Mehtab Îdelî
"Edebîyata devkî ya kurdan behr e! Dawîya xwe tune." Wextê ku destana «Dewrêşê Evdî» ya Baqî Xido bi dest min ket min fehm kir ku ev di asta edebiyata gelêrî ya navnetewî de xezineyeke mezin e!”
Barbara Sträuli, wergereka Swîsrî ye, çend kitêb û destanên kurdî wergerandine almanî û îngilîzî. Ew bi pirzimanî mezin bûye û li xwengeha bilind a Zurihê beşa edebîyata îngilîzî xwendîye. Mêrê wê ji Rihayê û ew li Swîsreyê zewicîne. Ew û mêrê xwe ji sala 1983an vir ve hersal tatîla xwe li gundê xwe yê deşta Pirsûsê (Sirûcê) derbas dikin. Barbara û kek Mehmûd 27 sal in aboneyên Bîrnebûnê ne.
Sträuli, wiha qala xwe dike û dibêje:
“Ji bo dahatûya min di wê demê de du tişt mihîm bûn: Yek, ez bi salane li enstîtuya Îngîlîzî beşdar projeke çapkirina şanoyên Shakespeare bi du zimanan bûm, bi îngîlîzî û almanî. Ew şagirtiyeke dirêj a fehmkirin û çapkirina metînên biyanî û dîrokî bû. Du, ji xeynî îngilîzî min dîroka Roma û Yewnanî jî xwend.”
Rojekê şansê min lêxist. Mamosteyê me bi Muzeya Arkolojîya Eskîşehîrê re projeyek çêkiribû. Em çend xwendekarên swîsrî û mamoste li havînê di merselên gundên Eskîşehîrê li ser kevirên kevn li nivîsên latinî û yewnanî geriyan. Li Eskîşehîrê min mêrê xwe nas kir û jiyana min hat guhartin.
Te hin destanên navdar ên kurdan wergerandin Îngîlîzî û ew kirin pirtûk. Zimanê van pirtûkan him kurmancî him jî îngîlîzî ye. Tu dikarî ji me re behsa vê bikî?
Min du pirtûkên bi kurdî-înglîzî çap kirin: Destana « Dewrêşê Evdî» ya sazbendê Baqî Xido ji Kobanê û çend destanên du dengbêjen Rihayê. Navê vê pirtûkê «Our steppe is vast… Kurdish epics and tribal stories from Urfa, 1906» ye. Lêkolinvanê alman Oskar Mann wê sale hatiye Rihayê û ev destan berhev kiriye, lê destnivîsên wî nehatine çapkirin. Min pişt re ew destnivîs li Berlinê dîtin.
Min çima ev pirtûk bi herdu zimanan amade kiriye? Ez ne kurd im û ez nikanim li şûna kurdan biaxivim û binivîsim. Min got, ez dikanim folklora kurdan li Ewropa û li Dewletên Yekbûyî bidim naskirin. Min ew pirtûk ji bo pîsporên folklorê ji derveyî rohilatê navîn amade kirin. Min got, dibe ku ev agahî li cem kurdan hebin. Feqet piştre zelal bû ku agahîyên herêmê yên ku min berhev kiribûn, li ber destê piranîya kurdan tunen. Tiştên ku min ji destana Baqî Xido fehm nekiriye, navên kinc û silehan û orf û adetan, erdnigarî ya erdî berî û hwd min hemû ji ixtiyarên deşta Sirûcê pirs kirin û di jêrênotên pirtûkê de nivisandin. Ewana berê koçer bûn û wilo zanîna wan hatîye parastin.
Destanên ku te ji kurdî wergerandin îngîlîzî bo kurdan gelek girîng in. Lê dixwazim ji te jî bibihîzim: Te çawa biryar da ku van destanan wergerînî? Ev destan bo te çi îfade dikin?
