Rojhilata Navîn di rewşeke nû de ye. Kurd li ber şertên nû: Derfet an jî dîsa qurbanî?

Ji perspektîfa siyasî, çandî û dîyasporayê

Rojhilata Navîn di sedsala 21an de dîsa li ber guherandinên bingehîn e. Şer, şertên jeopolîtîk yên nû, bêhêzbûna dewletên kevn û derke¬tina aktorên herêmî û navneteweyî, şertên herî girîng ên ev herêm afi¬randine.

Di nav vê rewşê de, kurd ku bi sedsalan bêdewlet mane, niha dîsa li ber şertên dîrokî ne. Pirs ne tenê ev e ku şert çi ne; pirsa herî girîng ev e ku kurd di vê rewşê de çi dikin û divê çi bikin?

Kurd di siyaseta Rojhilata Navîn de wek aktoreke siyasî

Piştî şerên Iraqê û Sûriyê, kurd di siyaseta navneteweyî de ne tenê wekî pirsa etnîkî, lê wekî akto¬reke siyasî û leşkerî hate nasandin. Tecrûbeya xweserîya siyasî li Başûr û Rojava bi awayekî vekirî nîşan dan ku kurd dikarin şertên xwe bi destê xwe biafirînin.

Sînorên vê nasînê

Ev nasîn, heke bi stratejiyeke de¬meka dirêj, yekîtî û xwedîderketina neteweyî neyê piştgirîkirin, dikare bi hêsanî bê windakirin. Dewletên herêmî hîn jî bi refleksên înkarki¬rin û têkbirinê hereket dikin.

Derfetên dîrokî

Guherandina şertên herêmî der¬feta ku kurd ji bo cara yekem li nav şertên ku dikare xwe wek mîmarê şertên xwe bibîne, derketin holê. Diplomasî, medya û civaka sivîl şertên herî girîng ên vê qada nû ne.

Xetereyên rastîn

Bêyî yekîtî û bêyî plan, ev derfeta¬na dikarin bibin xeter. Cûdahiyên partîyan, herêmî û îdeolojîk hêza kurd lawaz dikin û şertên dijminan bi destê xwe hêsan dikin.

Yekîtîya neteweyî

Yekîtîya li ser bingehên berjewen¬diya giştî şert e. Cûdahiyên partî û herêmî, heke li ser hesabê ber¬jewendîya giştî nebin, kurd bêhêz dibin. Cûdahiyên ku li dijî vê yekîtîyê ne, kurdan bi hêvîya şertên nû re dûr dixin.

Ziman û çand wek bingeh

Ziman û çand divê bibe navenda si¬yasî. Neteweyek ku zimanê xwe di perwerdeyê, medyayê û zanîngehan de bi kar neyne, li derveyî siyaseta cîhanî dimîne. Ziman û çand ne tenê hebûnên folklorîk in, ew he¬bûnên siyasî ne.

Siyaseta demdirêj

Kurd divê ji siyaseta reaksiyonî der¬kevin û bi plan, zanîn û stratejiyeke dûrûdirêj hereket bikin. Perwerde û avakirina hêzên zanistî şertên se¬reke ne.

Dîyaspora kurd li Ewropayê

Ewropa ji bo kurdan şertên azadîya gotin, nivîsandin û rêxistinê peyda dike. Ev şert dikarin bibin bingehên avakirina platformên çandî û akademîk. Lê ev azadî bi xwe, xwe naparêze eger em wek kurd xwe di qada çandî û perwerdeyê de bi rêxistînî nekin.

Asîmîlasyon û pirsgirêkên nifşên nû

Bi van hemû derfet û şertên hene jî, asîmîlasyon xetereyeke mezin e. Piraniya zarokên kurdan li welatên Ewropayê kurdî fêm nakin an jî bi xwendin û nivîsandina kurdî re girê¬dayî nabin. Ev ne tenê pirsgirêka malbatî ye, ev pirsgirêka neteweyî ye.

