Koçberî û Dengbêjî

Memduh Selim

Koçberî, bêwari ye, bêcihi ye, bêşûni ye. Barkirin e, bi rêyên dirêj çûyîn e. Koçberî, karê zindîya ye, karê ciwanîyê, mirî û gorn li paş xwe ci hiştin e… parvebûn e. Demeke dirêj êş, xem, xemgîni di jîyana koçberan da cihekî mezin girtîye. Dema koçberî ji bo kurdên Anatolîya qedexe bûye, dûre welat li Anatolîya Navîn bi zordestî îskanbûn e. Hemû gundên îskan bûyî perşikestî bûn, cih û warên biyanî da xerîb bûn. Wê demê çavên wana li rê ya welat qerimîn. Lê, dizanîn ku hatineke bêveger bû para wana.

Dîrokek taybet, koçberîyek dûr, dirêj û bi tenê. Bi giranîya li paş mayîna deşt û zozan, ji axa dê û bavan dûr ketin, emirwakî çûyina welatê xerîb. Derîyê vegerê yî girtî, çûyîna bêveger. Bi giranîya di encamê de nezanîya, jîyan an mirin. Tevabûn, wendabûn, jibîrbûn… hemû mirin e.

Demeka dirêj ji bîrbûn û bê dengî. Bêkesî û bi tenê mayîn. Bêcih û bêwar. Lê ne stuxwar, ne wendabûyîn ne xwe jibîrkirin. Di kûr da hesreta welat, parastina zimên û çanda delal.

Stranên zîz, berhemên jana kûr û bîrnekirineke mezin. Stranên dengbilind, xebata denggihandina welêt. Stranên dirêj, hesreteke mezin. Li welatê xerîb jîyaneke dijwar.

“Lo Qertelo
Tu bi xwedêkî
Hêlûna xwe ji Uzunyaylê virda çêkî
Siyarekî min î ji siyaran werê
Tu bi xwedêkî peya bi rê nekî”

Mestê Elê, dema dest bi vê kilamê dikir, bi dengekî zîz, dengekî zelal û bilind, êdengîyê jî dest pê dikir û guhdarên li dor, careke din diketin bîrên kûr û tarî, di ber avan re derbas dibûn xeyalên deşt û zozanên welêt, carekê jî hildikiştin bilindîyên çiyan bi hêvîya welat dîtinê. Dengê Mestê, gotinên Mestê, zaraveyê stranê, barên li ser milên koçberan, xerîbîya koçberan sivik dikir, ji wan ra hevalî dikir. Ji bo wê jî dengbêjî ji derd û kûlên koçbera ra defer bû, xevn û xeyal bû.

Ji ber ku dengbêjî û şaretî bi qîmet bû di nav koçberan da. Di warên xerîb de ji wan ra heval bû, dost bû. Demek dihat dengbêjan stranên/kilamên jana koçberîyê, demek dihat stranên şînan, demek dihat stranên govendê distiran… stranên evînê jî cihekî girîng digirtin, di jîyanê da.

Xêca Şemê, jineka bedew û bejndirej bû, di nav civatê de, ji bo cihêkî taybet mafdar bû. Li şînekê an li dawetekê, giranîya serdana, rûniştin û rabûnê, di cih de dengkirin gelekî baş dizanî. Denbêjeke/şareke navdar bû. Li herêm/war herkesî nas dikir û şaretîya wê dizanî. Jineka piştbaza rojên reş bû. Xwedana dengekî zîz û zirav bû, dengxweş bû, xwedana dilekî pir xemgîn û şewat bû. Lê mixabin bêbext bû, jîyaneke bextreş ketibû para wê.

