Axaftina Başbuğ: Îronîyek “Nasnameya Netewî ya Tirk”

Nebî Kesen

Serokerkanê Tirkîyê Îlker Basburg roja 14e Nîsana 2009an axaftinek li Akademîya Leşkerî kir. Axaftin ne tenê ji bo mensûbên ordîyê bû, lê ji bo raya giştî wek konferensekê hatibû amadekirin. Ji bona vê, gelek rojnamevan û berpirsiyarên medyayê hatibûn konferensê. Televîzyonên tirk jî axaftina Başbuğ bi zindî weşandin. Naveroka axaftînê di raya giştî da gelek hat niqaşkirin.

Giringî ya axaftina Başbuğ ji alîyê pirsgirêka kurd ew bû ku guhdarîyên kurdan û tirkan ji bona vekirina sîyaseta Tirkîyê di vê warî da hebûn. Ji mehan vir da behsa Konferensa Kurd li Başûrê Kurdistan dibû û dihat gotin ku Tirkîye jî alîkarî vê konferensê dike. Babeta konferensê divê li ser destberdina şerê çekdarî ya PKKê û çareserkirina pirsgirêka kurd bibiya. Ji alîyê din, hilbijartinên herêman yên 29ê adarê dan berçav ku kurd êdî bê veger xwedî li nasname û daxwazên netewî derdikevin. Di van şertan da pirsa sîyaseta kurd ya AKPê û dewletê ket rojevê. Wek tê zanîn, dewlet bi manayê pozîsyona ordîyê û sererkanîya wê tê ziman. Di sîstema sîyasî ya Tirkîyê da hêzên ordîyê “xwedîyê dewletê” ne. Ew, berî her tiştî, ji bo pirsgirêka kurd tenê xwedî qerer in.

Başbuğ, axaftina xwe li ser gelek babetên rojevê kir. Di vir da hinek „dîtin û Tespîtên“ ilmdar û lekolîneran jî, ji bona “rastîyên” tezên xwe anîn ziman. Piştî axtafina Basbus, aspekta balkêş ew bû ku rojnamevanên tirk mina cara yekemin navên van ilmdaran bihîstibûn û çend rojan pesandina Başbuğ kirin. Pir hindik kesan pirs kirin ku Başbuğ serokerkanê ordîyê yan jî seroka dewleta Tirkîyê ye? Hinek kesan bala nakokîyên axaftina Başbuğ kişand û rexne li “tezên” wê kirin. Axaftina Başbuğ, him jî bo demokrasî û him jî ji alîyê sîyaseta kurd ya resmî durbûna berpirsiyarên dewleta Tirkîyê eşkere kir. Çima ku, axaftina Başbuğ ne tenê ditînên wê bûn û ji aliyê grûbek “şanermendan” hatîbû nivîs kirin. Gotinên konferensê him ji dewletê ra û him jî ji hikûmeta AKPê “prensibên resmî” ne.

Babeta navendî ya axaftina Başbuğ bi pirsgirêka kurd ra girêdayî bû. Başbuğ, di tarîxa Tirkîyê û ordîya wê da cara yekemin wek serokerkan bi firehî û bi “zimanekî ilmî” li ser vê pirsê sekinî û ditînên xwe anî ziman. Di wir da du aspektên giring “şîrove” kirin. Yek aspekt li ser “nasnameya tirk” ya resmî û “tirkbûna kurdan” bû. Aspekta duhemin bi giranî asîmîlasyon bû. Herdu aspekt jî bingeh û sebeba pirsgrêka kurd ya Tirkîyê ne. Loma, dîtin û helwesta serokerkanîya tirk bi meraq hat guhdar kirin.

Pirsa nasnamê ne tenê ji alîyê Kurdan, di nav raya giştî ya Tirkîyê da jê ji salan vir da tê niqaşkirin. Wek tê zanîn, nasnameya kurd ji alîyê dewletê hîn jî nayê qebûlkirin. Hinek îdarevanên tirk wek Demîrel, Ozal û Erdogan bi eşkere behsa kurdan û pirsgirêka kurd kiribûn jî, qebûlkirina resmî ya nasnameya kurd heta îro bû tabûyek. Başbuğ carek din ev bi axaftina xwe tesdiq kir. Wî mîna Atatirk û sazûmandarên Komara Tirkîyê yên din, îdîa kir ku kurd “tirk” in. Tarîfa vê jî bi “Tirkîyeyê” û hemwelatîyê ra gîrêda. Li gora Başbuğ, “hemû kesên ku ji Tirkîyê ne wek tirk tên qebûl û îfadekirin”. Bi manayek din, tarîfa “netewê tirk” yan jî “tirkbûn” ne bi eslê etnîk ya tirk, lê bi “Tirkîyeyê” girêdayî ye. Argûmana vê tarîfê jî, Başbuğ gotinên Atatirk wek referens anî ziman.

