Adem Özgür
Ter Apel: Gava yekem
Saet piştî nîvro çar bû, baran pir şên dibarî. Gava ez gihîştim navenda penaberiyê ya yekane ya Holandayê (Ter Apel), bi dehan kes li wir bûn ku çente û çalên xwe li pişt xwe girtibûn. Her yek ji wan bi kelecanekê li benda serlêdana xwe ya dawî bû.
Di odeya piçûk a li ber deriyê kampê de, jin û mêrên misrî, zarokên xwe di hembêza xwe de digirtin û li benda dora xwe bûn. Gava min ji jina ciwan zehmetiya hatina vir pirsî, dudilî bersiva min da: “Eger em cîhên ku jê hatine bidin ber çavên xwe, na, rêya ku em hatin ne zehmet bû.”
Dîwarên hesinî yên kampê, kontrolên tund ên li dergehê, wesayîtên polîsan ên ku dewriyê digerin, ev dera mîna zindanekê didin xuyakirin.
Bi qasî saetekê li benda dora xwe mam. Li dorê; sûrî, yemenî, filistînî, somalî û eritreyî hebûn. Piraniya kesên ji Tirkiyeyê hatibûn kurd in.
Expo Assen: Odeya bendewariyê
Piştî sê saetan min serlêdana xwe tevakir. Bi du otobusan em veguhestin bajarê Assenê, qada fuarê. Ev der ji bo kêmkirina barê navenda penaberiyê wekî cihê penaberiyê yê demkî hatibû amadekirin. Ji bo pênc sed kesan bi konteynerên kartonî hatibû amadekirin.
Li Expoyê deng bi hev ketibûn. Qurbanên şer, kesên ku cezayê îdamê lê hatibû birîn, kesên ji zordariya li dijî muxalifan reviyane, kesên ji ber rêgeha xwe ya zayendî di bin gefê de bûn, rojnamevan, nivîskar li vir bûn. Li vir tenê yên ku ji ber nasnameya siyasî penaberî dixwestin tunebûn; yên din jî hebûn. Piraniya wan bi belgeyên sexte hatibûn.
Min bi mêr û jîneka ji Mersînê re heman konteyner parve kir. Ew, deh sal in hevdu nas di-kin, ji ber ku malbatên wan li dijî tekilîya wan bûne, revîyane û hatîna Holanda, ew hatin wek çareya yekane dîtibûn. Ji sînorê Bosnayê bi rêyên qaçaxî gihîştibûn vir.
“Tiştên ku di fîlman de dihatine gotin, çîroka me ye.”
Di serê siwê de min Rojhatê ji Kobanîyê nas kir. Di sih û şeş saliya xwe de porê wî spî bûbû, xwedî nêrînek xemgîn bû. Dema ku bi birayê xwe re hewl dabûn sînorê Macaristanê derbas bikin, ji aliyê sivîlan ve ji cendirmeyan re hatibûn îhbar kirin, tundî dîtibûn, leşkeran bi saetan ew di bin baranê de hîştine.
“Gotibûn ku tiştên bi vî rengî di fîlman de diqewimin. Fîlm em bûn, me bi xwe ew fîlm jiya. Me kut xwarin, em di erdê de hatin kaşkirin, heqaret li me hat kirin, em hatin vegerandin.”
“Te qet fikirî ku vegerî?”
«Di aqlê me de veger tunebû. Ji ber ku em zarokên xwe difikirîn. Me dîsa û dîsa hewl da û niha em li vir in.”
Vegera Ter Apelê
Di roja pêncemîn de em vegeriyan Ter Apelê. Blokek dane min. Di daîreyeke çar odeyî de hatim bicîhkirin. Metbex, tuwalet û serşok hevpar in, her der pîs bû. Her roj piştî nîvro saet sêyan xwarin dihat belavkirin, bi gelemperî di bin barana dijwar de rêzên dirêj çêdibûn.
Li vir bi sedan kes hebûn; Eritre, Tîgrayî, Efxanî, Fasî, Yemenî, Sûrî, Tûnisî... Hin bi vîzeyê, hin bi gemîyan derya derbas kiribûn, hinan ji wan lêdan xwaribûn, hin jî tevî ku hatibûn paşve şandin dîsa hewl dabûn û gihîştibûn Holandayê.
“Tirkan li her derê ji me nefret dikir”
Muhammedê Sûrî yê ku ez bi wî re li heman daîreyê dimam, bîst û heşt salî bû. Yanzdeh salan li Tirkiyeyê jiyabû, li restoran û avahîsaziyê kar kiribû. “Me gelek xebat kir, lê me pereyên xwe bi temamî nedistand. Me tirkî evisî, bi devokên me qerfên xwe dikirin.”
“Tirkan him li wir ji me nefret dikirin him jî naxwazin em li vir bin,” got Muhammed û dewamkir: “Eger ew ji penaberan aciz in, çima ew bixwe li vir in? Welatê wan, pereyên wan û rêveberiyên wan hene.”
Gava min bi Servetê ku xwediyê kargeha tekstîlê bû re dengdikir, min dîmeneke cûda dît. “Welatê me ketiye ber destê wan,” wî got. Gava min got, “Rewşa we ya niha jî dişibe vê,” gotina min bi dilî wî nebû û ew hêrs bû: “Erê, lê em ne mîna wan in. Tu niha me bi wan re yek digirî?”
