Dr. Mikaîlî / Fikret Yıldız
Di meha Nîsanê da ji bo yî 10 saliya kovara birnebûnê li Isweçê şênayîyek çêbû wû.Heval û dosta em bi mîvandarîyeke giranbuha, di malên xu da kirin mivan.Ew jî perçeki mezin a bingeha erf ,edet û rûsimên me ye,kultura me ye.Ewna 3000 km ji gund û bajarên xu dur jî bin,40-50 sale ji welêt derketî jî bin, ew edetên xu yê kevin û baş nekuştine .Hin li pê ne.hîn zindî ne.Zimane me yî dewletî û şîrîn jî, li wir hîn di nav heyatê da ye,dijî.Li wir tiştikî pirr bi kêfxweş hat serî min, ez dixwazim vê ji we ra qal kim:
Di şeva 10 saliyê da ji bo destşuştinê, çûwum kefenîg ê(WC) ,li wir lawikkî 6-7 salî jî ket hundir, xwest here tuvaletê. Pêşta deriye tuvaletê hot kir ,da zorê, le ku ew venewû ,çerxi min bû, bi devokî reşîya, ji min ra got; "Ewî meşgul e?"
Ew çend sale ku li xerîwîye, li gundên me û li bajaran, meri ji devî zaryê me hêndi kurmancî nabîze,yan jî tiştekî pirr kêm i.Ew ji bo min dilêşekî pirr gir e.
Ez bixwe tim bi zaro xwe ra kurmancî dengdikim ,le ji min bêtir, tu kesek jî bi wan ra bi zimanî me yî qadîm ,zimanî kala û bavan deng nake. Ewna min baş fehm dikin,berda terin, le nikarin bersiva min bidin.
Vî lawî 6-7 salî li Isveçê, bi ew pirsa xu ,girî kirin çavi min û di hêla din da jî umîda min,hêvî ya min ,bawerîya min bi quvvet kir, xurt kir, ez pirr şa bûm.
Bi rîya bîrnebûnê ji, bawerîya kurdên anatoliya navîn bi xu xuva hat,pêk bû. Wana dîtin ku kilam,çîrok ,tarix û kultura wana hêndû li ser xetê (Kaxiz ) tê nivîsandin.Ew ne wekî ku dewleta hov diwêje , zimanekî paştamayî û biçuk i . Heta ne ziman i jî!
Berî 10 sala me bi komekî biçûk ,amatorî dest bi vî karî kir, le mêyweyê me, qasî karî aqademîyekê ye. 3000 rûpel tiji nivîs.
Gîştik jî li ser Kurdên Anatoliyê,bi piranî jî li ser Kurdên Enqere, Qonya, Qirsehîr û Aksaray ê!
Ji me pirr kes hêndu îro bi kurmancî zehf xweş dinîvîsin û deng dikin.
Bîrnebûn ji bo min çito derket, çîroka we ji bo min çiwû, ez dixwazim hîssîyata xu bi we va parvekim.
Sal 1996 bû ,rokê min di rojnameya Özgür Politika’yê da ilanek dît .Îlanekê ku di dilî min da bû sebeba ba û boranekê. Ez pê zehf şa bûm.
Ji Qirsehîrê kek H. Erdogan ew îlan dabû rojnamê û tê da hatibû nivisandin ku kovara Kurdên Anatoliya Navin derdikeve û çend niviskarên wek; Nuh Ates, Mehmet Bayrak,Hatice Yaşar û Ibrahim Güçlü jî di wê da dinîvîsîn.
Ji ber ku me bi Kek Nuh va hevûdu nasdikir û bi Nuh û çend hevalên wekî Bekir Dari,Hüseyin Kişniş, Necati Sezgin(Meçoyî Darê) û Muzaffer Özgür va qasî du sal berê , li bajari Köln a Elmanya civînek ,seminerek ji bo derketina Weşanekê çêkirî bû ,min ji wî ra telefon kir û jê pirsî, ka ew, bîrnebûn, çiye çi nine? yê çito derkeve?
Min dît ku wî jî wekî min ji bo yî vî karî gan kirine!
Dû ra, min ji kek Erdoxan ra telefon kir, î ku min berê qe nasnedikir, me bi rîya telefonê hevûdu naskir û min peşniyazkir ku em bi kesên ku elaqadarin va, li bajarî Duisburg’ê bicivin û dûr û dirêj li ser projeya bîrnebûn’ê bisekin û guftûgo bikin.Wî ew peşniyaza min, teklîfa min ji dilda qebul kir.Li ser vê me îlanek amadekir, kesên ku dildare va tiştîne xeberdar kir û di payîza 1996 an da li Cafê Museum a Duisburgê, cara yekê hatin cem hevudu.Ew hîssek pirr balkêş bû ,xweş bû, em di coşek bê hempa da wûn. Meriya didît ku herkes ji bo çêbûna vî karîye.
Piranîya me, hevûdu hîn cara yekê dîtî wû, le kesekî ji derva da bidîya, e bigota qey em dost û hevalên pirr kevn in.
