Mem Xelikan
Dema xebera mirina Gulê hat, meha sibatê bû. Rojeke sar, her der berf û çamur (herî) bû. Ji kûtigên berfê ciranek ne diçû cîranekî. Her derek cemidî bû. Rîya gundê ku diçû qezê di bin berfê de mabû.
Ji bo meytê Gulê ji qezê bînin gund, pîqaba Salo amede kirin. Zencîr avêtin tekera. Tabûtê boş avitin ser tênte.
Çend xortan ji mala Salo de hetanî rîya ku dikeve ser rîya qezê, bi bêran rê vekirin.
Salo û du kesên din li erebê siwar bûn û bi rê ketin.
Meço li dawiya gund li ser rê li benda wesîtekê bû.
Dema ku Salo Meço dît, erebe dawestand.
Meço:
– Salo qurban, dizanî lawê min esker e!
Va sê mehe ne ku me jê tu xeber û name negirtin!
Îro ne roja xwe ye, dizanim. Lê ku tu misade bikî, dixwazim bi we re herim qezê, ji PTTê pirs kim ka tu xeber hene an na.
Salo:
–Welle, li pêşîyê tu diwînî, cih tuneye.
Eger tu dixwazî, li vê sermê, li paşiya erebê rêwîtîyê bikî, were.
Meço:
– Xwedê ji te razî be! Min xwe qêm pêçaye. Ez dê li paşiyê erebê îdare bikim.
Meço li erebê siwar bû û xwe da ser têbût.
Erebe, bi şiqeşiqa zencîra berf diqelaşt û hêdi hêdi bi rê diçû. Meço ji bo ku xwe germ bike herdu destên xwe rahev dixist. Cixarek ji berîka xwe derxist û vêxist. Kûr û kûr kişande hundirê xwe.
Lê xuya dikir ku va serma zivistana romê kolay derbas nabe. Meço, çiqas xwe vir da û wir da dilivand jî, diqefilî û dicirifî. Fikrek hate bîra wî.
Bi xwe û xwe got:
– Ez bikevim hundirê têbût ê min ji sarmayê biparêze. Deriyê têpût ji hev kir û kete hundir. Derî li ser xwe girt û xwe tê de dirêj kir.
Salo û ew herdu kesên ku li pêşîyê rûnştîbûn hêdî hêdî bi rîya xwe de diçûn û sohbeta serpêhatiyên rîya dikirin.
Demekê bi şûnda ketin nava gundekî li ser rê. Rêwîyekî dest heyna û erebe dawestî.
Rêwî:
– Pismam, xêra miriyên we, ez jî bi were hetanî qezê herim.
Salo gotina ku ji Meço re goti bû jî wî re jî got:
– Hilkişe ser tênte.
Rêwî hilkişiya ser tênte û xwe da ser têbût. Erebe bi rê ket. Rêwî hay ji Meço tunebû.
15-20 deqa bi şûnda Meço di hundirê têbût de xwe livand û got:
– Em hîn di qezê negêhiştinî?
Dema rêwî ji têpût ew denga bihîst, ji ser têbût de firîya û xwe ji erebê de avite erdê. Bi ser wan dengana de, Salo erebe dawestand.
Salo:
– Meço we çikir? Te li mêrikî mîvan xist?
Meço:
– Na! Na! Kîjan mêrik, nizanim çi bû?Salo li însanê ku li erdê di nav berfê de dernexûn dirêjbûyî, nêrî.
Dest û pîyên wî livandîn, lê mêrik ne li xwe bû. Guhê xwe da ser dilê wî, tu deng jê nedihat. Dilê wî dawestîbû.
Salo çexê Meço bû:
– Lo, te dît te li me çi kir? Te mêrikê xelkê kuşt.’’ Çend deqan bi şunda hatin xwe.
Li çareseriyekê gerîyan.
Salo û hevalên xwe meytê wî rêwîyî kirin têbût û çûn qezê.
Li ser vê bûyerê serê Salo û Meço pir hat êşandin. Bi salan çûyîn û hatina mehkeman bi şûnda ji Salo re salek û ji Meço re jî dû sal, cezayê hepsê hate dayîn.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 41an da hat belavkirin: 2009, 21-22.