Wolfgang Borchert
Wergera ji zimanê almanî: Nuh Ateş
Ji nişkava ew bixwe hesîyaye. Saet dudu û nîv bû. Ew fikiriye ku çima ew bixwe hesîyaye. Aha, min fehm kir! Li aşxaneyê kesek li sendelîyê ketibû. Wê guhê xwe berve aşxaneyê kiriye. Bedengî bû. Pir bêdengî bû û gava ku destê xwe li ser nivînê li hêla xwe gerandiye, wê ew vala ditîye. (1)
Sebeba bêdengîya ewqas zêde tunebûna nefesa wî bû. Ew rabûye serxwe û birêçûyîneke bêdeng di nav mala tarî ra çûye aşxaneyê. Wê tiştekî sipî dîtiye, yê ku li ber dolaba aşxaneyê sekinîbû. Wê çira vêxistiye. Ew bi kirasan li hember hevûdu sekinibûn. Bi şev. Seat dudu û nîv. Li aşxaneyê.
Li ser maseya aşxaneyê tebaxa nan hebû. Wê dît ku wî ji xwe ra parçek nan jê birîbû. Kêr hîn li kêleka tebaxê bû. Û li ser rûberê maseyê kurtêl hebû. Û kêr li wira bû. Wê hîs dikir, gava ku sermaya telaşan hêdî hêdî bi bedena wê da berve jor dikişîya. Û wê berê xwe ji tebaxê wêda kir.
“Min digot, qey li wir tiştek heye” wî gotiye û li aşxaneyê li derûdora xwe nihêrîye. „Min jî tiştek bihîst“ wê bersiv daye û pê ra jî dîtiye ku ew bi şevê di kirasê da pir kal xuya dibû, bi qasî ku ew bi nav salan da çûyîye. Şêst û sisê. Bi roj carcaran ew cîwan xuya dibû.
Ew difikiriye ku ew ê di kiras da pir pîr xuya dibe. Belkî ji avûrûyên por da ye. Li ba jinan bi şevê por tim wer dike. Ew bi carekê ra weha pîr dide xuyakirin. „Gerek e ku te pêlav pêkirina. Wengina pêxwas li ser telaşan. Tu ya niha sermayê bigrî.”
Ew difikiriye ku ew ê di kiras da pir pîr xuya dibe. Belkî ji avûrûyên por da ye. Li ba jinan bi şevê por tim wer dike. Ew bi carekê ra weha pîr dide xuyakirin. „Gerek e ku te pêlav pêkirina. Wengina pêxwas li ser telaşan. Tu ya niha sermayê bigrî.”
“Ez difikirîyam, ku li wira tiştek heye”, wî carake din gotiye û dîsa bê mane virda û wêda mêze kiriye û gotiye, “min li vira tiştek bihîst. Hîngê ez fikirîm ku li wira tiştek heye.”
“Min jî tiştek bihîst. Lê ew ne tu tişt bû.” Wê tebax ji ser maseyê helnaye û bermayîyên li ser sifrê berehev kirine.
”Na, ew qet ne tu tişt bû”, wî bi neemînî deng vedaye. Wê alîkariya wî kiriye û gotiye; “Mêro were. Ev li derva dibû. Mêro were nav nivînê. Tu ê niha sermayê helinî. Li ser telaşên sar.”
Wî ber bi pencereyê mêz kiriye. „Erê, bêşik e ku ev li derva qewimîye. Min digot qey ev li vir bûye.“
Wê destê xwe ber bi bişkovka eletirîkê kiriye. Gerek e ku ez çirayê vemirînim, wekî din ez mecbûr im li tebaxê mêze bikim, wer difikiriye, nabe ku ez ber bi tebaxê mêze bikim.
“Mêro were”, wê gotiye û çira vemirandiye, “ew li derva bû.“ Çirika banîyê ku ba tê tim li diwar dixe. Ji sedî sed çirika banîyê bû. Kînge ku ba hat ew tim dike şîkinî.“ Herdu bi hev ra giran giran di korîdora tarî ra çûne odeya raketinê. Lingen wan yên xwas li ser herdê dikirine şepûşîp.
“Erê ba ye“, wî gotiye. „Bitûnî şevê ba hebû.“ Gava ku ew ketin nav nivînê, wê gotiye: “Erê bitûnî şevê ba hewû. Erê ev çirika banîyê bû.”
“Erê, min digot qey ev li aşxaneyê diqewimî. Lê ev çirika banîyê bû.” Wî wer digot, mîna ku bibêjî ew nîv di xew da bû. Lê wê ferq dikir, dengê wî çiqas sexte dihat, gava ku derew dikir.
Wê bêdeng bawîşk radinane û gotiye, “sar e, ez dikevim bin lihêfê, şevxwaş.” Wî gotiye, “ya te jî xwaş” û wer dewam kiriye: “Erê, sar e him jî pir.” Paşê bûye kerûlalî.
Ji pir deqîqeyan bi şûnda wê dibihîstiye ku ewî bi dîqet dicûyê. Wê bi qestî kûr û wekîhev nefes heldinaye sewa ku ew pê nehêse ku ew hîn payî ye. Lê cûyîna wî ewqas rêzbirêz bûye ku ew pê giran giran ketiye xewê.
Gava ku ew êvara din hatiye mal, wê çar parçe nan dirêjî wî kirine. Wekî din wî tim dikanîbû sê parçe bixwarana. “Tu dikanî bêminet çaran bixwî”, wê gotiye û ji lambeyê bi dûr ketiye.
“Ez nikanim vî nanî rind hezm bikim. Tu yekê zêde bixwe. Ez wî baş hezm nakim.” Wê niheriye ku wî çava kûr xwe bi ser tebaxê da xwar kiriye. Wî li wê nedinihêriye. Di wê demê da dilê wê pê şewitîye.
Wî, bi ser tebaxa xwe da xwar ve hatî, gotiye; „Tu nikanî tenê du parçeyan bixwî“.
“Lê belê. Êvaran nan rind li min nayê. Meriv bixwe. Meriv bixwe“. Piçekî bi şûnda, ew li bin çirayê li ber maseyê rûniştiye.
(1) Nan kurtehîkayeke nivîskarê alman Wolfgang Borchert e. Wî ev di sala 1946an da bi dawî kiriye û nisxeya wê ya yekemîn di 13ê meha mijdarê da ji alîyê Weşangeha Serbest ya Hamburgê da hatiye çapkirin. Hîkaye bi ser wêjeya wêranîyê da tê hesibandin. Motivên wê bi pirsgirekên piştî şerê dunyayê yê duyemîn va girêdayine. Tiştên xwarinê pir kêm hebûne û di vê hîkayê da bi derewekê veşartina xwarina parçeyek nan ya bi dizikî bihevbawerîya cotekî dike gumanê.
* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 37-39.