Bayê Xerîb

Adem Özgür

Li çola Sêwasê havîneka germ dest pê kir. Niha ji ber germa nîvro bêdengîyek heye. Eg cara vizeviza meş û mozan; di nav qirş û qolan de dengê xişexişa kûsî, mişk û maran tê lê ew jî ji ber germa nîvro direvin, ji xwe re di bin xwelî da sîyek digerin. Kûçikekî sergir û birçî jî neçar e. Kûçik, ji konên xwudanê xwe dûr ket, xwe avit kêleka kevirekî, serê xwe kire bin şeqê xwe û ket xewê. Di xewê de dikir nirenir lê ji destê wî û destê xwudanê wî tiştek nedihat.

Kelakela nîvro nehîşt ma kesek karê xwe bike, herkes di bin sîyekê da ketiye xevn û xeyalên kûr: Kûçikê di bin sîya kêvir da rûniştî, dixwaze xwe bavêje nav aveke sar, çûçika ewra li benda genim e ku zikê xwe têr bike, kûsî dibêje “xwaska ez bi satkê re di neqewê bigihêm”, jixwe mar li benda mişk e ku wê bixwe, mişk jî ji tirsa marê zer serê xwe ji erdê ranakê. Meş û wêz li doralîya însanan digerin û giran giran xwîna wan dimijin. Li vê zozanê germ kêf kêfa meş û wêzan e.

Va dera çoleke dirêj e. Xêr ji neqewên piçûk her der mîna hev e. Erd zer dike. Hemû giya, wekî catir, merdîmelex, parîya mîya hişk bûne. Wexta kereng, kivang û giyayên din ên têne xwarinê nemaye. Va deşta ne sewa mirova ne jî sewa berx û mîyan qet ne xweş e. Şivanên pêz neçarî wan dibin derên dûr, li av û heşinahî digerin û heywan kêm zêde zikê xwe têr dikin.

Li vê derê panzdeh malbatên kurd hene. Gîştik jî xizmên hev in, yanê ji eşîrekê ne. Ji bo der û deştên kesk, bi av û aram li ker û hespên xwe siwar bûne, berx û mîyên xwe amade kirine, kurikên xwe pêçane, xwarinên xwe heynane ser xwe û hatine vê derê. Bi hêvîyeke mezin ketine rê lê vê yaylê xevn û xeyalên wan şikênandîye.

Dema li gundê xwe

Li vê gundê Entebê bîst û pênc mal hene. Xanî li nêzikê hev û ji kevirên pûr hatine çêkirin. Di navbera xaniyan de metreyek an jî du metre hene lê ew ji bo wan qet nebûye sedemên hingan. Bi vê hevdû diparêzin, li hev xwedê derdikevin. Li ber her malê hevşoyên piçûk hene. Di hevşoyan de xêr ji berx û mîyan ker an hesp hene. Li ber deriyê malan dengê xorizan digihê nav gund, kurik li bar malê bi hev re dilîzin, eg caran gogerçînên xwe difirînin ewra…

Li vir herkes merivê hev e û ew kurd in. Li derdora gund jî gundên kurdan hene. Hinek ji wan elewî hinek ji wan jî sunne ne. Navbera gundan xweş in, kêm caran hing derdikevin, sîva hatin dibin lê ji hev hezdikin. Kurdên vê derdorê zewacan di navbera hev de dikin, diherin dawet û şînên hev, di şevên dirêj de qala demên berê dikin. Va, bîranîna wan li ser ninga digire. Li vir dîroka xwe ya biêş bibîrtînin, bi zimanê xwe yê kevnar qala der û deştan, zevî û xwelîyan, erd û ezmanan dikin.

Biharê nû dest pê kir. Erd bi av e, derdor kesk dikin û darên sêvan, zerdeleyan û hêrûgên reş kulîlk vekirine. Li ewra dengê leglegan tê guhê kurikên gundî. Legleg li her biharê têne vê derê, diherine ser erdê biav û li vir westîna xwe heydinine. Li dû wan dengê çûçikên ewra jî tên, ew jî bikêfxweşî bi hev re dilîzin, li jor xwe badidine.