Hat xûyakirin ku Başbuğ û berpirsên Tirkiyê yên din, bi rastî ji alîyê nasnameya kurd ji dema Atatirk vir da tenê gavek neavetîne û dîtina xwe ya resmî neguhertine. Ew nakokîyên di navbena tarîfkirina resmî ya nasnameyan û realîteya nasnameyên netewê fam nekirine û naxwazên jî fam bikin. Dijî tarîfên ilmî ku di civata navnetewî û dewletan da tên qebûlkirin, xwedî dewleta Tirkîyê pirs û tarîfa nasname ya netewî li gora xwe diguharin û bi vê şiklê hebûna nasnameya kurdî înkar dikin. Başbuğ jî baş dizane ku, tirkbûn bi eslê etnîk girêdayî ye û bi ziman, çand û tarîx ji nasnameya kurd cûda ye. tirkbûn ne “nasnameyek ser” e, lê etnîkî ye û ferqa xwe ya nasnemeyên din wek alman, ereb û kurd tûne.

Tarîfa nasnameya tirk ya resmî ku Başbuğ va tarîf anî ziman, çi dibe bila bibe, ne tirk dibin netewek din ne jî netewên din wek kurd, ereb û asûrî dibin tirk. Tarîfa di Qanuna Bingehî da jî ne bi îstiqrar tespît bûye û di pêvajoyê da hatîye guhertin. Ev jî wek îronîya “nasnameya netewî ya tirk” divê bê zanîn. Dema Atatirk, ango sala 1924an, va îfade li ser nasnameya tirk ketibû Qanûna Bingehî: “Li Tirkîyê bi manayê hemwelatê ji bo herkesê, bê berçavdayîna ol û irq, tirk tên gotin.” (Madde 88) Lê, va îfade di sala 1961an da wûsa hat guhertin: “Herkes ku, bi Dewleta Tirk ra bi pêwendîya hemwelatî giredayî ye, tirk e.” (Madde 54). Eynê gotin di Qanûn Bingehî ya 1982an (Madde 66) da jî cih girtîye.

Him herdu tarîf ji hev cûda ne û him jî manayên pir ji hev dûr tên ziman. Ji alîyê din, tarîfkirina nasnameya netewê bi sîyaset û kêyfîyeta dewletê ra girêdayî ye û dikare herdem bê guhertin. Başbuğ behsa û sebeba vê guhertinê neanî ziman.

Kurd jî li gora tarîf û kêfa kesên wek Atatirk û Basbûg nabin tirk, çima ku ziman, çand, tarîx û hîsên kurdan cûda ne û ji bona vê jî netewek serbixwe ne. Ji alîyekî din, dewleta Tirkîyê bi rastî nasnameya „netewê tirk“ li ser eslê tirkan ava kir. „Hemwelatîyên Tirkîyê“ bi zorê zimanê tirkan, çanda tirkî û tarîxa gelê tirk, ango ne tarîxa gelên Tirkîyê ji 1923an şûnda, hîn dibin. Di Qanûna Bingehî (anayasa) û pir qanûnên din da parastin û pêşvabûna ziman, çand û tarîxa tirk bûye esasê sîyaseta dewletê di hemû beşên civakî da. Perwerdehî û çandî ya resmî li ser esasa etnîkîya tirkî pêk tê. Tarîxa tirk ya resmî bi rastî tarîxa tirkan yên hezar salan e ku dibistan, ûnîversîte û entstitûyên Tirkîyê vê tarîxê pêk tînin. Li alîyê din ne behsa tarîxa kurd dibe, ne jî rewşa kurdan ber û paş ava kirina Komara Tirkîyê li sala 1923an tê gotin.

