Muzaffer Özgür
Di destpêka sedsala 19an de li deşta İslahîyê û di nav herêma Çiyayê Kurmênc de eşîrên kurdan wek koçber dijîn. Eşîra celika jî wek eşîrên din, li zozana Guruna Sêwasê û herêmên ku zivistan lê derbas dikirin, diçûye û dihatîye. Li germîyana deşta İslahîyê jî eşîrên kurdan hedî hedî gund ava kirine û nîv niştecîh bûne.
Demek hatiyê, desthilatdarîya Osmanîyan ji bo eşîra di bin rêvebirîya xwe de bihêle û ji wan bac û leşkeran bigire, ferman derxistiye û li ser vê fermanê eşîr belav bûne. Malbat bi du-sê alîyan bûne. Birek li Çiyayê kurmênc, yek li deşta İslahîyê û yek jî li zozana Sêwasê maye. Talankirina mal û milkê wan ya ji alîyê dewleta Osmanî ve qet xelas nedibûye. Perişanî, belangazî û bindestîyê, eşîr birîndar û şelpeze kiriye.
Wê demê lawê Silê Qizê, Heso û malbata wî, ji ber tevlêkirina pezê xwe yê xalanê xwe û bi wan re jî çûyîne zozanê, li wir mane. Ji malbata xwe ya İslahîyê bi dûr ketine. Ap û malbata wî li İslahîyê, xalan jî li zozanê bûne niştecih.
Dem derbas bûyê û Osmanîya bi fermaneka nû eşîr carek din kirine koçber û Celikî jî wek eşîrên din, li deşta Haymanê gund ava kirine. Demsal hatine, çûne û sal derbas bûne, Dewleta Osmanî belav bûye, şer xelas bûye û li Anatolîyê dewletek nû hatîye avakirin.
Li deşta Haymanê, li gundê Celika, Heso wek gundî û merivên xwe bi pez re mijûl bûye û şivantî dikirîye, sê lawên wî jî alikarîya wî dikirine.
Ji rojan rojekê lawên Hesê, Mehmet, Omer û Mestê di nav çêra li ber Çalî Sor de kerîyê pez û bizin diçêrandine. Bi hewte hewta kûçikan re ew dibînin ku rêwîyekî berva wan têye. Ew kûçikê xwe yên pêz aşt dikin û rêwî nezî wan dibe û silavê dide wan. Rêwî bê hal û birçî bûye. Ew ji wan av û xwarinê dixwaze lê, ew ji ber ku bi cilên leşkerîyê bûye, hersê bira tirsîne. Kesê hatî li şûna xwe rûdine û ew jî xwe didin kêleka wî. Mehmet ji têra li ser kera xwe, kûzê avê tîne û dirêjî rêwî dike û pirs dike:
“Tu qaçax î? Siftê ji me re bêjî, tu kî yî, ji ku têyî, terî ku, çima ji leşkerîyê revîyayî?”
Rêwî kûz dadine ser xwe û têra xwe avê vedixwe. Bi qultequlta avê re her sê bira li çavên hevûdu mêze dikin, dilê wan bi rêwî dişewite. Rêwî dema ji avê têr dibe, dest bi bersiva xwe dike:
“Ez î ji İslahîyê me û heft sal in li merkeza Konyayê leşker im. Ez ji leşkerîye revîyam. Ez î herime Haymanê gundê Celika, li wir xwanga min, merivên min hene.”
“Merivên me jî li İslahîyê hene”, dibêje Omer.
Xorta dizanîn ku malbata wan û xalên wan li welatê jêr in. Lê çûyîn hatin qet tunebûye. Dayika wan her êvarê bi dilekî zîz ji wan re wek çêrok behsa malbata xwe; dayik, bav, bira, ap, xalan, pismam û yên din, behsa eşîra xwe dikirîye û şîna xwe qet kêm nedibûye. Mehmet dipirse:
– Ji we re mala kê dibêjin?
– Li İslahîyê ji me re dibêjin Mala Qizê.
– Em jî mala Silî Qizê ne!
– Navê dayik û bavê we çi ye?
– Bavê me Hes e, dayika me jî Fat e.
– Navê min Selman e. Ji min re dibêjin Kazankiran, ez xalê we me.
Dema navê wî dibîzin, ew kelecanî dibin û kurik terin destên wî û eşkere dibe ku xal û xarzîyê hev in. Xwarina xwe derdixin didin xalê xwe û bi ser hev de digirîn. Ji nuşka va Mest radibe berva gund dimeşe. Tere mal, dibîne ku li ber sîya dîwarê mala xalê Çavûş jin, mêr cimatî rûniştîye. Ew bi kelecanekê dibêje:
– Etê xalê min Selman î hatiye! Birayê te!
– Selman çî ye lawooo? Were solixa xwe bigire, ka çir bû ji me re bê!
Mest qala hatina xalê xwe ji malbata xwe re dike. Her kes di nav kelecanekê de dimê. Li çolê jî Mehmet, li ber pêz dimê û bîstekê bi şûn ve Omer û xalê xwe tên gund. Li ber mala wan galegalek belav dibe. Dema Fata jina Hesê, birayê xwe dibîne li ber derîyê mala xwe bîlva (bîrva) tere. Jin, wê tevûhev digirin dibin hundirê malê. Mezinên gundê Celika tên ber mala Heso. Her kes ji wî pirsa merlixên xwe dike. Ji ber ku ew heft sal in leşker e, nikane bersiva wan bide. Bîstekê bi şûnve Fat tê ba birayê xwe, ew dikevin hembêza hev. Ew hesreta salan, bi şînê di nav dilopên girî de dirijînin. Fat Selmanê birayê xwe yî biçûk li kêleka xwe de dide rûnişkandin û destê xwe dide ser milê wî. Ew wî paç û bîhn dike. Selman ji wan re qala gund û eşîra wan ya heft sal berê bidûrketî dike; yên mirî, yên mayî... Yek pismamê xwe dipirse, yek xalanê xwe dipirse, yek xaltîya xwe dipirse. Pirs û bersiv heta evarê didin du hev.
Selman hesretîya gundîyên Celika kêm dike. Êşa wan sar dike. Ew salekê li mala xwanga xwe, li gundê Celika dimîne. Teve gûndîya kar dike. Êdî dibe yek ji wan. Mezinê gund daxwazin wî bizewcînin, lê ew qebûl nake. Her dem dibêje: “Ez ê herim welat, dayîka min û malbata min li benda min in.”
Rojekê ji rojan ji qeza Haymanayê leşker tên gund û behsa efkirina kaçaxan dikin. Mixtar evarê xeberê dide Selmên. Dema Selman vê xeberê dibîze, şa dibe û bi mezinê gund re dibêje: “Edî ez herim welat, rêya min vebû.” Çend rojan xwe amade dike, xatirê xwe ji gundîyan dixwaze, derdikeve rêwîtîya deşta İslahîyê.
Roj derbas dibin, Selman digihîje gundê xwe, Karahoyûka Kulxêş. Ji ber ku heyşt salan zêdetir derbas bûne û ew bi şûnve vegerîyayê, mezinê gund li mala bavê Selmên tên ba hev. Bi jin û mêran şîneka giran dikin. Ew jî, hekata xwe bi kelecanekê re ji malbata xwe û gundîyên xwe re qal dike. Paşîya pirsan xelas nabe. Nêzî du heftan her roj bi qalkirina xwe, hesretbûna gundîyan ya ji bo merivên xwe yên di koçberîyê de wenda bûne, kêm dike Selman. Pismam, pismamên xwe, xal, xarzîyên xwe, met û xaltîyên xwe dipirsin gundî û merlixa wî. Hesreta bêwelatbûnê, êş û kulên surgûn û koçberîyê, di nav gundîyan de carek din derdikeve holê. Ji wan re behsa gundê Atkafasîyê, Kirkpinarê, Hesarê û Kutuga dike. Behsa mezinên sax û mirîyan dike. Rewş û gund avakirina wan, deşt û zozanên wan dike. Qala eşîrên cîran û gundên wan dike.
Dayika wî Qizik, ji ber ku malbata keçika xwe koç û surgûnî Haymana bûne, kezeb şewitî bûye. Ji ber ku birîn û êşa wê vebîye bi rojan şînê dike. Qet ranakeve. Bi şîn û girî li ber mala xwe digere, bîhna xwe teng dibe, nakeve mal. Malbat li ber xwe dide ku wê aş bikin, lê nikanin.
Demsal derbas dibin, di şeveka zivistanê de Selman û dayika xwe Qizik biryarê didin ku herin Haymanayê ba Fatê. Bihar tê, li deşta wan kulîlk derdikevin, tîna ro dinyayê germ dike. Daxwaz dikin ku biryara xwe bi cîh bikin. Selman tere gundên Komira, Kemeza, Ketrancîyê û Toplemê bi merivên xwe re li ser rêwîtîya xwe agahdarîyan digire. Rêwîtî dûr û dirêj e û mirin û kuştin heye. Ji bo pîrejinekê jî hîn bi tirs û zehmet e.
Selman bi rêya merlixa xwe li Entabê hebûna nas û merivên xwe dibihîze. Tere Entabê ba wan. Kesekî merlixa xwe li gundê Kutuga dijî, nas dike. Ew kes merivê mala Gumê bûye. Carcaran bi xwe jî bi karwanên xwe berve deşta Anatolîyê çûbûye. Tucar bûye û bi karwana hêştiran ji deşta Anatolîyê xwê dibirîye Helebê. Selman li ba wan dimîne û daxwaza xwe bi wan re dibê. Ew şert û mercên rêwîtîyê tînin zimên û ew qebûl dike.
Selman vedigere gund û du hespan bi zîn û zengîyê amade dike. Qiz ji bo merlixa xwe tune, hevreşîmê ji Şamê hatî, tizbî, nênik, çend cil û berga dike çalekî ku wek dîyarî bide wan. Ew roj tê û bi karwana xwê re derdikevin ser rêya deşta Anatolîyê. Roj terin, hefte terin, digihîjin merkeza Canbegan. Bi alikarîya çend kesan jî, li dor êvarekê tên gundê Celika.
Li gundê Celika carek din şîn tê kirin. Hesretîya koçberîyê, êş û jana wê, wan diêşîne. Qizik û Selman çil roja li ba merlixa xwe dimînin. Lê rojek tê, dema vegerê ye.
Qizik gulîyên xwe dibire dide keçika xwe Fat ê, Fat jî gulîyên xwe dide dayîka xwe. Qizik di nav malbatê de, bi şîna kirî re bi keçika xwe re dibêje: “Ez mirim, ma gulîyên te dînin ser sîngê min. Fat jî vê daxwaz dike. Ji gundîyan, malbat û merlixa xwe xatirê xwe dixwazin û bi karwana xwê ve derdikevin rêya İslahîyê.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 85-88.