Berf, xewn, goşt û Mistoyê Heme!

Wehîde Memkê Hesê Mihe

Eyam ji nişke va sar bû. Siwê ne veng bû. Roya derketî, germa ya xwe bi camerî belav dikir û erd û ezman di nava du saetan da germ kir.

Paşê…

Vêxatir, vêsilav rivî û çû. Dûva berf barî. Himm jî çing! Navber neda.

Barî, barî û barî.

Demeka dirêj dev jî jê berneda.

Te bêyî ku bimbarekê qe newarîye. Li ewra, li ezmana tiştek nema, gîştik lûl bû hate xarê. He na gotin: Tifana Nih pêxember e li ser gunde Terzîya digere. Erê! Berfê gund mîna pelîvanekî xurt avête bin xwe. Dor û ber spî kir. Mîna ku rûberê orxanê kişandine ser malan. Pîr û kal tirsîn. Go tin: „Lo, lê tu bêtarên weng me neditîn. Em îro ji destê Xwedê xelas nabin. Bicemidin. Kefenî me kî ê girêbide! Aman ha aman, ji mala xwe dernekevin. Kerme û tepikan ber sovê zêde bikin.”

Êvar derbas bû. Di dûra şevê dest pê kir. Gundî gîştik ketin xeweke kûr.

Misto raketî bû. Di xewê de ji nişke va veciniqî. Bi tirs çavên xwe vekirin. Şevereş bû. Çav ça van nedidîtin. Li dor xwe mês kir, tiştek nedît. Bi tenê şewqa hîvê dikete hundir. Di quncikê hodê da sove vêdiket, gûregura wê di hat. Lê nêrî. Sove mîna hinarê sor bûye. Tîn û germî tevûhev bûne, di hodê de digerin. Ava di çaydên da dikelî, lilûb li li tutkê dixist.

Misto, di ber xwe da got: “Bismilleh. Ez hîn nemirime. Li mal im û di cîya da me.”

Dîsa jî îna nekir. Pê hîn nebû. Her du çav bi tilîya avand. Pîyê xwe qurçi kir. Dest li ser rûberê orxanê gerand. Carek din li dor xwe mês kir. Vê carê sedîsed pê hesîya ku ew hîn nemirîye û di cîya da ye.

Firehî kete dilê wî, tirs firî û çû. Orxan pîn kir û ji ser xwe avêt. Rawû, li ser çoka rûnişt. Di ber xwe de got: “Va xewna çi bû? Xopanê ez kirime bin xwe û mîna hevîr pûç kirim.”

Perçema ser enîye xwe bi destî çepê rakir û paş da avêt. Tilî şil bûbûn. Tilî dane ber pozê xwe û bîn kir. “Xû ye” got. Xû li enîye mîna morîyan qûç bûbû. Ewê ku perçiftî dirijîn, hêdî hêdi hetanî sîng dixuşîn.

Vê carê Misto dest avête du xinê. Kiras û derpê kontrol kir, çi bibîne, herdu jî mîna paçên şuştî şil bûbûn.

Telaşek kete dil. Sîng kire kûtekût. Ber xwe de got: “Aha, ez nexweş bûm!”

Na! Hetanî ku ew kete nav cîya, tiştekî wî tunebû. Çay yan jî av pir wexvar? Na! Hemû tasek av û du qedex çay bûn. Bi telaş serê xwe çerx kir û li jina xwe, Kezê mês kir.*– Kezê quna xwe di wê alî kirîye radikeve, pê ra jî dikire xorexor. Dengê ku ji dev derdiket fîtik diavit û dilîst. Yekî xerîb bidîta, ê bigota qey Kezê govendê dikşîne.

Bi destî xwe di Kezê kuta. – Kezê, Deng tune. – Kezê, Kezê,

Deng tune.

Misto acîz bûbû.

– Çikê li vê mês ke! Magê nawîze. Quna xwe jî çerx kiriye.
Careke din bi pînê di Kezê kuta.
– Lêee magê rawe. Va xewa çî ye?
Kezê bi dengekî lîz:
– Destî min nede!
– Rawe! Ez nexweş ketim. Bin xûyê da mam. Tu nabînî, ez î dicirifime.
– Xewa min tê.
– Maka xewa te gemê! Rawe!
– Çi dixwazî?
– Zu, kiras û derpîyekî bi min de.
– Tu ê paşê li xwe kî.
– Min di hestîyê bave nê! Rawe!