Dîyarê neh salî
Dîyar ji Kobanî ye, neh salî ye. Di sala ku êrîşên DAIŞê dest pê kiribûn de ji dayik bûye, zarokekî hîperaktîf e. Bi apê xwe yê bîst salî re ji Kobanî ber bi Tirkiyeyê, ji wir ber bi Spanyayê, paşê jî ber bi Holandayê ve hatine.
“Heta ku em werin vir, me pir zehmetî kişand, lê qet netirsiyam,” got. “Dema em ji Kobanî derketin, diya min ez teme kirim, ‘guh bide apê xwe, zêde deng meke,’ got. Ez ewqes bêdeng mam ku niha pir deng dikim!”
“Dema tu mezin bibî, tu yê çi bikî?” min jê pirsî.
“Qaçaxçitiya mirovan. Di vê karê de pereyên zêde hene, lo!”
Ez şaş mam…
Haarlem: Keştîya Penabera
Piştî îfadeya polîsan, ez veguhestim Haarlemê. “Mala min a nû” keştiyek bû, navê wê jî Prenses Virginia ye. Di du keştiyên ku li kanalê hatibûn girêdan de nêzîkî du sed penaber dijiyan. Qamaraya min teng e, tenê du ranzayên duqatî û maseyek piçûk tê de cih digirt.
Min li keştiyê Mike ê ji Tîgrayî naskir. Çil salî bû, xwedî karekterekî şermok û bêdeng bû. Bîst û pênc meh bû li keştiyê dimîne. Li Tîgrayê dema wekî rojnamevanekî muxalif kar dikir hatibû girtin, kamera û notên wî hatibûn desteser kirin.
“Bavê min dema ez li vir bûm hat kuştin, malbata xwe difikirim û xwe diparêzim,” got û dewamkir: “Dûr bûn, venegerî tiştekî zehmet e. Ji ber vê yekê ez hewl didim li vir bi kesî re şer nekim. Ji ber ku nîqaşeke herî piçûk dikare bibe sedema redkirina proseya min û ez nikarim ji malbata xwe re pêşerojeke baş peyda bikim.»
Dilovanê Efrînî jî bîst û du salî bû. Di heşt saliya xwe de ji Efrînê çûbû Stenbolê. Di neh saliya xwe de li kargeha tekstîlê dest bi xebatê kiribû. Ji sînorê Tirkiye-Yewnanistanê bi peyatî, ji Sirbistan, Macaristan, Slovakya re gihîştibû Holandayê.
“Min bîra Stenbolê, kolanên Beykozê kir,” got. “Ma di navbera me de bimîne, min bîra vexwarina rakî jî kir.”
Çîroka min
Çîroka min ji ya wan cuda bû. Ez ne di nav şer de bûm ne jî bi kuştinê dihatim gefxwarin. Lê dema ez hê deh û heyşt salî bûm, nivîsa min a bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd Bûn” bû sedema tengasiyê.
Sibeheke zivistanê, li gundê me yê li Konyayê bi dehan leşker xuya bûn, ez hatim girtin. Nikarim ji bîr bikim ku leşkerek hat ber deriyê nezaretxaneyê, çek ber bi min ve dirêj kir û got: “Eger ez te vê êvarê li vir bikûjim, kî dikare min ji vê yekê bigire?”
Dadgehê biryara girtina min da. Di odeya bi navê Tecrîd-1ê de heft meh û nîv derbas bû. Ji du dozan bîst meh ceza dane min.
Ji wê rojê heta niha şazdeh sal derbas bûn. Ji ber nûçeyên ku min nivîsandin gelek lêpirsîn hatin vekirin. Çûyîna derveyî welat hat qedexekirin, pasaporta min hat desteser kirin.
Sirgûn ji bo min ne têgeheke nû ye. Çîroka min, dema ku kurd ji Kurdistanê ber bi çolên Anatolîya Navîn hatin sirgûn kirin dest pê kiribû. Tevî sê sed salan, em ne ji wir in û ne jî niha li vî welatê xerîb xwedî cih in.
Jiyana li welatê xerîbîyê bi vî awayî berdewam dike.
*Xelata rojnamegerîyê
Ev nivîs, wekî kurteya nivîsa Adem Özgür e û di hejmara 183’yan a 1+1 Expressê de bi sernavê “Rêwîtîya Ber Bi Welatê Xerîbîyê” (Welatê Xerîbîyê’ye Yolculuk) hat weşandin.
Nivîsê, di 32. Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de, di kategorîya nivîsên tirkî de xelata yekemîn girt. Di beşa tirkî de, endamên juriyê Banu Güven, Faruk Bildirici, Alî Duran Topuz, Candan Yıldız, Nezahat Doğan û Mehmet Alî Çelebî bûn.
Jurîyê ev daxuyanîya belavkiribû:
“Adem Özgür bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Rêwîtîya Ber Bi Welatê Xerîbîyê’ karekî girîng û zehmet li qadê çêkiriye. Wî çîroka xwe bi çîrokên cîhanê û tevgera koçberiyê ya cîhanê re girêdayî nivîsandîye. Ev nivîs bi zimanekî sade û bê ajitasyon hatiye nivîsandin. Di dawiya nivîsê de jî hişyarekî edîtoryalî ya xurt heye. Ji ber vê yekê, karê Adem Özgür wekî kurdekî ji Tirkiyeyê, him ji bo navê Musa Anter û him ji bo nimûneyên baş ên rojnamevaniya Tirkiyeyê û him jî ji bo rêbazên cîhanê yên pîşeyê, karekî layiq û biqîmet pêşkêş dike.”
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 94an da hat belavkirin: 2025, 62-66.