Wextê ez hatim Tirkîyê ez şok bûm û ew şok hên dom dike. Kurmancî qedexe bû. Kurdên nifşê min çêtir dizanin. Li rohjilatê Tirkiye ciddîyet hebû. Di otobosan da herkes bêdeng bû, cixare dihate kişandin, kesek nedipeyivî, tenê çend bazirgan di nav xwe de bi tirkî dipeyivîn. Li başûrê Tirkiyê peyva «kürt» ji alîyê kesekî ve bilêv nedibû. Ez ji çandeke pirziman hatibûm û ew rewşa ji bo min bû sebeba nerazîbûneka mezin. Ji xeynî vê min hêdî hêdi fehm kir ku li pişt wê perdeya hesinî ya qedexe ziman, folklor û edebiyateke mezin heye. Ew perde îro hate rakirin. Feqet vê nifşê baş kar kir û hewl da.
Haya ewropiyan ji denbêjên kurdên Tirkiyê tunebû. Wextê ku deqa destana «Dewrêşê Evdî» ya Baqî Xido bi dest min ket, min fehm kir, ku ev di asta edebiyata gelêrî ya navnetewî de jî xezineyeke mezin e. Min biryara çapkirinê vê destanê bi rêbazên weşandinê şanoyên Shakespeare’ê da.
Li vir divê ez bêjim ku niviskar û rojnamevan Şahine Bekirê Soreklî destana Dewrêşê Evdî ya Baqî Xido ji wendabûnê xelas kiriye. Soreklî wekî Baqî Xido ji Kobanî ye. Wê demê, di salên 1980yî de kesî guh neda hunera Baqî Xido û qîmet nedaye. Soreklî ji Baqî Xido xwestiye ku ew wan destanan li ser kasetan vebêje û jê re bişîne. Paşê ew hemû nivisandine, deqek jê çêkiriye û di radyoyê da jî xwendîye. Karekî mezin û hêja kiriye. Îro li YouTube bi sedan destanên dengbêjên berê hene. Ger neyên nivîsandin, dê ewê wenda bibin. Tenê kurdekî ji heremê dikare dengbêjîyê û devoka dengbêjîyê fehm bike û binivîse, kesên biyanî wekî min nikanin.
Bi qasî ku ez dizanim, te du pirtûkên kurdî jî wergerandine Almanî. Yek ji wan pirtûka Mehmûd Baksî ya „Gundikê Dono“ bi navê „Dono“, ya din jî pirtûka Helîm Yûsiv „99 Morîkên Belavbûyî“ bi navê „99 Zerstreute Perlen“e. Ev herdu pirtûk bi awayên cuda pirsgirêkên civakî yên kurdan rave dikin.Tu dikarî ji me re hinekê behsa çîroka wergera wan pirtûkan bikî? Çima ew pirtûk?
Bersiv hêsan e. Min bi xwe ev her du pirtûk nebijartin – pêşniyara wergerê ji min re hat. Helîm Yûsiv daxwaza vergera pirtuka „99 Morîkên Belavbûyî“ du-sê sala berê ji min kir. Min roman eciband û wê demê wextê min jî hebû. Pirtuka ‚‘Gundikê Dono‘‘ ya Mahmut Baksi hevalê min Yisûf Yeşiloz çap kiribû. Wî, wê çaxê li St. Gallenê hem pirtûkên kurdi difirotin, him jî çapxaneyeke piçûk ji bo weşanên kurdî vekiribû. Wergera Gundikê Dono fikra wî bû. Min got erê, le ez hê jî fedî dikim. Ez ciwan bûm û ji xwe bawer bûm. Kurmancîya min vê demê ne ewqas baş bû, lê derdora me kesekî din kurdîaxiv tunebû. Îro ez dibêjim ku min dikaribû ev roman bi awayekî cuda û baştir wergerîna. Ez hêvî dikim ku Yusuf Yesiloz min efû kiribe. Dîsa jî, wê demê çapkirinê romaneke kurd bi almanî girîng bû. Romanên wergerandî li Ewropayê gelek kêm bûn. Alîkariya herî bi qîmet di dema wergerê de ferhenga Kurdî-Tirkî ya D. Izolî bû. Ez hîn ji vî matmayî me. Dr. Îzolî qasî ku ez zanim, endazyar bû û li Hollandayê di kargehekê de dixebitî. Wî bi tena serê xwe ferhengek ew qas mezin, baş û bikêr çêkirîbû û di sala 1987 çap kiribû. Ew berhem ji bo hebûna zimanê kurdî semboleke pir girîng e.