Kezê ji sibê pê va li ser linga bû. Westîyaye. Lê dîsa jî rawû ser linga. Fêr da lambê. Îşq kete hundir. Li hêlê hev du cîh xuya bûn. Di yekî da xasîya wê, Besê radiket. Keça wê Fatê jî, di bin linga da bû. Herdu jî ketibûn xewa kûr. Li hêla din Sonê û Gulê radiketin. Ew jî di xeweke kûr da bûn.

Kezê bi gavên nermik çû quncikê hodê. Hat li ber teqê sêkinî. Derî ji hev kir. Ji refa jêrî ji boxça kiras û derpî derxist.

Kiras û derpîyek kire bin çengê xwe. Çerx bû û hat ber Misto û kinc avête ser wî.

– Were, li xwe ke! Destî min jî nede. Westîya me û xewa min tê. Kezê lambe dîsa bi şûnê de xist, kete nav cîya. Orxan kişan de ser milê xwe. Misto mês kir ku Kezê di xewê keve, di wê kuta.

– Cikê li vê magê mês ke. Çavî tim li ser xewê ye. Qun jî vergerandîye. Rawe, kirês û derpîyê min li min ke. Ez bi tenê şû nakim. Destên min dicirifine.

Deng ji Kezê derneket.

Misto careke din:
– Ez niha rawim, te ber pîna dim?
– Destên te tunene? Bi xwe li xwe ke! Dirêj jî neke. Siwe bû, tu nema naxir ê bi rê keve.

Misto bi vê bersivê hîn acîz bûbû. Serîyê xwe hêjand, didan qirijandin. Bi refleksekê dest avête bin balgîyê xwe. Li tebeqa tûtinê gerîya. Herroj ber raketine di wir de vedişêrî. Niha bi çayê ra cixarê nekşîne nawe.

– Rawe! Min xevneke neçê dît. Qedexek çay bi min de, kiras û derpê jî li min ke!

Kezê pê hesîya ku Misto êdin ranakeve. Ew ê dirêj bike, him jî çing!

– Çay niha bû qetran. Tam rivî, nayê wexwarin. Tuyê sibê vexwî.

– Titûnê dipêçime. Yekê ji te ra jî bipêçim?

Kezê navê tûtinê bihîst, seri ji ser balgî ra kir. Mês kir û pirsî:

– Tu ê yekî jî ji min ra bipêçî?
– Erê! Tu du qedex çay wune, ez ê hetanî hîngê xelas bikim.

Bi rastî dilê Kezê berî ketina nav cîya cixare dixwast. Li tebeqa titûnê gerîya, lê nedît. Misto ew kiribû bin balgîyî xwe. Nikarîbû jê wî jî pirs bike. Rawû, çû ber teqa quncî din.

Du qedex derxistin. Çay li ser sovê dikelî. Bi işqa êr qedex tijî kir.

Di vê navbarê de Misto kiras û derpîyê li ser xwe derxistin. Rût– rapol ma. Şewqa hîvê da ser mil. Hestîye parsîyên wî xu ya dikirin. Dûrî de lê mês kî, tu ê beyî ku peykerekî Romî hatiye gundê Terzîya û li mala Mistoyê Hemê– di nav cîyan da runiştiye.

Kezê hat ber Misto û xwe da erdê. Herduyan şeqên xwe ji hev kirin û dan rû hevdu. Misto rût û rapol, Kezê jî kiras û derpî lê bû.

Misto cixara ku pêça da dest Kezê. Heste çend cara ba kir û bi carekê ra vêxist. Anî ber dev û ci xara wê vêxist. Kezê kufteke kûr kişand. Dûman hetanî kezewê lul bû û çû. Li ser hev du cara kuxî şûnva li Misto nêrî.

– Pee kiras û derpê jî derxisti ye. Fedî jî nake!
– Çayê vexve! Ta li min kî. Kezê dengê xwe nekir.

Ji qedexê çayê qultek din wexwar.