Du xûşk û birayên wê bêwext koça dawî kiribûn. Ji bo wê jî stranên wê ji kûrahîya dil dihatin. Bi dengeki kelgirî. Dema kilamên şîna distiran li dor wê kî heye herkes bi hestên wê dijîya, bi wê ra diêşîya, bi wê ra digirîya. Di nav civata şînê de dest pê dikir:

“Careka din narim ser mezalan
Mêze nakim tirba du xezalan
Arê kezeba min mepirsin
Ê di bin axa sar da ramedî
Recalê mala bavê min e”

Apê Xêcîyê Şêmê, merivekî bejndirêj û li ser xwe bû. Giran bi rê diçû û giran giran deng dikir. Govend baş digerand, ser govend bû. Dema govend dikişand, te hez dikir lê temaşekî, keçik û xort mat dibûn, mêla xwe baş didan wî bi balkêşî govenda wî sêr dikirin. Govend çawa dikişand? Apê Xêcî, ji bo çanda folklora kurdên heremê mînak bû, mînakekî herî baş bû. Li wê demê gundên Anatolya Navîn dema karê payîzê xelas dibûn, dema dawetan dihat.

Dema dawetên gund dest pê dikir, çavên xwedî û serdanên dawetan li Apê Xêcî digerîn. Herkesî dizanî ku Apê Xêcî heye û hatiye, ew daweta e şên bibe, govendeka baş a were kişandin, dilşahî ya çêbibe. Wê demê dawet li dawîya xerman berhevkirinê dest pê dikirin. Apê Xêcî dikete serî govendê, desmal di destê rastê de giran giran govend dikişand. Dema govend dikişand bejna xwe dîk digirt, şewkê li sêri, destê rastê de desmal ba dikir û bi alîyê rastê de gavên xwe diavetin. Di govendê da gavavitin, desmalgirtin, ba kirin û bejna wî wek wêneyekî xuya dikir, govendkişandina Apê Xêcî tevî hunerî bû. Meriv difikire, Apê Xêcî nebe, govend bêxwedî bima. Dema meriv govenda Apê Xêcî temaşe dikir, tengasîyên jîyanê, kar û barên dinê ji bîr dikirin, govenda wî, her derd û kul bi bîrkirin didan. Bi dengekî giran, gavavetina hunerî dest pê dikir;

“Tew tew lewendê
Sîng gewrê balgê zendê
Sewa xatirê te rindê
Ketime serê govendê”

Salên 1960, 1970 bûn. Serma zivistanê şeveke tarî dîsa stuxwar bû, xemgîn bû Milomer. Ji alîyê evîna bê bersîv, evîna dilşikestî, miradê ku neçûyî serî. Bi kelgirî dîsa dest pê kir;

“Careka din narim ser ettaran
Bazar nakim tiştî yaran
Balê xwe nadim bazing û guharan”

Milomer evîna xwe, di şeva zivistana sar û tarî da bi dengeki zîz û bilind diqirî… radiperî/radigerî. Nizanim dilgirtîya wî ew dibihist an nedibihîst. Evînên hezkirî û dildaran jî, bi êş û jana koçberîyê ve tev dimeşî. Mîna kilama Hesê Laz e.

“Wenda wenda Hese Lazî mino wenda
Gul û sosina bi hev ra reng da
Malê me yê êwirîn e li Qeregullê cîyekî teng da
Xwedê dil miradê min û te bikira
Şevekê ji şevên zivistanê
Min bejna xwe bi rû bejna lawkê çeleng da”


Zêwa Gulê
, li ciwanîya xwe dildara/evindara Hesê Mîrcê bû. Dilê Hesê Mîrcê jî li Zewa Gulê bû. Herdu ji hev geleki hez dikirin. Lê ji bo pirsgirikên malbatan dilê wana cih nedî, negihiştin ber miradê xwe. Qedereke reş bû para wana.

Cûda cûda bûne mehkûmê zewacek bêdil. Jîyan didome, gelekî sal derbas dibûn, zar û zêçê wana mezin bûn û ewna herdu ji kal û pîr bûn. Rojekê xort û qîzan qala dil û evîndarêyê dikirin û fikirên Zêwa Gulê pirsin. Zêwa Gulê bi kezeba şewitî, gotina dawî digot:

“Axx
Heta ku nebêjim Hesê Mîrcê,
Arê kezeba mîn danêyê.”

* Va nivîsa, di hejmara kovara Bîrnebûnê ya 84an da hat belavkirin. 2022, 34-37.