Seda zûye, eyam xweş e. Ro dibiriqe. Li derva kesek xay nake. Deriyê mala Mestê vebû, Mestê nigê xwe yê rastê dirêjê meresî xwe kir, meresê xwe yê reş û qilêr pêkir, paşê nigê xwe yê çepê jî giran giran dirêj kir û meresê xwe yê din jî pêkir. Mest kalekî heftê salî ye. Rûyê wî qerçimî, pişta wî xûz bûye, eg cara dicirife. Çavên wî jî rind nabîni ne. Di deh û du salîya xwe vir de tim kar kiriye. Di nav kawên bi toz de, li zeviyên nîsk û nokan de şuxulîye. Hemaltî kiriye, barên giran li pişta xwe naye, birçî û bêav ma ye lê koma xwe bi xwedê kiriye. Mestê deriyê mala xwe girt, berva gomê çû û ji hundur tenekeyek tije yêm derxist, li hevşo da ber berx û mîyan. Dengê berxikan di hemû gund gihêşt û wana bi kêfxweşî dest bi teştêya îro kirin.

Dev devê siwê ye. Jinikeke pîrê ber mala xwe rêş dike, kurikekî deh û sê salî mangê xwe ber bi naxirê dibe, merikekî mîyê didoşe, jinikê serê mîyê digire. Şivanekî çend mî dane berxwe û ber bi neqewê terê û kilamekê distirê:

“Şev şeva çolê pûş û dar e,
Dor paş alîyê mişk û mar e,
Hîv derketîyê eyazî sar e,
Gur nêzik bûye zûzikê nar e.
Pez rabû şevine toz û dûmane,
Qarabeş diewtê qehreman e,
Rivî digerê pir ê pêvan e,
Gurê nêzik bûyê li ser neqewê wan e.”
*

Hemê Miçê seda zû hatiye nav gund, bi tenê li ser kevirekî rûniştiye. Tayek co kiriye dest xwe, serê xwe kiriye berxwe û li erdê tiştekî xêz dike. Mest jî ji axzê din de berva wî tê, bikêfxweşî silavek da Hemê, wî jî silava wî heynand.

Mestê got, “Çaxa te bixêr. Tu îro zû hatîyî, xêr e?”

Hemê serê ji erdê rakir, li Mestê mêzekir, “Çaxa te jî bixêr. Îro dişlixê min li mal nehat, ew siwê li dor hev çerx diwime, nizanim çi bikim.”

Mest bi gotina wî kenîya, “Biya min Eşê tu ji mal derxistîyî.” Hem, li ber vê gotinê ket lê lixwe arnekir.

Hemê Miçê jî di sala Mestê da ye. Hevalê hev ên kurikbûnî ne. Bi hev re mezin bûne, çûne bajêr, di zeviyan de karkirine, li hember gundîyên tirk li pişt hev dastîne û bi wan re hing kirine. Loma jî ji henek û qerfên hev sîva nayên.

Wana bi hev re êpê dengkir, du saetan bi şunda ji axzê din şeş kalên din teva sohbeta wan bûn. Ji nav wan de Ehmedê Îbê ji bajêr nû hatibû. Cimatê meraq dikir ku ka li dinyaya din çi heye çi tune ye. Ehmed, ver got: “Îsal eyam xweş terin lê diwêne salê teyî zevî ewqes rind nabin. Heqê xwe em sewê salên din tenga din bişuxulin, çir diwe çir nawe.”

Mestê û Hemê jî gotina wî dûbare kirin, “Heqê xwe ye, heqê xwe ye.”

Lê meseleyeke din hebû ku Ehmed şaş bû çing ji wan re bibêje. Ehmed xwe tevdida, nizanî çir bike, ver got: “Niha guh medin zevîya, xwedê mezin e. Lê li bajêr digotin di nav tirkan de hen derketine pêş, li hember kurdan dijminî dikine. Li hin deran ketine gundên kurdan, xaniyên wan dixelînine, dest davêne erdê wan. Dixwazin me ji vir derxin, me bişînin dereke din.”

Vê dengkirinê dilê wan sarkir, bêdengîyek kete nav sohbeta wan. Ew kalbûn lê ji bo kurik û nêvîyên xwe ditirsîyan, eger ew xeberê Ehmedê Îbê rast bin dê ew ê çir bikin, berva ku derê herin…

Mest rabû serxwe, pişta xwe ya xûz paş da bir, ji hevalên xwe re got, “Bayê xerîb va rona destpê dike…”

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 91an da hat belavkirin: 2024, 64-66.

** Ji klama Hamo Celikan, “Şivano”, 2017.