Wana giştik îro dost û hevalên min yê jîyanê ne, ew jî ji bo xizmeta va fikrî hatiwûn wir. Li dû daweya netewî dimeşîyan.
Qasî ku tên bîra min, wana ew bûn; Haci Erdoxan,Muzaffer Özgür, Nuh Ateş, Mehmet Bayrak,Hüseyin Kalayci, Vahit Duran û birayî wi Mahmut Cahit Duran,Nurşen Kaya, Bekir Dari ,ez û Xanima min Şenê.
Di vê civînê da em li ser derketina kovarê sekinin; ka çi nivîs,materyal di destî me da heye? navî kovare e bibe çi ?(Kek Heci di Ilanê da nave wê wek birnebûn lêkirî bû. Dû ra jî ew nava hat qebul kirin).Kîye binîvise? û berî hertiştî jî ka eme wê bi kijan pereyî derxwînin li ku derxînin?
Ji xencî Mehmet Bayrak em gîştik di vî karî da tenê xwendewan bûn. .Ji me Nuh Nivîskar bû. Kesên ji xencî wa herduyana , me tenê dixwast ew tişta bibe.
Le çito? Me bi wê nedizanî.
Le iro pirr kes ji me bûn niviskar, him ji niviskare zimani kurdi!
Birêz Hecî nivisên ku di destî wî da bûne, şandîbûn Stenbolê, du hevalan jî ew, ji wî ra tîpkiribûn,(Kesek ji wana me dû ra naskir, heval û doste me yî jîr Ihsan Turkmen bû, ya din jî keçek bû, le nave wê delalê niha di bira min da nema ye. Xadê jê razî be!)
Me li dû vê civîne hîn çend civînên din li Duisburg û Wetzlar ê, li bajarî kek Vahit Duran çêkirin. Ji ber ku kovar li Tirkîye derneket, me biryar da ku em herin ew nivîsarana ji Stenbolê hilgirin, bînin Ewrupa û li vir Kovarê derxînin.
Ez çûm Stenbolê. Li taxa Taksimê, di Elhamra Pasajî’yê da komelek kurdan hewû. Li wir min ew keça Kurd dît û wê ew nivîsarên ku di destî wê da wûn, dane min . Ewna, qasî ku tê bîra min, nivîsarên Kek Ibrahim Güçlü ,Hatice Yaşar û ya Heci Erdoxan bûn. Le qîmî derketina kovarekê ne dikirin.Hewce bû ku em jî tiştnan tevê bikin û hîn li Nivîskarên din jî bigerin.
Ji bo yî vê çûm Polatliyê, cem Osman Alabayî rehmetî ,yanê birez Curukî.
Ji bo min projeyeke wekî bîrnebûnê bê yî wî nediwû.Ji berku hîn di telebetîya me da wî tim ji me ra qala girîngîya dijlêderketina tirkbûnê û asimilasyona dikir. meriye çito xu ji ber vê biparêze ,çi biki. Sohbetên wî gellek xweş bûn.
Ji bo min, eger meri qala bavî fikra kurdperwerîya li Anatoliya Navîn bike, ew jî birêz Osman Alabay e!
Ez çûm mala wî,wî bi dilekî xweş, ez xêrati kirim. Min ji wî ra qala derketina,haziriya bîrnebûnê kir.Ew bi vê pirr şa bû.
Min dizanî ku ew kilam, çîrok û destanên me berhev dike, him jî bixu şîîr û çîrokan dinîvîse.
Bo yî vê min ji wî, wana xwestin .Wî nedixwest dilî min bişkênî, le ji ber ku berê pirr kesan ji wî berhemên wi hilgirtîbûn û cardin ji wana tu xeber derneketîwû, wî bawerîya xu kêm bûwû.
Wî çar defterên bi destan nivîsî helbest,çîrok,destan û kilamê xu hewûn, gî ra min dan.Ji wana yek da min .Min ew bir, li cem Kitêbxaneyakî islamciya li Polatli’yê kopya kir û orîjinala wana, dîsa da Curukîyî rehmetî.
Herçik min wana dixwandin, ez difiryam ezmanan. Ew ji bo min û bo me wek xezîneyekê bûn.
Me ji wana pirr tişt di Hêjmara yekê û yên dinda çapkirin.
Li dû derketina bîrnebûnê, kînga ez diçûm Polatli’yê, min hejmarek birnebûnê a hînnû bi destî xu ji wî ra dibir. Ew bi vê pirr şa diwû, mest diwû.
Min bi xu kurdî nivîsandin, him nû hu dikir ,hîn diwûm, him jî dinîvîsand. Ji ber mecburiyetê min ji xu ra û bo yî tîpkirina nivîsarên Bîrnebûnê Komputerek kirî.
Ji me pirr kes, yan bê Komputer bûn, yan jî nedizanîn bi karbînin. Me çend kesan, Muzaffer Özgür, Vahit Duran,Cahit Duran ez bi xanima xu Şenê va, ew nivîsên ku dihatin him li mal tîp dikirin, him jî serrast dikirin.
