Yusuf Yeşilöz û Fatin Kanat beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî dibin

Derhênerên ji kurdên Anatolîyê Yusuf Yeşilöz û Fatin Kanat, beşdarî Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê dibin.

Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê di sala 2002ê da hat demezrandin û di sala 2020ê da 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Di berdewamiya salan da çalakiyên çandî di nava Festîvala Berlînê da bi cih bûn û êdî festîval ne tenê civakên kurd her wiha di nava sînemahez û gelên Berlînê da jî tê zanîn.

Xwendina bi nivîskarê kurd Yusuf Yeşilöz

Di 12ê Cotmeha 2024an de saet 15:00 de, Babylon (Berlin-Mitte) wê bi nivîskarê kurd ê navdar Yusuf Yeşilöz re xwendinek li dar bixe. Yeşilöz di sala 1964an de li gundekî kurdan li Anatoliya Navîn (Gölyazi, Xelkê Dondurme– Cihanbeyli, Konya) hatiye dinê. Di sala 1987an de koçî Swîsreyê kiriye. Niha bi malbata xwe re li Winterthur dijî û wek nivîskar, wergêr û fîlmçêkerê serbixwe kar dike. Berhemên wî gelek xelat wergirtine û bi zimanên cuda hatine wergerandin.

Di çalakiyê de Yeşîloz wê ji pirtûkên xwe bixwîne, li gel romana “Hochzeitsflug” ku di sala 2020’an de ji aliyê Gitta Gsell ve bi navê “Beyto” hatiye kişandin. Piştî xwendinê dê di çarçoveya festîvalê de fîlm bê nîşandan. Yeşilöz dê cildên din ên sêlojiya xwe jî pêşkêş bike: “Die Wunschplatane” û romana xwe ya nû “Der Libellenspiegel” ku nû hatiye çapkirin.

Fatin Kanat jî beşdar e

Di 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de, di 11.10.2024 li saet 19:30’an de, pêşandana taybet a fîlma “Bizim Îsmaîl” a derhêner Fatin Kanat û Onder Înce bê nîşandan.

Di daxûyanîya festîvalê de wisa hat gotin: “Em bi kêfxweşî radigihînin ku îsal em ê li benda derhêner Fatin Kanat & Önder Ince û bîrmend, lêkolîner, nivîskar, aktîvîst û mamosteyê hêja Îsmaîl Beşîkçî bin.”

Fatin Kanat, sala 1958an li gundê Buldux (Konya-Cihanbeyli) hatiye dinê. Li zanîngehên Gazî û Enqereyê xwend. Di nav organîzatorên Festîvala Fîlmên Karkeran de ye. Di sala 2018an de ji bo rêveberiya ÎHDê hat hilbijartin. Karên xwe yên sînemayê dewam dike.

Îsmaîl Beşîkçî civaknas e ku ji ber nivîsên xwe yên li ser Pirsgirêka Kurdî ji jiyana xwe 17 sal û 3 meh di girtîgehê de derbas kiriye. Tevî hemû astengî, lêpirsîn û cezayên girtîgehê Îsmaîl Beşîkçî di bin sîwana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de lêkolînên xwe didomîne.

Festîval

Bernameya festîvalê ji kurtefilm, belgefilm û filmên metrajdirêj pêk tê û hem karên derhênerên çar parçeyên Kurdistanê -Başûr, Rojhilat, Bakur, Rojava- û dîasporayê hem jî karên derhênerên Ewropî yên ku behsa babeta rastiyên kurdan dikin, di nava xwe da dihewîne.

Çalakiyên mîna nîqaşên bi rêya panêlan, konsert û xwendinên cûr bi cûr, bernameya filman ya bi baldarî hatî hilbijartin, xurttir dikin. Ji sala 2018ê û vir ve, bi hevkariya Komeleya Yekîtiya Malbatên Kurd, YEKMALê, gelek filmên zarokan bûn perçeyeke bingehîn ya bernameya festîvalê. Dîsa, ji sala 2020ê û vir ve bername cih dide nêrînên hunermendên ciwan yên kurd yên videoyên hunerî çêdikin, û ew bûne perçeyeke bingehîn ya festîvalê.