Di pirtûka Helîm Yûsiv de, zehmetiyên ku kurdan him li welêt û him jî di dema penaberiyê de, li Ewropayê dîtine morî bi morî dîsa bi ben ve hatine rêzkirin. Te; wek keseke bi salan e li çîrokên kurdên penaber guhdarî kiriye û gelek jî alîkariya wan kiriye, dema ku ev pirtûk wergerand, tu çûyî bîranînên xwe yên berê?
Di salên 1980î de ez ji xwendegehê perwende bûm û derbasî Wezereta Fêrkirina Kantona Zurihê (Bildungsdirektion) bûm. Ez li ser tekîlîya di navbera dêûbavên biyanî bi dibistanan de, xwendina zarokên penaberan, hevkarî bi mamostên zimanê zikmakî û hwd. xebitîm. Penaber pêl bi pêl hatin, di sala 1980î de bi kurdan û çepên tirk re dest pê kir û heta sala 2014 bi rojavayiyan re berdewam kir. Tu rast dibêji, min wekî Helîm Yûsif zehmetiyên kurdên di dema pênaberiya wan de hemû dîtin. Feqet Helîm Yûsiv hikayên wan wilo berhev dike, wilo rastiyek jê derdixe, tu nizanî bigrî yan bikenî. Tu dibeyî qey ev serpêhatiyên penaberan hatine zêdekirin, lê ji tecrubeyên şexsî tu dizanî û dibê belkî jî rast bin. Lewma wergerandina ew beşa pirtûkê balkeş bû.
Di navbera sohbeta me de, te ji min re gotibû ku yek ji sedema qebûlkirina min a wergera pirtûka Helîm Yûsiv jî, em ji heman herêmê ne û heman devokê diaxivin.‘ Vê gotina te, ew gotina ‚‘Têkiliya ku wergêr bi nivîskar re çêdike, di warê dîroka wergerê de jî belgeyek e.›› anî bîra min. Tu li ser vê yekê çi difikirî? Li gor te jî ew gotin rast e an na?
Devokên kurmancî pir cihê ne. Ger Hêlim Yûsiv ji Çewliqê yan jî Wanê bûya, belki min nekaribûya pirtûka wî wergerîna. Min pir wext li herêmê Rihayê derbas kir. Dîmen û erdnigariya berriyê di mêjiyê min de asê maye, devoka heremî di guhê min de ye. Amûd ji Sirûçê pir ne dûr e. Eger çîrokekê yan jî romanekê werdigerîni, tecrubeya wergerê ew e ku berhem weki fîlmeke hêdî hêdî ber çavên te derbas dibe. Heke tu tiştekî jê fehm nekî, tiştê ku di wir de nebînî û hîs nekî hingê nikanî wergerîni jî. Em dikanin bêjin di pirtuka Helîm Yûsiv du fîlm têne raber kirin û min her du fîlm berê jî dîtîbû: fîlmê peyzajê li ser sinorê nav Turkiye û Suriye û fîlmê li ser rewşa penabêrên li Ewropa yê. Tiştê nû ji bo min di romana Hêlim de danasîna jiyana rojanê ya kurdan bin rejima Asad bû.
Di van salên dawî de gelek pirtûkên bîyanî bo kurdî têne wergerandin. Roman, portre, çîrok û pirtûkên lêkolînan hwd. Lê tu pirtûkên kurdî bo zimanên bîyanî werdigerinî. Bi ya min, wek destana Dewreşê Evdî, divê gelek destan, çîrok û serpehatiyên kurdan bo xwendevanên bîyanî werin wergerandin. Bi dîtina te xwandevan, nivîskar, weşanger û wergerên bîyanî di warê wêjeyê de kurdan baş nas dikin an na?