Kezê ji Misto pirsî;
– Ma ser xêre be, xewna te li ser çi bû?
– Kekê min kete xewna min.
– Gote çi?
– Ez dîsa azar kirim.
– Dîsa?
– Erê! Vê carê ew î li Girî Zîyaretê, li ser hespê bû.
– Hespê sipî, yan î kumet?
– Ê sipî.
– Sipî ne rindî ye. Lê dîsa jî ser xêre be!
– Seqoyê reş lê bû.
– Kîjan?
– Ew î ku min ji Kirikhanê standî.
– Meres?
– Potîn di lingan de bûn.
– Tiving?
– Erê. Li ser mil bû. Şarpa te bi cîzê xwe ra anî bû jî li stûyê xwe girêdabû.
– Gote çi?
– Min got lê, ez azar kirim.
– Ji bo çi tû azar kirî?
– Ji hesp dahat. Bi şivê li piştê min xist û got: “Lo tu xêr e nêyî ser tirba min. Te ez di nav mişkû maran da hiştim. Hetanî ku te pezek serjê nekir, ez te ef nakim.”
– Got pez serjê ke?
– Erê! Ez gotina wî nekim, ew ê herşev were min aciz bike.
– Çima?
– Ji ku bizanim?
– Derewan meke! Dilê te dîsa goşt dixwaze?
– Na! Bi Quranê be. Ez rastî dibêm. Magê tu nawinî nexweş ketim û di bin avê da mam.

Kezê cixare kişand. Dûmanê gupa xwe pife rûyê Misto kir. Misto xulî bû. Dilê wî kire kutekut.

– Ev çî ye? Keçê, te dûman çima pifa rûyî min kir? Te niha dilê min hejand.
– Dilê te tim diheje.
– Na! Kîngê? Çavên te yê tim li ser xewê ne.
– Lê lê. Ez destûre bidim, tu ê her şevê bixwazî.
– Maka te gemê. Kîngê helkiş time ser te. Ji bîra min derket.
– Tu bîr dikî?
– Te niha anî bîra min. Zu derpêyê xwe derxe.

Misto dest avête duxîna Kezê. Bi lapan zikê wê guvaşt. Kezê xwe paşva kişand.

– Pe… Li wî mês ke. Dîn bûye, heşê xwarine. Te negot, min di xewnê da bavê xwe dît.
– Ma bibe. Bavê min got heqe ku bûka min Kezê herşevê bide te. Zû! Dirêj meke! Derpîyê xwe derxe!
– Naxir ê niha were, nawe.
– Ê hîn dirêj dike. Dilê min xwest.
– Dilê te çi dixwaze?
– Peee vayê nizane, ka dil çi dixwaze.

Kezê mês kir Misto ji pîstê wê nawe.

– Hetanî ku min derpê derxist titûnek din bipêçe. Emê pişt ra bikşinîn, got û kur tazî xwe avête ser doşegê û xwe li ser piştê dirêj kir. Bi lez derpêyê xwe derxist. Bi dengekî lîz:
– De zu were! Naxir ê niha di rê keve. Dengî xwe jî meke. Besa bibihîze. A me so rezîl bike.

Misto şaş mabû. Ciwanîya wî, gava ew î hîn li ser xwe bû, hate bîra wî. Çav li serê Misto mezin bûbûn. Bi devê jihev li Kezê mês kir, paşê serê xwe berjêr kir li nav şeqa xwe mês kir, tişt tune bû.

Şaş bûbû çir bike. Mêranî kiribû, bi zora xwe a ku Kezê ji bîr kiribû, kiribû serê wê. Misto sor bû, deng jê hate birîn, nizanî çi bike. Çû mîna piskekê xwe da ser doşegê, kêleka Kezê. Xwe dirêj kir, paşê berva çerx kir. Destê xwe hêdî hêdi li ser zik gerand.

Na! Ne Kezê di xwe da dilivî, ne jî malmêratê wî. Bi tirs gu pa Kezê paç kir û serê xwe da ser balgî. Demek bi vî halî derbas bû. Paşê hêdî hêdi serê xwe bi lind kir, ji jor da li Kezê mês kir. Çavên Kezê girtî bûn. Ev ji Misto ra bu fersend û mîna xortê 18 salî bi carekê ra ji nav cîya derket çû ber pencerê û got:

– Sibê te “naxir naxir” bû. Te nêhîşt sala cara em îşekî xwe bikinî. Ha, naxir hat û çû, de ra be ka tu ê çir bikî?

Bi dengê Misto ra Besê sê ca ra ser hev kuxî, bi dengê kuxîna Besê ra jî Kezê çavê xwe vekirin û di ber xwe da:

– Misto, bi kekê xwe ra bê, ger careke din ew di xewna te keve, ma te har neke, bernede ortê û pezê xêrnedî jî bi te nede serjêkirinê. Misto bi hêrs:
– De here lê, tu çi dizanî, tire te yê çûne, fise te yê mane. Tu ancax ji heqe xewê derkevî.

Bi ser vê gotina Misto dawî ra him Kezê û him jî Besê di ber xwe da kirine hîkehîk kenîyan.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 85an da hat belavkirin: 2022, 38-42.