Bîrnebûn: Em hêvî dikin ku Îsmaîl Beşîkçî zû baş bibe

Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di 27ê Îlonê de li 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê di dema nîşandana belgefîlma ‘Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me’ a li ser jiyana wî de deng dikir, ji nişka ve nexweş ketibû û li ser hişê xwe çûbû. Piştre hat aşkerekirin ku xwîn rijîyaye ser mêjiyê wî.

Her weha dermankirina Beşîkçî ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê didome.

Derhênerê belgefîlma ‘Îsmaîlê Me’ Fatin Kanat, agahîya ji bijîşkan girtî ji me re şand û da zanîn ku rewşa Beşikçi ber bi başbûnê ve diçe.

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ku 65 salên xwe ji bo doza Kurdan feda kirine, di dilê kurdan de cîhekî taybet digre.

Em wek redaksîyona Bîrnebûnê şîfaya xêrê jê re dixwazin.

Mamoste Beşîkçî sala 2005an bi Bîrnebûnê re dengkiribû û di wê hevpeyvînê de qala rewşa Kurdan kiribû: