S. Erdem
Hêmanên gencîneyên me
Di warê zimannasî de navên kesan, di asasê zimên de cihekî girîng digirin. Di heman demê de di dahûrandina têkilîya ziman û raman de, di famkirina awayên ku têgîn têne vegotin de û li gorî vê ew rêberîyê, ji diyarkirina têkilîya di navbera lênêrîna jiyanê ya neteweya ku bi zimanê tê de diaxive û awayê jiyanê dike. Di vê çarçoveyê de navên navlêk/navdêr ku wekî celebeg navên kesane, mîna navên xweser mijarekê ku heqê lêhûrbûnê ne. Ji ber ku ji hêla ol, qanûn û edetan va destûra xwe-nav dayîne, hatiye dayînê merivên wek mînak; dê û bav an xizm û merivên din, pir caran nav ji hêla van mêrivan va tê dayîn. Her çend sedemên diyarkirina tercîhên navên xweser, hema hema her gav ji bilî warê navan bin jî, navên navlêk piranî ji ber sedemên kesane têne dayîn. Di vî warî de sedema dayîna navlêkan, dîyarkirina şikil û helwesta navlêkirinê ye û navdêr bi xwe jî dihêle ku razên têkilîya ziman û ramanan veke. Navdêr, paşê tên dayîn û ew merivên navê xwe bi navdêr, ji navê xwe cûda bi wê taybetmendîyê ku pê navê navdêr hatiye dayîn, tên nasîn (Coşar, 1999:27). Ji bo ku em tevkarîyê li lêkolînên li ser navên merivan bikin, di vê xebatê de em ê çend mînakan ji navên navlêk ên gundê me (Gundê Hesina/Şereflî Koçhîsar / Enqere) bidin û wan şîrove bikin.
1. Li gorî sedemên dayîna navên navlêk:
Sedema dayîna navdêran bi gelemperî ji hela taybetmendîyên mirovên ku leqe-ban digirin ve tê diyarkirin. Nav û sifatên çeşîd bi çeşîd ên ku bi helwest û tevger, xisletên xeysetê, xûy, xuyabûna fîzîkî, awayê jiyanê, çêj û behreyên taybetîyen merivan pêşwazî dikin an tînîn bîra, dikarin wekî leqeb bi wan ve were girêdan. Mînak: bi kesên kurt û qelew re dibêjin Qilot - Bes Qilot, Eş Qilot- an bi kesên zerî re dibêjin Yî / Yê Zer, Yî / Yê Sor- Erebî Sor, Fatê Sor -û hwd.
Carinan kêmasîyên laşên mirovan ji bo wan dibin navdêr. Mîna ku bi kesên ker an kwîr re dibêjin fîlanî /ê ker / kwîr / topel / çoleq û hwd (Tablo-1).
Di hin rewşan de, deverên ku meriv jê hatî jê re dibe leqeb. Dibe ku ew dever welatek, bajarokek an gundek be, an jî parêzgehek an herêmeka din be. Wekî mînak, Fatê Malê Heciya, Zebê Qeynerê, Rabê Mihînê. Li vir Malê Heciya, navê gundê Fatê, Qeyner navê gundê Zebê û Mihîna jî navê gundê Rabê ye. Carinan jî netewê merivan jê re dibe leqeb. Eger hin kesên ji nete-weyên cûda werin û li nav civaka cûda bi cîh bibin, ew kes bi navê neteweyê xwe bi nav dibin. Mînak li gundê me bi merivên tirk re dibêjin Dedeyî Tirk, Besê Tirk, bi meriven muhacir re dibêjin Gulê Muhacir, Xayalê Muhacir, Husinî Muhacir û hwd. Di vî warî de em dikarin mînakekê jî ji Koreli re bidin. Ew merivê pê re dibêjin Koreli, li Korê leşkeri kiriye, bi ser vê de navê wî yê navlêk, wek Koreli maye (Tablo-2).
Navên navlêk ne tenê ji bo pesandina (pesnandin) merivan, di heman demê de ji bo şermezarkirina wan jî tên bikaranîn. Çimkî navdêr, dikare wekî navê duyemîn yê ku piştî navê ew kesî/ê tên dayîn ku, me kêmasî û raserîyen wan kesan diyar bike. Ji ber vê sedemê, gava ku hin kes bi leqeba xwe serbilind dibin, lê dibe ku hinek ji leqeba xwe hez nekin 1. Ji ber vê yeke, navên navlêk ên bi mirovên ku navên wan ne xweş in pir nayên bikaranîn. Wek mînak: El e Dîn, Deli Hecî, El î Tûr, Eş Koçek û hwd.(Tablo -3).
