Sînopsîs

Mistoyê Heco

Zilamekî biçûk bi xemgînî ji pencereya tramvayê, li fotografxane ya mirovên bextewar dinêrî. Li derve dîmen, sûret, deng tim diguherîn, lê bextewarîya miro van wek xwe dima.

Diheyirî zilamê biçûk!

Diheyirî!

Kesî ji wî fêm nedikir, ne di xema kesî de bû, bi tena serê xwe, sik û sêwî mabû. Dilê wî pir diêşîya. Her tiştê wî ji dest çûbû. Herda ku li welêt hejî, di dilê wî de jî dihejîya, dilkavilî bûbû.

Dizanî!

Êş ne kêm bû ne jî mîna hev bû. Bêhempa û yekta bû.

Di wê kêliyê de dixwest bi tenê ji mirinê tiştinan bidize, zilamê biçûk.

Dizanî wê çi bike.

Berîya çendekî ew ji bihuş ta bêjeyan hatibû qewitandin. Ji xalîbûneke bi qasî milyon sal mişt filitîbû û car din hatibû dinyayê. Ji feleqeya kalên mis kin re derbas bûbû, di destperka cahilan de bûbû tûk û daweşîbû qulên tiwaletan.

Carekê jî bi tayê ketibû, lê dîsa jî hatibû ser hemdê xwe, pak bûbû.

Wî pir êş kişandin. Pir, pir, pir, pir… lê hê jî dixwast wan êşan bikşîne. Dinya hemû bûbû yek û bi ser wî de dihat. Nedikeserî, dikenî. Ji bihuşta bêjeyan hatibû qewitandin, lê hê jî dikenî. Di wê bihuştê de bi qasî destên celadekî pak bû. Bi qasî destên wî yên bi xwînê hatibûn şuştin…

Dikenî!

Ew bi kufrê, bi sergêjiyê hatibû tackirin.

Dikenî!

Digot, ez ê binivîsim. Peyv qalikên birînên min jê rakin jî peyvên min in, ez ê binivîsim.

Ji mirinê neditirsî. Digot, nivîs ji mirinê dizîn e. Ez ê ji mirinê bidizim.

Difikirî zilamê biçûk, şev û roj difikirî, xwe ji herkesî dizîbû û ketibû qurçikê xwe û bi peyvên xwe şa dibû.

Dizanî!

Dikarî di wê kêliyê de giyanê xwe bêdeng bike. Mirin beriya wê jî careke hatibû ber deriyê wî. Jê neditirsî. Lê, nedixwast xwe bêdeng bike. Dixwest binivîse.

Destê xwe diavêt nav porê xwe yê dirêj û ew ta bi ta badikir, zilamê biçûk.

Nivîsîn ji mirinê dizîn e û wî dixwest ji mirinê tiştinan bidize. Bi tenê dixwest ji mirinê tiştinan bidize. Çimkî her tişt belesebeb ew qas dimirîya ku wî digot, mirin ji me deyndar e. Piranîya jîyana wî li ser vê yekê terxan bûbû. Di bihuşta bêjeyan de jî, aniha jî…

Zilamekî biçûk bi xemgînî ji pencereya tramvayê, li fotograf xaneya mirovên bextewar dinêrî.

Li welatê wî çem hemû ber bi jêr diherikîn, lê li vir hemû çem ber bi jor diherikin. Û got, rojekê ez ê xwe bidim aliyê herî jor ê vî welatî û xwe bi qerîna xwe têxim nava wê fotografê.

Ez ê xwe ji porê xwe daliqînim ber deriyê kenê wan mirovên bextewar…

Dizanî,

Ê belesebeb bibînin mirina wî.

Ê nizanin ku wî ji mirinê têra dinyayekê dizîye.

Bila be…

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 26-27.