Wergerên kurd zêde ne, wergerên ku dikanin ji kurmancî wergerînin zimanekî biyanî pir kêm in. Ji bilî wê ji bo wergerên folklorîk li weşanxanên zanisti li Ewropa belkî cihek tê dîtin, feqet çapkirinê romanên kurdî bi zimanê almanî pir zor e. Bi rasti, çend nivîskarên kurd li Ewropa navdar bûn, wek Baxtiyar Ali û Yaşar Kemal, dibe ku Mehmed Uzun jî. Lê bi gelemperî xwendevan, nivîskar û weşanger di warê wêjeyê de kurdan nas nakin. Sebeb ji sedî nod aborî ye. Di warê edebiyata kurdî de herkes belaş dixebite. Nivîsandina romanan bi kurdî zehmet e, divê nivîskar li kêleka nivîsandinê bixebite jî. Da ku romanek bigihîje weşanxaneke biyanî, divê ku pêşî were wergerandin. Xebatên wergerê bi mehan diajo û bi gelemperî werger nikane bê meaş bixebite. Paşê, nivîskar romana wergerandinê dişîne bi dehan weşanxaneyan, lê yek qebûl nake. Romanên ku kurdan nivîsandine bi giştî yan li ser travmayên xwe yên şexsî yan jî li ser travmayên gelê kurd in. Nivîsandina van ji bo nivîskar bi xwe tiştekî baş e, ev ji bo giyanê wî re tedawî û dermanek mezin e. Lê mixabin ev serpêhatî êdî bala xwendevanên biyanî nakişînin. Divê îro bê lêkolîn û pirsîn, ku xwendevanên niha kijan mijaran hez dikin, çi dixwînin?
Û reqabet di nav niviskarên dewletên şerqî û efriqî jî pir mezin e, divê pirtûkên profesyonel bên nivîsandin.
Pirseke taybet; him di wêjeya kurdî de him jî di ya cîhanê de, ji kijan nivîskaran hez dikî?
Adetên xwendinê bi salan diguherin. Ez êdî pir romanan naxwînim. Her tim edebiyata devkî ya kurdî meraq dikim. Behr e, dawî tune. Li bilî wê kêfa min bi nivîsarên zanistî yên zanyarên kurd tê (eşkere bêjim, ez bi ferhengê dixwînim). Nivîskar û zanyarên kurd di bîst û pênc salên de standardê zanisti ji sifirê anîn standardeke navnetewî. Min ew pêvajo ji derve taqîb kir, pêvajoyeke awarte bû. Di salên nodî de herkesî digot: ‘zimanê kurmancî ya niviskî bê akademîya dewletê nabe’! Dîsa kurdan bi xwe, bi nivisandinê û rexnekirinê zimanekî niviskî çêkir. Paşê digotin, ‘kurmancîya zanistî tune, yan jî nê xwendin’. Niha heye û tê xwendin. Digotin, ‘asta zaniyarên me kêm e’. Li hemberî astengiyên mezin zanyarên kurd bi ser ketin. Lewma nivîsarên kurdî li ser edebiyata devkî û nivîsarên zaniyarên xwendegehên Mêrdîn, Çewlîg û Mûşe û hwd. bi kêfxweşiyeke mezin dixwînim. Rohat Alakom ji bo min lêkolînerekî mezin e, ew qehremanê arşivan e, pirtûkên wî jî ji bo min bi qimet in. Ji bilî wê ez wêjêya populer hez dikim, çêrok, komedî, pirtûkên zarokan û thriller.
Têbînî: Kesên ku dixwazin xwe bigihînin pirtûkên Barbara dikarin li ser rûpelên ‚‘Harrassowitz verlag û Amazonê wê bibînin.
*Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 89an da hat belavkirin: 2024, 40-45.