Başbuğ û kesên wek wî çiqas behsa „Tirkîyêyî“ bikin jî, dîtin û şîroveyên wan bi sedîsed li ser nasnameya etnîkî ya tirk û înkarkirina kurdan û gelên din ê li Tirkîyê ava bûne. Çima ku, li Tirkîyê ne tenê sîyasetmedar û bûrokratên dewletê, gelê tirk jî tirkên ne hemwelatîyên Tirkiyê wek „esîldar“ (soydaş) dibîne. Wek nimûne: kazak, tater, azerî û tirkmenên Iraqê li gora dewleta û gelê tirk ji esilê tirkan e û birayên wan in. Di van rojan da, medya û sîyasetmedarên tirk ji bo Ezerbeycan gotina „du dewlet, yek netewe“ dikin. Va tê çi manayê? Ji alîyê din, tirk, kurd yan jî ermenîyên li der Tirkîyê wek bira nabîn in. Madam ku tirk, kurd, ermenî hwd. Hemwelatê Tirkîyê ne û gora tarîfa dewletê „tirk“ in, dive xwîşk û birayên kurdan û ermenîyan li dervayî Tirkîyê jî wek tirkên ku ne hemwelatê Tirkiyê ne, bên qebûlkirin.

Eger tarîfa Qanûna Bingehî li ser „tirkbûnî“ wek esas bê qebûlkirin, ev tê wê manayê ku kesên ê ne hemwelatê Tirkîyê ne, nikarin bibin „tirk“. Sedhezaran tirk li dewletên Ewropayê bûne hemwelatên van dewletan, divê ew êdî ne tirk bin û dewleta tirk jî wek tirk qebûl neke. Lê, dema ku sîyaset û pratîka dewleta tirk bê berçav, hertişt eşkere xûya dibe. Nasnameya resmî ya Tirkîyê etnîkî ye û bi vê şiklê jî îcra dibe. Kurd û gelên din jî mecbûr dibin ku bêjin „em tirk in“. Ji vê mezintir jî nasnameya xwe dûrketin û derewkirin jî nabe. Bona vê, kurdan nasnameya tirk qebûl nekirin û ji vir ha jî qebûl nakin. Lê, bi mîlyonan kurd asîmîle bûn û jî nasname xwe ya netewî dest berdan.

Başbuğ di axaftina xwe da behsa „asîmîlasyona kurdan“ kir û îdîayek anî ziman. Ev jî li ser „ne asîmîlekirina“ kurdan bû. Kesekî vê gotînê bêje, divê yan ji dineyek din hatibe yan jî aqilê xwe winda kiribe. Eger dewlet asîmîlasyon li ser kurdan nekiriba,ewqas kurd zimanê dayîka xwe ji bîr bikirîya? Balê, çima perwerdehî bi tirkî dibe û ji bo kurdan kurdî di dibistanan, ûnîversîteyan, daîreyên resmî û medya da qedexe bû û hîn jî qedexeye? Rojnamevanek dîkarî di konferensê da pirsên xwe li Başbuğ bi kurdî bike? Şaredarên bajarên kurd dixwazin bi zimanê kurdî ji xizmeta bidin, pêşi li ber wan bi tehdît, mehkemekirin û ceza tê girtin. Başbuğ van tiştan baş dizane, lê rastîyên Tirkîyê û Kurdistana Bakûr li gora armanca xwe tevlihev dike.

Hinek babetên din di axaftina Başbuğ da hebûn ku divê mirov li ser van tiştan di nivîsek din da bisekine. Li ser PKKê, şerê li Kurdistanê gotinên şaş û vala ji dev Başbuğ derketin. Hemû „tezên“ Başbuğ bi girêdayîya pirsgirêka kurd minak bi armancakê hatibûn nivîsî: înkar û asîmîlekirina nasnameya kurd û berdewamkirina şerê çekdarî. Bi rastî, Başbuğ bi xwe piranîya van îlmdaran wek Max Weber ne dizane, ne jî berhemên wan xwendîye. Mixabin, medya tirk ne va aspekt fam kir û ne jî pirsa vê kir. Bi gotinên vala wek „nasnameya ser“ û „nasnameya bin“ dîsa zeman qeyip bû û pirsgirêka kurd jî alîyê çareserkirinê di şûnê da ma.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 41an da hat belavkirin: 2009, 10-12.