Mehmedî Mamê di salên 1890î de hatîyê dinê, lawê Mam î Silê, Mam î Silê Nêvîyê Alî Kalê. Alî Kalê ji ber şerê Nizipê bi birayê xwe Us û xanga xwe Fatê va revîyane û hatine Xelika (Qerecedaxê) û li vir bi cîh bûne. Alî Kalê ji Xelikan ra pir…
-
-
Havîna îsal min ji tetîla xwe du heftê li gundê Xelika (Karacadag, Kulu, Konya) derbas kirin. Meha temuzê wû û germeke pir neçê hewû. Wexta helbijartinê û şahîya (festival) kulturê Xelika ez î li gund wûm. Min dil heye ku di vê nivîsê da li ser vana û hen mijarên…
-
Barbara Sträuli, wergereka Swîsrî ye, çend kitêb û destanên kurdî wergerandine almanî û îngilîzî. Ew bi pirzimanî mezin bûye û li xwengeha bilind a Zurihê beşa edebîyata îngilîzî xwendîye. Mêrê wê ji Rihayê û ew li Swîsreyê zewicîne. Ew û mêrê xwe ji sala 1983an vir ve hersal tatîla xwe…
-
Û Niha, ez xwe di nava vê neçarîyê de dibînim. Neçarîyeke ewqas mezin e ku pê difetisim. Lê ev jî sûcê min e. Min jiyana xwe bi peleke ji çiqilê xwe qetiyayî û ketî ve girêda. Min ê ji ku bizaniya ku ba wê ewqasî hov li ber min bisekine?…
-
Yekitîya erd, ziman, çand û jîyana psîkolojîk faktorên netewîbûyînê ne. Ji van faktoran, ziman yê yekemîn e. Jîyan, bi vî didome. Çand, bi vî tê holê. Ji bo vê yekê jî, kolonyalîst dema dixwazin netewekî asîmîle bikin û ji holê rakin, cara yekem zimanê vî qedexe dikin. Her netewek, bi…
-
Di vê hejmarê de ev nivîs hene; Hevkarê me Adem Özgür bi sernivîsa Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya KONê ava bû, vekirina KONê bi me dide nasandin. Dîsan cîyê dilşahîyê ye, ev kesên ku di rêvebirîya komela KONê de cih girtine bi nivîsên xwe tevli vê hejmarê bûne. Melik…
-
Dîroka serpêhatiyên kurdên ku sirgûnî Anatoliya Navîn bûne, berê xwe dane Stembolê û koçberî Swêdê kirine hertim bala min kişandiye. Di navbera van bîst salên dawî de li ser van herêman çend pirtûkên min kurdî û tirkî derketine. Îro dema em li demografiya hin herêmên Anatoliya Navîn mêze dikin, em…
-
Di vê nivîsê de ez ê ewil behsa têgeha asîmîlasyonê bikim. Gelo têgeha asîmîlasyonê wan dîyardeyên ku di nav kurdan de tê dîtin û wan polîtîkayên zimanî yên ku di nav kurdan de ji hêla dewletên serwer ve tên birêvebirin, bi awayekî têkûz pênase dike an na? Ez ê li…