Di kurmancîya Anatolîya Navîn de guherîna zayenda navan

Mehtab Îdelî

Ziman li ser hin awa û rêzanan ava ye, rêya van rêzanan, rêziman pêş me dike. Rêziman zanîna peyv û nivîsandinê ye, yanê rêzana peyv û nivîsandinê ya durust e. Rêziman di her zimanên serbixwe de cuda ye. Lê dîsa jî di navbera zimanan de nêzîkatîyeke rêziman jî heye. Di kurdî de rêzimana zaravayên soranî, kurmancî û dimilî cuda ye. Lê mixabin, ji bo ku ziman qedexe bûye, ji alîyê rêziman va heta niha jî pir tişt li gora dema me nehatiye holê. Ez dixwazim îro di kurmancîya ‘’Anatolîya Navîn’’ ya berfiratî de li ser zayenda navan/navdêran bi çi awayî bi kar tên, bisekinim.

Nav/navdêr:

Peyvên ku tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike û ji cureyên din cuda dike û ew bi navê xwe nêvnas dibe. Nav xwedî wateyeke berfireh e. Loma jî di warê rêzimanê de ‘’navdêr’’ tê bikaranîn. Navdêr di xwe de liv û tevgerê nahewînin, bi vî awayî ji lêkeran tên veqetandin. Û dem tê de tune. Yanê pêjna demê ji navan nayê. Ji alîyê wateyî ve navdêr wekî razber û şênber dabeş dibin. Navdêrên şênber wekî serenav, hevenav, komenav… Navdêrên razber jî wekî navdêrên dilovanîyê, nîgaşî, têkilîyan, pîvanan dabeş dibin.

Serenav:

Navdêrên taybet in, yanê bi tenê tiş tekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike. Navên kesan, navên welat, nijad û dewletan, navên ol, ziman, eşîret, navên cî û waran, navên ajalan.

Mînak: Ezdîyatî, Evîn, Kurdistan, Ariya, Dicle, Cizîra Botan, Rojna meya welat, Partîya Azadîyê…

Hevenav: Navdêrên gelemper in, yanê tiştên li dinyayê ji wan gellekî hene.

Mînak: Kevan, hesp, bizin, behr, çiya, av, xanî, kevir, dar, kulîlk…

Komenav: Navdêrên komekê nîşan didin, tevî ku bi xwe piranîyekê di nava xwe de dihewînin jî lê wekî yekjimar têne pejirandin. Wek ‘’pez’’. Dema em dibêjin; ‘’pezê me’’ em qala pir pezan dikin, lê navdêr bi xwe yekjimar e, ji bo ku em peyvê bikin pirjimar divê qertafên pirjimarîyê pê ve bikin. Em dikarin çend mînakên din bidin.

Mînak: Pez, naxir, gel û hwd.

Navdêrên razber: Hebûna wan cure navdêran nayê rabihîstin, lê ji hebûna wan tê bawerkirin. Ew tiştên hestî ne.

Mînak: Bawerî, xem, tirs, rûmet, azadî, hêvî, daxwaz, dem, hiş, guneh, helwest.

Zayenda navdêran

Zayend di kurmancîyê de xwe bi rîya tewang û veqetandek û qertafên banglêkirinê dinimînin. Di kurmancîyê de zayend bi tenê di rewşa yekjimarîyê de peyda dibe. Her wiha ji bo ku zayend diyar bibe divê peyv an bitewe yan jî veqetandekê bigire. Di kurmancî de du cure zayend hene. Cureyê yekem di hemû zimanan de heye û zayenda biyolojîk e. Ji mirov û ajalan hinek nêr in û hinek jî mê ne. Zayenda duyemîn jî ya rêzimanê ye. Di kurmancî de ji bo navdêrê zayendek heye.

Zayenda biyolijîk

1). Nêr: Law, ap, beran, dîk, Dijwar (navên jîndarên nêr), robar (avên herikok), kesk, sor, zer (navên rengan dema wekî navdêr bên bikaranîn; keskê tarî, sorê sêvan), şîr, goşt, zêr, zîv (maden û metal cîwa ne tê de), hejmarên sifir, yek, milyon û milyarê ne tê de hemû jimarnav, serî, ning, por, rî (organên derve yên laş), çermê maran, şîrê mîhan, goştê berxan (hemû berên ku ji sewalan bi dest dikevin, hirî, liva, hêk, lorik, toraq ne tê de). Zebeş, qitî, kundir (Şamamok ne tê de hemû berên bîstên), çiya, çakûç, sitirî

