Şewqî Ozkan , li Parîsê (Fransa) jiyana xwe ji dest da. Ew rewşenbîr û welatparêzekî navdar ê Kurdên Anatoliya Navîn bû. Di ciwantiya xwe de beşdarî Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê bû. Di sala 1952’an de li bajarê Haymana (gundê Bacîhesar) yê Enqereyê, ji eşîreta Şêxbizinî û ji malbateke navdar hatiye…
-
-
Pirtûkek akademîk a berfireh ku dîrok, nasname û veguherînên civakî yên Kurdên Anatoliya Navîn vedibêje, hate weşandin. Edîtorên pirtûkê Mehmet Gürses û Hacı Çevik in. Ev pirtûk çîroka eşîrên Kurd ên ji sedsala 16an ve koçî deştên Anatoliya Navîn kirine lêkolîn dike. Ev, yekemîn pirtûka bi zimanê Îngilîzî ye li…
-
Serdal Benlîyî ji gundê Bumsuzê (girêdayî navçeya Haymanaya Enqereyê ye) di hilbijartinên herêmî yên Danîmarkayê de serkeftineke dîrokî bi dest xist. Benlî, wek namzetê Partiya Gelê Sosyalîst (Socialistisk Folkeparti) serokê şaredariya Gladsaxeyê hat hilbijartin. Gladsaxe şaredariyeke 70 hezar nifûsan e. Ev serkeftin ji bo Kurdên li diasporayê wek mînakeke girîng…
-
Encama pêşbirka 32emîn “Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” hate ragihandin. Xelat dê di 20ê Îlonê, saet 18:00’ê de, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirköyê ya Stenbolê bi merasîmekê bên dayîn. Pêşbazî di warên “Nûçeya Tirkî”, “Nûçeya Bidîmen”, “Nûçeya Kurdî”, “Wêne”, “Karîkatur” û “Nûçevaniya…
-
Yek ji damezrêner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelikan, ji ber krîza dil (kalp krizi) jiyana xwe ji dest da. Heval û dostê me Mem Xelikan, di 1956an de li Anatoliya Navîn, li gundê Qerejdaxa Konyayê ji dayik dibe. Dibistana destpêkê li gundê Qerejdaxê dixwîne, dibistana navendî û lîseyê…
-
Birayê Ali Çîftçî û emekdarê kovara Bîrnebûnê Mecit, li Swêdê koça dawiyê kir. Hevalê me li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Kek Mecit ji bo Weşanxaneya APEC û kovara me gelek alîkarîyên hêja pêşkêş kiribûn û hertim piştgiriya çanda Kurdî dikir. Di 30 salên dawî…
-
Derhênerên ji kurdên Anatolîyê Yusuf Yeşilöz û Fatin Kanat, beşdarî Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê dibin. Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê di sala 2002ê da hat demezrandin û di sala 2020ê da 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Di berdewamiya salan da çalakiyên çandî di nava Festîvala Berlînê da bi cih…
-
Nivîskarê kovara Bîrnebûnê Fikret Yildiz (Dr. Mikaîlî), li Enqereyê (Teşûp Kitabevi) roja danasîn û îmzeyê lidarxist. Nivîskarê me di roja danasînê de derbarê tarîxa kurdên Anatolîyê, arşîvên Osmanîyan û Bîrnebûnê de axivî. Her wiha li ser dîroka eşîra Mikaîla û gundê Mikaîla sekinî. Navê pirtûka wî “Ankara’da Bir Kürt Köyü:…