Bilûrvanê bi nav û deng: Mehmedî Mamê

Hızır Akbîna

Mehmedî Mamê di salên 1890î de hatîyê dinê, lawê Mam î Silê, Mam î Silê Nêvîyê Alî Kalê. Alî Kalê ji ber şerê Nizipê bi birayê xwe Us û xanga xwe Fatê va revîyane û hatine Xelika (Qerecedaxê) û li vir bi cîh bûne. Alî Kalê ji Xelikan ra pir salan mixtarî kirîye. Çend salan bi şiva Silê Alî Kalê (Bapire Mehmed) bi çend malbatên celikî va gundê Hesarê ava dike. Mehmedê Mamê, Bavê xwe Mamê Silê, dayika xwe ji Kırkpınar-Celika Fadîma Bêzê ye.

Mehmedî Mamê li van gundên me mîrovekî bi nav û deng bû. Oda wî ji mêvan û xerîban re her dem ji hev bû. Kesên ji der dihatin gund (koşkar, berber, firoşkar, dengbêj, karker) gîştik li oda wî diman. Wî 25 salan ji gundê Hesarê ra mixtarî kir.

Camêrekî li ser xwe bûye, di salan 1945-1950î de hukmê leşkeran li welat pir bûye. Qerekol jî li gundê Altilerê bûye. Leşker dihatine Hesarê û çend rojan li oda wî dimane û rewşa gund mêze dikirine. Êvarekê dema cemata wî li oda wî hatiye ba hev, leşkerekî di nav cematê de lingên xwe dirêj kirine û Mehmedî Mamê bi pîna xwe li leşker xistiyê û jê re gotiye: “Bêterbiyê tu di nav cematê de yî xwe berhev ke.” Ew gotina û camerîya wî di nav gund û gundan de belav bûye. Rençberekî baş bûye, di bax û bostanê xwe de sebze-pilpincar dirişandîye û li cîranê xwe belav dikiriye.

Bilûrvan Mehmed

Apê Mehmed ji kurikîya xwe da hewasê xwe li ser bilûrê hebûye. Bi bilûreka biçûk dest bi lêxistinê kiriye. Di dema xwe de bûye bilûrvanekî mezin. Dema wî bilûr digirtîye; lênedixistîye mînak deng, can û nefes didayê wê. Dema wî ziravek ledixistiye, ew hekata zirave tanîye hemberê me. Ji dengê Êma Hemê kilamên Gordoyê gundê Celika tanîn pêş çavên me. Êma Hemê di kilameka xwe de gotiye:

Rê ji dî ya nare dî ya
Gordoyê min hespên xwe diçerandin
Yanî rê da li qîya zavîyan de
Çûn hevsaran hespên Gordoyê min anîn
Yên mîna kincên kuştîya.

Di kilameka din de jî Êma Hemê digot:

Mala bavê min li ûca
Di ortê de dîrege tûnca
Heq sahibî hatîye heqê xwe dixwaze
Tê bigota ji te berjêr xûdanê sûca

Kilamên kurmancên dor gola xwê û yên şêxbizinên deşta Haymanê, yên dengbêjên hetanî deşta Anatolîyê, yên radyoya Erîvanê, yên radyoya trt lêdixistine. Çi kilam ji ku bihistibin bi kurdî an jî bi tirkî gîştik bêyî kemasî lêdixistine.

Nevîyê wî Miço

Kalê min guh dida ejansa li ser radyoyê. Dû ajansa re digot; “Miço yawrim, kîjan kilam derket ez ji te ra wê kilamê bi bilûrê lêxim. Malbata me ji kilaman pirtir li bilûra apê Mehmed guhdarî dikir.


Li nav çend gundan Apê Mehmed

Kırkpınar: Mehmedî Mamê xarzîyê Celika-Kirkpinarê bû. Kirkpinarê him ji însanetîya wî, him jî awazê bilûra wî pir hez dikir. Xelkê gund mîna herin konserê radibûn diçûn Hesarê bilûrê Mehmedî Mamê guhdarî dikirin. Yan jî ew carcaran dihate Celika, xalanê wî, ew teme dikirin, “digotin bê bilûr mê!” Wexta ew hat, hema koşa odakê hazir dikirin li gor wextê bi du, sê seetan ew bernedidan.

Kozanlı, Doğutepe, Yaraşlı çend gundên din yên tirkan:

Li van her du gundan navê wî qevalci bû. Zevî û zîyanê xwe radikirin bi şûn va dihatin qavalci dibirin, dikirin mêvanê xwe, heftekî li dor wî dicivîn û bilûra wî guhdar dikirin.

Ji Kozanliyê A. K: Em wek çend ciwan ji bo xizmeta mezina bikin diçûn oda gund. Di rojên wek her dem kesekî ji me nedixwast here Odê. Lê, dema qewalci dihat ciwan diketin kelecanekê, daxwaz dikirin herin xizmeta oda gund bikin. Wan rojan xwarinên xweş dihatin amadekirin. Mezinê me bi bilûra wî û bi sohbeta wî re dem bi kefxwaşî derbas dikirin. Dema wexta çûyîna wî dihat, li ber derî an jî li kêleka malê 1-2 seetan ji bo jinan an jî ji bo xort û kurikan li bîlûrê dixist. Ji kesekî daxwaza tiştan an jî peran nedikir. Lê roja ew here gundê xwe erebe dihat amadekirin. Nîsk, nok, genim, ce ji mala tanîn, ji dûkana gund jî loqim, biskût, şekir, fistik, çay, tûtin tanîn li ereba wî ya ku pê bibin gundê wî bi kelecanê bar dikirin. Mîvanê qedirbilind dibirin gundê Hesarê.

Xelika-Qerecedax: Jênerasyona Qerecedaxê ya 68an, ji Apê Mehmed pir hez dikirin. Dihatin zîyaretîya wî, bi bilûra wî qeset tiji dikirin. Carcaran dihatin Mehmedê Mamê dibirin, bilûra wî guhdar dikirin.

Konsera Mehmedî Mamê ya Mezin

Li Xelika, di sala 1972an meha Tebaxê de daweta nevîyê wî Mehmed hebû. Ji Qerecedaxê re va firsendeka mezin bû. Xortên gund li vira komek çêkirin. Hatin du rojan pêşta Apê Mehmed birin. Wî ji mezinê wan re lêxist. Roja dawetê li ber şewqa hîvê, li ber lambên lokisan Mehmedê Mamê 4,5 seetan konsereka mezin da. Bi qasî 1000 kesî konsera wî temaşa kir. Li ser xanîyan, çardaxan ew bêyî solix guhdarî kirin. Li ber daweta Mehmed nanê bûkê, ku bûk derket bi şûnda datînan. Li dawetê Apê Mehmed gotiye; “wexta min tineye, hûn ê nanî bûkê rojê henê dînin.” Li Qerecedaxê va bû edet. E din li vir nanê bûkê rojê henê datînine.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 42-45.

Wêneyê bergê: Hişê Çekirî (AI)