.Le ku ez nika çerx diwim dîsa wana dixwînim ,diwînim ku em di vê alî da çiqas nezan û ecemî bûne. Me ew kar bi kêyfekê dikir, desti me tu qet nediwestîyan. Heyecana me, em bi pêşva dibir.
Dîsa îro ku ez diwînim, kesên ji me xorttir, wek Mila, wek Rişwan Haco jî bi vî karî girtine û bi avakî gellek zanitî dikin, pirr kêyfa min pê tê.
Logoya birnebûne li Wetzlarê nasekî kek Vahit çêkir û dîsa hêjmara yekê li wir, bi hemî kemasîyên xu hat çapkirin. Ku ew şaş nê bîra min, me 1500 heb çapkirin.
Ez nika bifikirim; ya ku me kirîbû ,cameriya nezana bû, le bi hemd û bi bawerî bû.Perê wê jî, me di nav xu da berhev kir.
Ew hêjmara yeka, weqas zu belav bû ku, nika da destî me qet nema ye. Him li Tirkîyê, him jî li Ewrupayê ji yekva hat firotin.Di civîn û şevên Kurdan da ,meriya dikarî bigota ,kovara ku herî zêde dihat firotin,bîrnebûn bû.
Ji her fikrî Kurdan elaqayek mezin rayê didan. Hîn kes û organizasyon jî di wê fikrî dawûn ku, kovare çend hêjmara derkeve û dû ra biseke,raweste.
Le xade ji me ra, ji Bakura dinyê, ji Iswecê Eli Çiftçi şand.
Ew wekî Hijdîyarekî, wek xizir gîhîşt hawara me.Wî jî ew tişt bihîstî wû û bo yî wê ji min ra telefon kirî wû, Min ew hema dawetî civîna me ya hêjmara duduyan li Wetzlar ê kir , li Komela kek Vahit ,li Mozaik ê.
Bi hatina wî qedera ma hat guhertin û ez dikarim biwêjim ku bê yî wî, me nedikarî bîrnebûn heta îro derxista.Ew xadîye APEC ê bû.Le min ne APEC nasdikir, ne jî jêhatîbûna kek Elî û hîn gellek dost û hevalên wî yî li Isweç ê. Li wir me biryar da ku ew kovar li Isweçê derkeve, li çapxana APEC ê çap be. Me ji wê şûnva nivîsên kovarê dîsa piranî li Ewrupa berhevkirin, tîpkirin û ji kek Eli ra şandin, wî jî ew redakte kirin û çapkirin. Ez bixu hîn jî wekîna me, bi heyecanek mezin, li benda hêjmara nû me. Me bi malbata xu va bi bavulan kovar birin Polatli’yê ,Enqerê û Stenbolê. Le dû ra kekî Muzaffer ,î ku ji me gîştika bikêr û jêhatî bû, ew bara ji pişta me hilgirt û heta îro jî ew dimeşîne.
Di va dehsalana da em pirr caran hatin cem hev, min gellek kurdên camer naskirin. Ew dehsalana meri dikari biwêji,maneya heyata min i.Tirsa mina herî mezin ew bû ku, bi tevayî em li va çoll Anatoliya Navîn anda(wenda bin) bin, ziman û kultura kal û bavên me ji holê rawe û bimire.
Le ez dikarim bi serbilindiyeke mezin biwêjim ku, me gîştika tevîhev pirr baş bi berxe da û ew purt ji devî gur xelaskir.
Ew gîştik da ser xetan(kaxiz) ,nivîsand.kir film û kir CD.Nika bi dehan, bi sedan gundên anatoliya Navîn bixu Malperên Internetê çê dikin , agahî û informasyonên xu jî ji kovara me, ji bîrnebûnê hildigrin.Ew bû ye çavika kultura me ya bingehîn.Ji vê şûnva ew ziman bimire jî, nikari bê înkar kirin.
Ji bo min nika tiştek din li ber mine, ew jî dîroka ,çîroka malê min e ,qebîla min e ,aşîrê min e.Ku min ew jî li ser xetê nivîsand ,em hêndu bi tevayî ji ber mirinê xelas diwin.Ew kurdbûna me bi ber bayî çola Anatoliye nakeve û li erd û ezmana belav nabe!
Û tiştikî din; di va deh salana da li hêla bîrnebûnê ez bi kurdeka Balayê, Şenê va zewecîm û ji wê bûm xadane hîn du lawên din,yên ku ez lê umîdwarim ewna fikir û ramanên min û kurdîya Anatoliya Navîn di peşeroje da jî bidin jîyandin, yên ku ez bi hebûna wana pirr dilşad û bextewar im, tehma jîyana min in, Berzan Mikaîlî û Mîran Mikaîlî.
Ji ber ku ez bi navî xu yî resmî ya tirkî ,Yildiz, qayîl ninim û naxwazim ku bila navî eşîra min Mikaîlî bimire, min nave xu yî di kovarê da li wana kir, da wana jî!
Kî diwêji meri û gel dimirin?
Kî diwêje vejîn tunneye?
Aha ji wana ra bersiva min; BIRNEBÛN!
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 34an da hat belavkirin: 2007.