Rola kovarên çandî

Kovarên çandî divê ne tenê cihê nostaljiyê bin, lê bibin navenda ra¬manên nû, rexne û têgihiştinê. Ew divê pira têkiliyê ya navbera welat û dîyaspora ava bikin û rê bi¬din dengê nifşên nû.

Encam

Rojhilata Navîn dîsa tê avakirin. Di vê avakirina nû de, kurd dika¬rin bibin aktorên sereke û mîmarê şertên xwe, an jî dikarin dîsa bibin qurbanê şertên ku bi destê dewletên dagirker ve têne afirandin. Ev şert bi hêzê tenê nayê guhertin, lê bi yekîtî, hiş, ziman, çand û zanînê tê guhertin.

Kovara Bîrnebûnê

Bîrnebûn wek kovareke hunerî, çandî û lêkolînê ya kurdên Anato¬liya Navîn, bi armanca berhevkirin û parastina bîra civakî ya kurdan derdikeve. Ev kovar hewl dide ku di navbera kevneşopî û nûbûnê de pireka bi bîr û zanînê çêbike, dengê çanda kurdî ji dûr û nêz ve bide bi¬hîstîn û wê bi pêşerojê vê girê bide.

Di vê hejmarê de, xwendekar dê bi rêzek nivîsên nû yên cuda re rû bi rû bibe; nivîsên ku bûyerên nû li welat û derveyî welêt dibin, ji kevneşopî û folklora kurdan bi awayekî zanistî û çandî lêkolînê dikin, her weha rewşa kurdan a li dîyasporayê bi çavê tecrûbe û têgihiştinê radixin. Di nav wan de çîrok û helbest jî cîh digirin ku bi zimanê hunerî bîr û hestên civakê vedibêjin.

Em bawer dikin ku bîr û nasna¬me bêyî nivîs û berhevkirinê nayên domandin. Ji ber vê yekê, ev kovar dixwaze bibe qada hevpar a nivîskar, lêkolîner, hunermend û xwendeka¬ran ku li ser dîrokê, çand, ziman û jiyana kurdan dixebitin. Em hêvîdar in ku ev kovar jî wek yên berê, hem li ser asta zanistî û hem jî li ser asta çandî, bibe platformeka girîng ji bo bîra me ya hevpar.
Bi sernivîsa Sê ciwanên kurd ên ji Konyayê xelat wergirtin xeberek heye. Xebatên di warê çand û hu¬nerê ji alîyê ciwanên me, hêvîyên me xurttir dikin. Bi xelatwergirtina van hersê ciwanan em serbilind in.

Xebera hilbijartinên şaredarî û herêmî yên Danîmarkayê ku di 18ê payîza paşîn 2025an de bû, ji pênû¬sa Adem Özgür bi sernavê Ji gundên Anatoliya Navîn ber bi şaredariyên Danîmarkayê hatîye nivisîn. Em bi vê xebata ciwanên me yên li Danî¬markayê jî serbilind in. Pêşketin û serkeftina wan pîroz dikin.

Malmime bi sernivîsa ”Ser mor û kilamên şînê” Kevneşopiyeke hevpar a şînê vekhevîya başûrê welêt û ya kurdên Anatoliyayê daye berhev.

Arkeolog, Zazê Mahabadî di derbarê bîra kevnar de bi sernivîsa Derbarê dîroka kevnar a nexş û xemlên berik û berîyên kurdan de û Şarruma û mîrasa ruhî ya çiyayên Kurdistanê berdewam e du nivîsên lêkolînî li ser huner û dîroka kevnar a Zagrosa yên balkêş lêkolaye.

Ev hejmar jî dîsan ji nivîs û lêkolînên ji hevkarên me yên tên nasîn ve hatîye dagirtin.

Bi hêvîyên jîyaneka aram û ev derfetên nû ku li herêmên kurdan peyda bûne ji bo xelkê me bi silametî be, sala nû li we hemûyan pîroz be.

Heta hejmara bê bimînin di xêr û xwaşîyê de.

Alî Çîftçî