Xeyala Zimên

Rojvan Enes

Tu bi kurdîya akedemîk dizanî? Ev pirs li her derê tê bihîstin. He-ma hema ketîye devê herkesî. Û divê bê gotin ku gotineke şaş e. Çima şaş e? Çawa ketîye zimanê me? Em ê di vê nivîsê da van pir-san bibersivînin.

Zimanê akademîk; ew ziman e ku xwedî têgehên taybet e. Ev têgeh jî li gor her beşî tên guhertin. Zimanên akademîk di nav zanyarên hevkar da tên bikaranîn.

Çi edebîyat be, çi matematîk, çi erdnîgarî û hwd. Dema mirov bi hûrgilî mijarekî rave dike; zimanê rojane ji bo derbirînê kêm dimîne. Ev kesên zanyar jî ji bo bikarin xwe îfade bikin têgeh û peyvên nû çêdikin. Ev peyv tenê di nav wan kesan û di civata wan da tên zanîn. Hûn niha herin gotareke derheqê matematîkê bixwînin hûn nikarin jê fahm bikin. Ji ber ku zimaneke akademîk e.

Wek me dît; zimanê akademîk ji bo mirovên ji rêzê zimanekî zehmet e. Û perwerdehîyekê divê. Li gor min ji ber vê yekî ye ku mirov dibêjin kurdîya akademîk. Ji ber ku ew ji vî zimanî fahm nakin. Lê mesele tenê ne fahmnekirin e.

Meseleya din jî ji perwerdehîya me ya tirkî tê. Ji ber ku me pêşî bi vî zimanî perwerde dî, em berawirdîya her zimanî li gor tirkî dikin. Çawa ku tirkî devokên xwe kuştine û ew tenê bûne dezgehên pêkenîn e, çawa devoka Stembolê kirine devoka standart û fêrî herkesî kirine, em kurd jî ji bo kurdî heman tiştî dixwazin. Dema kurdek fêrî kurdî dibe ji devoka xwe dûr dikeve. Çawa ku tirk dema bi tirkîya Stembolê diaxivin xwe biserketî hîs dikin. Kurdên me jî dixwazin ji devoka xwe dûr bikevin û bi vî awayî zanîna xwe nîşan bidin. Lê ev ji alîyê gel ve nayê qebûlkirin. Kurd vê qebûl nakin. Dema hûn ji devoka xwe dûr dikevin gel jî ji we dûr dikeve. Him hûn naxwazin ew ji we fahm bikin him jî ew naxwazin we fahm bikin. Û di vê navberê da kurdîya akademîk diwelide. Ji ber ku stranbêj yan jî sîyasetmedarên me ji devoka xwe dûr dikevin, xelk jî vê, wek kurdîya akademîk bi nav dike.

Em niha jî pênaseya zimanê standart bikin. Zimanê standart ji bo kurdan tê çi wateyî? Em kurd ji ber ku tu caran di bin banê otorîteyekî da nebûne yek; zimanê me jî ji vê bêpar nemaye. Wekî civaka me zimanê me jî tu caran nebûye yek. Helbet heta sed sal berê ev tenê ne ji bo me ji bo hemû miletan wisa bû. Lê çawa ku piştî şoreşa frensayê serdema netewedewletan dest pê kir ev rewş guherî. Her miletî wekî civata xwe zimanê xwe jî kirin yek û standardek dîyar kirin. Bi xêra zimanê standard civakê peywendîyên xurtir anîn meydanê û dewletên xwe jî bêtir bi pêş xistin. Lê ji bo me hemûyan eşkere ye ku kurd û kurdî ji vê konaxa pêşketinê bêpar man. Û her yek ji me bi awayeke cuda fêrî vê konaxa nû bû. Vê jî kir ku em bêtir ji hev dûr bibin. Piştî ku min ev gotin kirin îcar ez ji we bipirsim; zimanê standard çi ye?

Zimanê standard: Ew zimanê ku ji bo peywendîyên civakê xurtir û hêsantir bibin, ji bo ziman bihêztir bibe, ji hemû dewlemendîya wî zimanî sûd werdigire û bi vê dewlemendîyê zimaneke hevpar çêdike.

Zimanê standard sed sal berê ji bo her miletê hewce bû. Îro jî hewce ye. Her çiqas em dereng mabin jî ji bilî vê tu rê tuneye.

Lê zimanê standard nayê wê wateyê ku em dev ji devoka xwe berdin. Berovajî gerek em devoka xwe bernedin gerek em wê rast bikin. Zimanê standard ne zimanekî nû ye! Zimanê standard devoka we ye! Dema hûn ji vê devokê peyvên biyanî derbixin. Ji devok yan jî ji dîyalektên din peyvên xwemalî bikarbînin ev dibe zimanê standard.

Divê nayê jibîrkirin ku her ziman tê guhertin. Heta sed sal berê ev guhertin sirûştî bûn. Lê îro her milet bi xwe dîyar dike ku zimanê xwe wê çawa biguhere. Kurdî jî li Kurdistanê û li Anatolîyayê bi gelek neteweyan ve danûstandin kiriye, gelek rastî guherînên sirûştî hatîye. Lê îro dem hatîye ku em bi xwe qedera zimanê xwe dîyar bikin. Em li gor daxwazên xwe teşeyeke nû û nûwaze bidin zimanê xwe.

Divê em wer bikin ku her kurdek ji hevdu baş fehm bike û bêtir nêzî hev bibe.

Raveyeke hîn eşkere bikim. Em bêjin min peyveke nû hewisî. Ev peyv “dibistan” e. Dema em kurdên Anatolîyê û kurdên berferatî vê peyvê bi lêv bikin, em ê bêjin “dibiston”. Lê dema em binivsînin wek herkesî em ê jî “dibistan” binivsînin. Yanî yê dixwazim bêjim ji bo hûn vegerin ser koka xwe gerek hûn ji xwe dûr nekevin. Ancax em dikarin bi rêya devoka xwe vegerin koka xwe.

Ji bo devoka berferatî mînaka çend peyvên nû û bilêvkirina wan:

Pêwendî = Pêwandî
Dibistan = dibiston
Mamoste = momusta
Temaşevan = tamoşavon
Nivîskar = nivîskor
Xwendekar = xondakor
Kurdistan = Kurdiston
Xelikan = xalikon
Bîrnebûn = bîrnawûn
Gotar = gutor û hwd.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 88-90.