Şîret

Seyfi Doğan

zimanî te sendûqa xezînê û kumê serî te yê
bi zimanî dayîkê dengke ku ma erd û ezmên xenê
û ewrên reş belevke û faûna û flora dilşad bike
bi zimanî lalê biaxafê ku
me peyv li biharê neçilmisîn
bi zimanî atkê qisa bike ku
me dengî dilî te yî zîz di evînê te bigêhê
peyvên ku hatine ji bîrkirin
vejîn bike ku tehma zimanî te ma te mest bike
bi zimanî anê xwe bipêyîve ku
ma hîsên te xwe bixemilînin û xuya bikin
wek arkelokekî binî peyvan bikola ku zimanî te yî ku di hundirî
tarîx, mîtolojî, ol û folklorê da veşartîyê kişf bikî
qayteneke ji zêr û zîv bi kevneşopî û serkeftinên
xelkî xwe re ava bike ku ma tu werî temê dinê
zimanî dê temê xwe wek hingîve biharê ye
ki hîng derang nebîyê wegere
û
dev ji wan cil û bergên xeriban berde
bi zimanî dayîkê xwe dengke ku ma hundirî te vêsê
û xwebawerîya te bilind bibe.

*Va helbesta di hejmara Bîrnebûnê ya 87an da hat belavkirin: 2023, 31.