2). Mê: Keç, jin, mîh, (navên jindarên mê), mal , ode, çayxane (navên cîh û derên ku meriv li hundir dijî), biroş, sênîk, tas (alavên meriv tiştên avî dixe hundir), stêrk, zîpik, bahoz (ezman û ewr ne tê de hemû heyberên fezayî û qewmînên atmosferî mê ne), ere be, balafir, keştî, otobüs (makîneyên ragihandinê mê ne), sûv, kumpîr, fîrengî, mewîj (garis, genim,ceh, tirî ne tê de, hemû navên celebên beqleyan, fêkî û sewzeyan mê ne), Asya, Mêrdîn, Kurdistan (serenavên cografîk hemû mê ne), gol, welat, erd, newal, kanî (gund, bajar, welat, erd, cîya, zozan, çem, delav, gir, zinar, kendal ne tê de hemû navên cografîk), dahol, def, daktilo (amûrên muzîk û bûroyê gîş mê ne), hatina min, çûna te, vexwarina xweş, ditîna wî (lêker dema wekî navdêr tên bikaranîn), sêşem, adar, roj, hefte, meh, êvar, nîvroj, berban (navê roj, meh û salan, danên rojê giş mê ne), mêvandarîya wan, kêmasîya hevalan, mamostetîya wî (Navdêrên ku bi paşgirên mîna ‚ ‘‘-î‘‘, ‘‘-hî‘‘, ‘‘-ahî‘‘, ‚‘‘-ahî‘‘,‘‘atî‘‘,‘‘yetî‘‘ ,‘‘înî‘‘,‘‘tî‘‘ gîş mê ne.

Zayenda rêzimanî Zayenda rêzimanî navdêran di binyada xwe de ne xwedîyê tu zayendê ne, lê kurmancan ew wekî nêr an jî mê diyar kirine. Loma jî hinek zimanzan wê wekî ‘’zayenda derewîn’’ jî bi nav dikin. Zayenda van navdêran bi riya tewang û veqetandekan tê nasîn.

Mînak: Dar, xanî, behîv, pênûs, sêv, çiya, welat kêrî, gul, bext û hwd di rastîya xwe de ne xwedîyê tu zayendê ne. Lê di kurmanci de hinek ji wan mê ne, hinek jî nêr in. Xanî, derî, kerî, bext nêr in. Behîv, sêv, pirtûk, tîr, çek al, mijar mê ne.

Di rêzimana kurmancîyê de, bi riya tewangê zayenda bêjeya nêr û mê de qertafên wekî ‘’-a’’,’’-e’’, ’’-ê’’,’’-î’’, di kurmancîya Anatolîya Navîn de tên guhartin.

Mînak:
Kurmancî: (m) Min ji jin(a) xwe re cotek guhar stand.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Min ji jinik(ê) xwe ra cotek guhar stand.
Kurmancî: (n) Mêr(ê) min xwarina xwe nexwar.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Mêrîk(î) min xwarina xwe nexwar.
Kurmancî: (m) Xasîy(a) min êdî pîr e.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Xasîy(ê) min (ê) êî pîr e.
Kurmancî: (n) Xezûr(ê) min bê gopal nikare bimeşe.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Xezûr(î) min bê gopal nikare bimeşe.
Kurmancî: (n) Şal(ê) wî ji min re fireh e.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Şal(î ) wî ji min ra fireh e.
Kurmancî: (n) Şivan(ê) me îro pez li çolê şevîn kir.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Şivan(î) me îro pez li çolê şevîn kir.
Kurmancî: n) Hesp(ê) min qir û enîbeş e.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Hesp(î) min qir û enîbeş e.
Kurmancî: (m) Pisik(a) me mişika naxwe.
Kurmancîya Anatolîya Navîn: Pisik(ê) me mişika naxwe.

Bêjeyên yekjimar ‘’gwiz’’, ’’derî’’, ’’ dar’’, ‘‘mal‘‘,‘‘pênûs‘‘,‘‘helbest‘’, ‘’sêv’’ bi alikarîya qertafa ‘’-an’’ dibe pirjimar.

Mînak:
Lawîn gwîz(an) dixwe.

Rojîn derîy(an )vedike.
Azad dar(an) hûr dike. Hîva li mal(an) digere.
Dijwar pênûs(an) tûj dike.
Arjên helbest(an) dinivsîne.
Ciwanên kurd sêv(an) mêxekrêj dikin.

Di kurmancîya Anatolîya Navîn de, bêjeyên yekjimar bi alikarîya qertafa ‘’- an’’ ne bi qertafa ‘’-a’’ dibe pirjimar.

Mînak:
Lawîn gwîz(a) dixwe.

Rojîn derîy(a) vedike.
Azad dar(a) hûr dike.
Hîva li mal(a) digere.
Dijwar pênûs(a) tûj dike.
Arjên helbest(a) dinivsîne.
Ciwanên kurd sêv(a) mêxekirêj dikin

Çavkanî: 1.Rêzimanê Kurmancî, Samî Tan
2. https/ku.m.wikionary wiki, wîkîferheng

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 79an da hat belavkirin: 2020, 65-68.