Mem Xelikan
Mustafa Kurnaz, lawê Simê Mihemed û Têla Hecî Ekîz e. Li bajaroka Kulu li gundê Cêlikan (Kırkpınar) bi cih û war bûn. Di 14 salîya xwe de bavê vî dimire, bêbav, sêwî dimê. Ji bo wê jî, bêkes û serbest mezin dibe. Wê demê, meriv di tuneyîyê de wûn. Jîyan bi qar û bar wû. Mal û malbat bixwedîkirin zehmet û zor wû. Ji bo wê, dizi kirin zêde wû. Çîno (Mistefa), bi wî karî, karê diziyê bi nav û deng wû. Bûyî bû, hosteyê diziyê. Ji bo ku, bi her çînekî dizanî ew nava dayîbûn ser.
Çîno, meriyekî cêmer û bêtirs bû. Derên meriv bi ro bitirse nediçûyî, Çîno bêtirs bi şev diçûye. Li diziyên dikirî, xwe nedidaye dest. Bi jîyana xwe ya rengîn, bi karê diziyê li heremê, li gundên der dorê deng daye. Li heremê, bi şev zarok bi navê vî ditirsandine û dikirine xewê.
Çîno, wek kowboyekî wû ye. Ji hespa hezdikirîyê û wek sîwarekî hoste, hesp diajotiye. Li çiya tu hespê ku nedigirtî tûnewûne. Wek kowboyekî kemend diavitîye. Li pişta hespê xwe, di rojekê de li çar bajarokê heremê (Kulu, Cihanbeyli, Haymana, Bala) digerîyaye. Çîno, wek mafyayê wê demê wû. Li heremê, kî diziyê dike?. Çi didize? Li kêderê vedişêre Çînoyê me ji giştika agahdar wû ye. Li heremê, li kîjan gundî, li kêderê kê çi dizi kiriye, çi hatiye dizandin; pez, mange an jî tiştekî din hatiye dizîn, mala vî hatiye derva kirin, dihatine ji Çîno alîkarî dixwastine. Çîno jî, ku bi xwe nediziye diçûye, ew tiştê hatiye dizîn, ji dizan didizîye û didaye xwedîya. Qereqolê bajarokan jî, dema li diza digerin cara pêşîn dihatine ji Çîno alîkarî dixwastine. Fermandarên qereqolan dihatine cem vî, "Mistefa, li felan gundî, viqas berx, çend hesp, mange hatine dizînê. Here ji me re bîne." digotine. Vî jî digotîye: "Li ser serî" Mîna ku bi destên xwe ew tiştê diziye, bi şûn kiriwe, didîtiye û tînaye.
Çîno li serê çîyayê nêsîkî gund, maleke vî hebûye. Li wir ratiketîye û dijîyaye. Erdê li dor alîyê mala xwe, dirişandî û diçinîye. Li wir cotgarî dikiriye. Gundî, hê ji wê derê re dibên "Dûzê Çîno". Niha jî, ez ji we re çend çîn û diziyên Çîno yên me bihîstî qalê bikim.
Rojekê Çîno, di kêleka bostanekî re derbas dibe. Mêsdike, şivanekî kulavê xwe, kulavekî ecer bi serê çoyê xwe ve kiriye, bin sîya vî ramedîye. Bidivîyê wî jî hebûye ku bi şev tê da rakeve. Dixwaze, kulêv bidize. Difikire, ez ê çing şivên şîyarnekim, xewle bikim ku kulêv bidizim. Ji hespê xwe peya dibe. Hêdî hêdî nêzike şivên dibe. Kulavê şivên, bi benekî dirêj girê dide. Ben di dest de, li hespê sîvar dibe û dema bi lez hespê dimeşîne kulav li hewa di dûv vî berba dibe. Şivan, şîyar dibe lê ji toz û dûman Çîno ji wî ve xûya nake, tenê kulavê xwe li hewa dîbîne ku berba dibê. Şivan dihere gund, ji gundîyan re dibê, "Ez raketî bûm, rabûm balefirekê (teyare) kulavê min bi baska wê de li hewa difirê."
Rojekê Çîno, mîna herro li ser hespê xwe li deştê raste kerîyek pezî ku şivan li ber, tê. Mîyeke çê, mîya bizbendê bala vî dikişîne û dihere cem şivên. Wê mîye dixwaze. Şivanê me, çeka vî li navê, kûçikên kerî yên no jî hene. Bawerîya xwe bi xwe heye. Çîno azar dike û mîyê nade wî. Çîno, ji kêrî bi dûr dikeve û ji dûredûr ve, vî dişopîne. Dema şivan kerîye xwe, dibe devê newalekê de mexel dike, Çîno xwe tazî dike (Bi gotina Çîno, kûçik nayên meriyên tazî), hêdî hêdi dihere cem şivên. Çeka vî ji navê dike û mîyê digire bi dûr dikeve. Şivan dema bi xwe dihêse, ji xew radibe, dibîne çeka xwe û ew mîya Çîno xwastî tune. Dizane ew Çîno birin. Dihere cem Çîno, dibêje "Bra, mî ya te be, lê çeka min bide min." Çîno jî, dexwaza wî tîne şûnê.
