Çend peyv

Mem Xelîkan

Yekitîya erd, ziman, çand û jîyana psîkolojîk faktorên netewîbûyînê ne. Ji van faktoran, ziman yê yekemîn e. Jîyan, bi vî didome. Çand, bi vî tê holê. Ji bo vê yekê jî, kolonyalîst dema dixwazin netewekî asîmîle bikin û ji holê rakin, cara yekem zimanê vî qedexe dikin. Her netewek, bi ziman û çanda xwe jîyana xwe berdewam dike. Û li ser pîyan dadiweste. Xwe û navê xwe diparêze.

Kurdan jî, her çiqas axa wana, cih û warên wana, bi kurtasî welatên wana, ji aliyê kolonyalîstan ve hatine perçekirin û li hev parvakirin jî, qet ji çand û zimanê xwe dev bernedane. Pir jî xwaş kirine. Va ya, faktoreke bingehî ye ku hetanî îro li ser pîyan mayîne û jîyana xwe parastine.

Kurd, îro çawa ji bo rizgarî û azadîyê kar dikin; dixwazin ewkas jî, ji bo ziman û çanda xwe kar bikin. Ew kara jî, beşeke ji şerê rizgariyê ye. Wa ya, ji bo jîyan û hebûna mîletekî girîng e. Îro, kurd li hember perçebûn, zilm û zorê li ser pîya ne, ji bo azadî û rizgarî berxwedidin. Di wê yekê de; para jîyandina zimên û çandê, hûn jî yê qebûl bikin ku pir mezin e.

Alfabe, rêziman û ferheng sê stûnên zimanekî ne. Ji vanan ferheng, ji peyvan tê holê. Ji bo her zimanekî, piranîya peyvan girîng in. Her zimanek, bi piranîya peyvan dewlemend e.

Çend roj in, ez ferhengên kurdî, ber çavan re derbas dikim. Min dît ku pir peyvên li cem me, li alîyên Kurdên Anatolîya Navîn gel di jîyana rojîn de, pê diaxife di ferhengan de cih negirtin, hene. Ez ê, ji wana çend mînakan li jêr bidime. Bawerim li her derekê, peyvên di ferhengan de cih negirtî hene. Gundên me ji bo ziman û folklor çavkanîyên mezin in.

Pêşniyaza min, her hevalek li alîyê xwe, peyvên ji dev mezinan dibîhizin ku di ferhengan de tunen, not bigirên. Wan, ji Bîrnebûnê re bi rêkin. Berpirsîyarên Bîrnebûnê jî, wan arşîv kin. Wanan, dema sazî û hevalna ji bo ferhengek nû şuxuleke wana bû, peyvên di dest de di arşîvê de bidin wana. Bawerim, şuxuleke wisa ya ji bo dewlemendîya zimanê me baş bibe. Dibe ku, ji mînakên min, peyvên di ferhengan de cih girtî lê, berçavên min neketî jî hebin. Ji bo wê, bibaxşînin.

ALÊŞ: Pez ji mêxel rakirinê re dibên. Peyveke ku piranî şivana bi kar tînin.
– Heso, pez berve girikî Malê Mircê alêşke!

BERBİZAX: Di argoyê de, bi kêf e.
– Nêzikî vî nebe. Ew, va rojana pirr berbizax e.
– Fat, pir bi depiş e. Hetanî min qûçek çinî, wê sê qûç nîsk çinîn.

FİRK: Êşa ku, ji nişkave dikeve piştê. (Lumbago).
– Memo, nikare ser xwe daweste. Firk, bi pişta vî ketîye.

GEREM: Dema ku pez hêdî hêdî bi komasî dicêre.

Dem e dem e keko deme
Pezê kekî min diçêre
Li hewşoyê Mixkê li geremê.

ji kilama Memê bi Çûk. ku li ser birayê xwe gotiye.

GULMAST: Xwarineke şivana ye. Şîr û mast tevlihev dikin û dixwin.
– Ez, duh çûm Fêza Morik, cem şivanan. Ji min re, gulmastek çêkirin,
çiqas xwaş wû.

HEMÊLÎ: Bi cih kirina çêrandina keriyên pêz
– Hemo, pez hemêlî neqewê ke!


HEWÊNÎ:
(dişlik) Bêhna xwe pê were. Bi hebûna wê, şad bibe.
– Besê, carek were cem min rûne. Hewênîya min, bi te tê.

HEWT: Ji yên, pir dişuxule re dibêjin.
– Dêste vî nede. Maşella Miço, huro ketîye hewtê.

HOT: Gog.(Goga lingan, hota destan, hota ço... h.w.d.)
– Beko, tu yê bi hota ço bilîzî?

KEM: Guh birî. Ji bo hêwanan tê gotin.
–Kerê me, yê kem.

MAZMAN: Pezê nêrî sê salî û xesandi ye

Pezê kekî min mazman e
Nîşanê xwe pîlî paşîyê bi qetran e

ji kilama Memê bi Çûk. ku li ser birayê xwe gotiye.

PİŞKANDİN: baran ku giran giran dibare.
– Fato, kinca berhevke baranê dipişkînê.

PÛSKANDİN: destpêkirina berfbarînê. (pûkandin e)
– Wî pezî, dêkin gomê. Berfê, dipûskînê

QİJBELEK: Reng bi reng. Bi tirkî: Alaca (reş û spî re qijbelek dibêjin.)
– Fîstanê qijbelek li xwe kirîye û xwe ba dikê.

XO: Na, lo!.. Bi tirki: Yok ya!..
– Xo!.. wer got?

ŞÎLK: Çata enîyê. (Alın çatısı)
– Rehet rûne. Zêde deng meke. Ez ê, niha şîlkê enîyê de vêdim.

ŞÎRGİNÎ: Zêde hezkirin. Bi tirkî: Vurulmak, tutulmak.
– Te dî ? ka qet, ji Gulê vetiqetê? Î şîrginî bûye.

TERMÎ: Perçem, kakûl (temûrî)
– Ez, qurbana termîya zêrinî.

TÎSKEK (Toskek): Pir hindik.
– Zexê, xêra xwe ji wir tîskek xwê bide min.

TÛLEZ: Bê îş.
– Heco, ne tu tişt e. Yekî, tûlez e.

ÛD: hediye
– Huro, Zexa zeya me hate mala me. Me, ew ûd kir.

EYAM (1): Rewşa hewayê.
– Eyam, huro pir sar e. (2): Hissetmek. Gotin, Hecî huro gêrbûye. Sibê wir de, canê min hevdu dixwe. Mînak, li canê min eyam bû. (Eyan bi erebî ye. Yani diyar bû, zelal bû).


XEWAS:
Xew sivik. Zû bi xwe dihese û şîyar dibe.
– Gul, pir hewase. Bi dengekî re, bi xwe dihese.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 54an da hat belavkirin: 2012, 41-43.