Hin navên navlêk li gorî hin taybetmendîyen zarokan, li wan tên dayîn û bi wî awayî ji merivan re dibin nav û weng timen. Wek mînak ji ber ku ji du birayan, bi yî piçûktir re gotine çûko, navê wî wek Çûko maye. Bi heman rengî, ji ber ku bi zarokê kurîn re gotine lawiko / loko, bi zarokê keçîn re jî gotine pitê, navên wan kesan wek Lawiko / Loko û Pitê maye (Tablo-4).
Di rewşên ku hin taybetmendîyên merivan de bi ajalan re tên şibandin jî nav-dêr tên bikaranîn. Mînak hin meriv, histûyê xwe mîna kûsîya di navberê milen xwe de digirin, bi wan re dibêjin kûsî. Bi merivên çavên xwe mîna tota (bûma) beloq re dibêjin, filan kesî / î mîna bûma yan çavtot. Carcaran jî navê ku hatî dayîne ajalan, ji merivan re dibe leqeb. Wek mînak, merivî bê re dibêjin Bobî, kûçikekî wan yê piçûk hebûye û navî wî kûçikî Bobî bûye. Ji ber ku ew meriva jî hûrik bûye, leqebê wî wek Bobî hatiye dayîn (Tablo-5).
Hin navdêr, li gor paşnav û navdêrên merivên din tên dayîn. Li gor paşnavan, meriv bi paşnavên xwe tên binavkirin. Wek mînak Hecîyê Kosê yan Kosê. Paşnavê Hecî, Kosê ye lê bi Hecî re pir caran dibêjin Kosê yan Kosê Hecî. Carinan jî ger navê merivekî bi leqeb, hatiye dayînê zarokekê, leqebê wî merivî jî têye dayînê wî zarokî. Mînak navî Qetîl. Navî Qetîl bi rastî Osman e. Leqebê wî merivî navî xwe Osman, Qetîl bûye û ji ber ku navê wî wek Osman dayine Qetîl, ew leqeba jî derbasî Osman î biçûk bûye û leqeba wî jî wek Qetîl maye (Tablo-6).
Li gorî xuyang û tevgera merivan jî navên navlêk tên dayîn. Ger xuyang û tevgera hin merivan, ji yên dora wan cuda bin, li gor ewî xuyang û tevgeran navdêr li wan tên dayîn. Mînak, bi merivên tevger û axaftina xwe nerm re dibêjin, “Mîna avê nemeyî” û “Nerm e germ”. Bi heman rengî bi yên tevger û axaftin û kinc û kolên xwe hovîtî re jî dibêjin “ Mîna gewende”. Bi merivên ku bi xeml û xêz re jî dibêjin “Suslu”. (Tablo-7)
Hin navên navlêk hene ku, wateya wan bi tevahî ne diyar e û meriv nizane ku ji ber çi ew navên navlêk têne bikaranîn. Di vê xebatê de me jî nezanî ku navên wekî Çako, Galo, Kimo, Tongo û hwd, çima têne bikaranîn û wateya wan çi ne? Ji ber vê yekê ye ku me ew nav kirin kategorîya navên navlêkên ku wateya wan bi tevahî nehatî diyarkirin (Tablo-8).
Di hin rewşan de bi bandora avahîya kevneşopîyê navdêr, derî hole dike-vin. Mînak, di kevneşopîya kurdan de, ji ber ku ew fedî dikin, hevjîn bi navê hev, hevdu navnîşan nakin. Ji ber vê sedemê bi taybetî jî jin, navên navlêk didin mêrên xwe û bi van navan bangî mêrên xwe dikin. Wek mînak: Yaxip, Kelo, Dîno, El e Dîn û hwd.
Çavkanî
Coşar, A. M., 1999, “Trabzon’da Kullanılan Lâkaplar Üzerine Bir Derleme / Değerlendirme”, DergiPark / Türk Dili Araştırmaları Yıllığı , Cilt: 47, Sayı:1999, s.26-40.
Özdemir, S. ve Erdem, R., 2016, “Akademik Örgütlerde İdari Personel Arasında Kullanılan Lâkaplar Üzerine Bir Çalışma”, Süleyman Demirel Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi , Yıl: 2016/3, Sayı:25, s.247-261.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 79an da hat belavkirin: 2020, 12-16.