevite, ya ku dagirkeran nikarî bike wê kir. Hevalê hêja, welatperwer, demoqrat, hevalê şoreşger û jêhatî, dozgerê Kurdan, vekîlê HDP î Adanê, parêzer Murat Bozlak bi nexwaşîyeke bê çare, xopana şêrpençeyê ji nav me girt û bir. Lê ji dilê me, esle…
Parêzer Murat Bozlak, jîyan hevalê Seycanê, bavê Rûken, Remezan û Berk, kalê Lavîn, Murat û Aryayê wû. Roja 4ê çileyê 2015an, ji nav me barkir û çû ser dilovanîya xwe. Murat Bozlak, sala 1952ya li gundê Aktaşê yê girêdayîye bajeroka Şerefli Koçhîsarê (Ankara) hate dinê.
Dibistana seratî pola 1-2ya, ji bo ku dibistan li gundê wana tune wû, li gundê Damlacikê, pola 3-5an li gundê xwe xilas kir. Dibistana navîn li Kuluyê, lise li Ankarayê xwand. Dibistana bilind, li zanîngaha Ankara Hukuk Fakültesiyê xwand. Dûva, li Kuluyê bi cih bû û dest bi parêzerîyê kir. Di SODEPê de dest bi karê sîyasî kir. Wê rojê şûva, tu caran ji fikir û ramanên xwe tawiz (pêvaberdan) nedan. Li pirsgirêka Kurdan xwedî derket, ji bo mafê gelê xwe yê netewî –demoqratîk xebat kir. Xebatkarê mafên mirovan yên demoqratik û kesetî wû. Li hember zilm û zorê, zordestîyê tu caran paşda gav neavit. Ji bo wê jî, bû kelemê çavên dijminan. Roja ku xwînxwaran parêzer Faik Candan qetl kirin, ji min re got “Tu li ferqê yî dagirker bi qetlkirina Faik peyamekê didine me, didine Kurdên Anatolîya Navîn. Dibêjin ku ‘hûn di cihê xwe de rûneniştin, we deng biderxist, encama wê jî vaya ye. Emê we jî mîna Faik tune bikin’. Lê ew hewêsa yê dilê wanan de bimê…”
Parêzer Murat Bozlak, di nav siyaseta Kurdan de li Ankarayê bûyî wû berdevkê Kurdên Anatolîya Navîn. ji bo siyaseta Kurdan, windayîyekî mezin e. Jîyan û xebata wî, di siyaseta Kurdan de cihekî girîng digire. Di SODEP, SHP, HEP Û HADEPê de endamê banî wû. Neyar ji xebat û berxwedana wî ditirsîn. Pirr caran ew binçav kirin, heps kirin. Newû, qûrşîn kirin, bîrindar kirin. Lê negihêştin ber tu mirada, bi wî hevalê delal, jîr û jêhatî yê ku tu gav paşda neavitin.
Xortê Anatolîya Navîn î şervan, di rojên bi ba û bahoz de serokê HADEPê yî giştî wû. 3 salên seroktîyê di hepsê de derbas kirin. Dûve, sîyaset ji vî re qedexe kirin. Vê demê, di nav DTP ê de cih girt û xebat kir. Li hilbijartina 2011an ya giştî, ji vekîlên serbixwe yên ku bi piştgirîya BDP hatin hilbijartin, ji Adana re bû vekîl û kete Meclîsê (TBMM).
Hevalê hêja Murat di nexwaşîya xwe de jî qet rûnenişt. Li hilbijartina 2014an ya heremî, ji cem toxtora biderdiket xwe diavite qada, digihêşte mitîngan. Digot: “Li Kurdistanê ji bo me Amed çi ye, li Anatolîya navîn jî, Kulu-Cihanbeyli ew in. Em li van herdu bajarokan şaredarîyan qezenc bikin, mîna ku em zikê neyaran kêr bikin.” Çiqes rast gotiwû. Lê… Erê hevalo, hê pirr rojên te bidîtan hebûn. Malşevitîya felekê tu bi fizikî ji me veqetandî. Tu di dilê hemû kurdan de dijî, tê bijî…. Serê kurdan sax be, serê malbata te sax be, serê heval û hevrêyên te sax be…
Ji te re oxir be…
Em te ji bîrnakin.
