Seba Heskîfê

Ali Duran Topuz

ı

Siya dinê
îro çi qas giran e!
Bin taveke cemidî
Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê

Heskîf nûxuriya tarixê ne bû ku îro dixendiqînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh?
Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin?

Ava dinê îro çi qas giran e!

Dinê li me kirine aş
Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin
Av berdane ser qubeyan, minare dizîne
Çerxek agirîn digerînin
Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye

-Ev çiye silav dide ji çiyan?
-Çeqçeqa mirinê ye!
-Ev çiye dibare ji êsmîn?
-Xwêya hêstira me ye!

Em li zimanê xwe digerin
Bi zimanekî biyanî
Em ji xwe direvin
Bi çavên girtî

Siya dinê îro çi qas giran e!

ıı

Çavên we ronî be ez mirim
Ez pêr mirim, şeva dî dîsa mirim, îro dîsa û sibe…
Sibeya min mirineke pir dirêj e

Şûna lê megrîn seba Heskîfê
Av berdan û ez xendiqandim
Li ber çavên dinê!

Ez deh hezar salî bûm
Mirina min jî ewê deh hezar salan biçe
Şûna lê megrîn seba Heskîfê

Çavê di we ronî be
Bila yê di min şêlû bimine
Bin tasek ava genî de

* Şûna lê: Di devoka Qoçgîrî de, bêhûde, beleheq, belesebeb, berheva, bêsebeb…

Va nivîsa bi du beşa (Seba Heskîfê I - II) di bloga parêzer, rojnameger û nivîskarê ji Qoçgîrî Ali Duran Topuz de hatibû belavkirin. Bi pêşniyar û destûra wî em li vir jî belavdikin. (Hejmara Bîrnebûnê ya 89an. R. 80-81, 2024)