Xwendevanên delal, ve dît ez ji we re qala rêberekî gel an jî egît û cêmerekî nakime. Qala meriyekî bi çîn û çirtikên xwe, bi dizîyên kirî deng dayî û bi jîyaneke cûda navdar dikime. Çînoyê me, bi kirinên xwe wikas navdar wû, dûw ve her gundekî doralîyên me Çînoyekî xwe hewû. Lê ew Çînona yên bi wî nav kirine. Çînoyê heq, Çînoyê Cêlikî (Kirkpinarê) ye.
Cîranekî Çîno qal kir. Got: "Ro je kê çûm ber mala Çîno, gundî berhevbûne. Çîno, çavên kerekî girêdane. Kerî berdaye ser mehînekê. Gundî jî, bi mereq temaşe dikine. Dema ku mehîna Çîno za û qantirek anî dinê, me fehm kir Çîno wê demê ketîye dûv çi."
Rojekê dîsa, Çîno diçûye gundekî cîran seredana meriyên xwe. Bi rê de, raste mangekê hatî ye. Mangê benek bi stû de diçêrîya ye. Çîno, mange girtiye û benê wê yê bi pi de bi rê ya xwe de diçûye, raste gundîyekî hatiye. Gundî pirsîye:
-Diherî kêderî?
-Di mal de, tiştekî zarok bixwin nema. Dixwazim herim vî gundî li hember. Manga xwe bifiroşim, dibê Çîno.
Gundî dixwaze mangê bistîne. Çînoyê me jî, mangê bi perene pirr difiroşe û dihere gundê ku here. Mêzedike, mala çûyî bi xwe de ketine. Manga wana wenda bûye. Malbat, di telaşa manga ku wenda bûyî de ne. Jê re dibêje "Xwe meêşînin, mereq nekin ezê bigerim manga we bibînim û ji we re bînim." dibê. Du rojan şûva jî, şevekê mangê tîne ber malê girê dide û dihere.
Li gor katkirina gundîyên Çîno, ne meriyekî bê maf (bêheq) wû ye. Dibêjin: "Diz wû, bi heş wû, lê neyî bêmaf (bêheq) wû. Deynên xwe didan. Heqê kesî nedixwar. (Ji xeyrî diziye!). Lê, Çînoyên huro, yên ku navê vî girtin pirranîyên wanan bêheq in, deynên xwe nadin."
Demekê Çîno, dixwaze maleka xwe çêke. Ji bo wê dihere Qulekê (Kulu) ku dar û bernî bistî ne. Dihere dera ku ew darbera dihatî firotinê. Esnafê ku navê Çîno bîhistî, naxwaze tiştekî bide vî. Çîno bi qîr û bar "Bulgurcu, ez î diz im. Ez, neyî bê ol û bê heq im." dibêje. Bi ser wê de tişte ku dixwaze digire û tîne. Deynê xwe jî, di ber herkesî tîne û dide Bulgurcu.
Rojekê Çîno dihere Qamanê (Bajarokê Qişêrê). Dihere gundê fiseka. Li ber malê, jineka belengaz di tuneyîye de dibîne. Wê jinikê, nav û dengê Çîno bihîstîye. Jê re gotîye; "Mistefa, ez qûrban, xwedîyê mala min mir. Ez, bi serê xwe nikarime zarokên xwe xwedî bikim. Di mal de tiştekî bidim zarokan nema. Em birçînî. Ez, alîkarîya te dixwazim." Çîno, tu bersîva nade wê û ji wir bi dûr dikeve. Çend rojan şuva Çîno, li pişta pênc hespa ard, sewar (bulgur), ce û genim, çay, şekir barkirî tê ber malê. Ew tiştê anî, dide jinikê û dûr dikeve.
Bi tesbîtên me, li 105 gundên doralî me Çîno hene. Ewana giştikan, navê Çînoyê Cêlikî pêda kirine.
Dizê me yî hoste va ye!.. Çînoyê Cêlikî ye.
Têbînî: Li amadekirina vê nîvisê, ji bo alîkarîya mamoste Hizir Akbîna spas dikim.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 66an da hat belavkirin: 2016, 19-22.