Bêrîvan Xizêmzêr
Eyy cimattt! Eyy şênîyên axa sar! Xweda îro li me hat xêrê, bilîlîn û bireqisin. Îroj roja xweşûştina me ya ji gunehên me ye. Eyê, serê xwe hilde! Îro enîya te heta hetayê hat hilmaştin. Ji niha bi şûn de dê ti evdên Xweda yê bi ferxêsbûna min, bi ferxêsbûna lawê te nizanibin.
Eyy cimat! Xecêêê, xezala berrîyê! Bila dengê min bigihe te jî. Mêranîya ku min kezîyên te yên reş jê re kirî qurban, ew mêranîya ku piştî 60 salî bûyî sedema vegera te ya malbirayan û bûyî sedema mirina te ya li berlingên jinbirayan, ez ê îro li vir bikujim. Şeş sal di ser zewaca me re derbas bûbûn lê hîn jî zaroyek ji me re çênebûbû. Her roj di nava malê de himehim û pitepita eya min ya bi ser Xecê de bû. Her carê mane bi tiştinan digirt û mîna ku ferxêsbûna min li wê eyan bibe zikdirî didan Xecê, ji nan û ava destên wê pê bûyî nedixwar û venedixwar. Carek be jî nehişt ku Xec jî mîna keç û bûkên malbatê kincekî rind li wê bêjna xwe ya tenik û kûbar bike û biçe nav keç û bûkên cîranan.
Ji alîyekî ve jî di ber min re diçû û ez li Xecê sor dikirim, digot “Ev bû şeş sal vê bûkê ji te re zarokek nêanî, zarok ji vê bûkê çênabin lawê min, were bi ya min bike, yan em vê bûkê bibin ba Ema Elî bila dermanekî li vê bûkê bike an jî divê tu li ser vê bûkê bizewicî.” Ez bi dilê xwe bi Xecê re zewicî bûm û me ji hevdu hez dikir û loma jî her ku wê ji min re behsa zewacê dikir, min digot “Eyê, dev ji van tiştên beredayî berde, ez ne wê dişînim mala wê falbazê ne jî li ser wê dizewicim.”
Min kir û nekir min bi eya xwe nikarî û danê ez ne li malê bûm, ji xwe re kiribû fersend û Xec biribû mala Ema Elî jina falbaz. Ew jî ji xwe ve gihaştibû wê encamê ku zaro ji Xecê çênabin û çend dermanên kurmancî li wê kirîbûn. Wê êvarê Xec ji ber êş û jana laşê xwe heya sibe nehewîyabû. Destê Xecê di kefa destê min de, çavên min jî di pencere re kêlî bi kêlî li hêvîya berbanga ku vê bêçaretîya min ronî bike, wisa bi ax û nalîn me sibe li xwe ronî kir.
Ji bo ku siwareyekê peyda bikim ez bi berbangê re ji malê derketim. Min xwe bilez û bez gihand nava gund û min siwa eyeke di wir re derbas dibû rawestand. Piştî du seetan jî em gîhan nexweşxaneya bajêr. Du hemşîre pekîyan hawara min û Xec ji hembêza min girtin dan ser darbestekî û birin. Biqesî du hefteyan jî nehiştin ku çavên min bi bejna Xecê kevin.
Ew herdu hefteyên ku Xec bêxût raza bû, ji min re bûbûn du hefteyên azarî ta ku dengê axaftina di navbera du hemşîreyên ku dema li hola nexweşxaneyê rastî min dihatin û bi awirên xwe nifir li min dibarandin gihaştîbû min. Hemşîreyan digot: “Xweda hevza me ji jinên mêjûmêr bike, ji bo ku xelk nebêje kurê wan ferxês(sewr) e, ew ê qestî canê bûkên xwe bikin. Qey tu dibêje ya ku ji lawên wan nayê, ê ji gil û gîyayên ji doralî berhevkirî were, hahaaa haa.” Ev gotina hemşîreyan ku mîna bizmarekî di mêjûyê min re çûbû xwarê, wê şevê û gelek şevên din jî xew nekiribû çavên min. Di xewnereşkên min de pistepista hemşîreyan berê di nav nexweşxaneyê de olan dida, pişt re li nav kolanên bajêr piştre jî li nava gund bilind dibû: ”ferxês… ferxês… ferxês…”
Êdî nema min dikarî rûyê xwe bi rûyê wan hemşîreyan bixim û rewşa Xecê bipirsim. Bi êvaran diçûm otelê radizam û bi roj jî li ber çayxaneya ku li hember nexweşxaneyê bû, rûdinîştim.
Piştî çend rojan bijîjkek hat li hewşa nexweşxaneyê li hemberî min sekinî û bi hêrs got: “Ma ne bes e! Ti nema bû ku hûn jinikê bikujin, îcar bi ser de jî tu wê rebenê wisa ceza dikî? Tu çima naçî ba xanima xwe û bi wê re deng nakî berdilê wê de naçî?” Ez ji cihê xwe rabûm û serê min di ber min de, bêyî ku gotinekê bikim min pişta xwe da bijîjk û ez çûm otelê. Lê dengê hemşîreyên ku di guhên min de diçingîn, heya sibe ez di nav nivînan de gevizandim: “ferxês… ferxês… ferxês…”
Dotira rojê ez çûm odeya bijîjk û min jê re behsa hal û meselê kir û piştî çend gotinên dilmînî bijîjk dest bi tehlîlên min kir, yên ku encamên wan piştî hefteyekî dîyar bibin û ji wê rojê bi şûnde jî bibin xewnereşka Xecê.
Ji wî derîyê hewşê yê ku berî mehekê ez bi sivikîya xortekî bi bazdan jê derketîbûm mîna termekî xwîn ji laş kişîyayî ketîbûm hindur û bi rojan ji malê derneketim.
Bextreşa eya min zû bi rewşa min hesîya lê dîyar bû ku ew ji min jî bêhtir ji rastîyê ditirsîya. Lê ji alîyekî ve jî ew tundîyên xwe yên berê dîsa li Xecê dikirin. Rojekê min gazî eya xwe kir, destê wê xist kefa destê xwe û min ji wê re rastîya meseleyê vegot. Da ku êdî tundîyan li Xecê neke lê wê rastîya min heya îro ji Xecê veşart û ji ya berê jî bêhtir tundî li wê kirin.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 84an da hat belavkirin: 2022, 48-48.