Bêjenasiya peyva “kon”ê

Yalçin Polat

Mezopotamya û Hîva Adanî (Îngl.:”Fertile Crescent”(1)) cîhên li ser rûyê erdê yên siftê ne, ku beriya 12 hezar salan di Dema Neolîtîk de (2) (yewnanî: “neos” = new,nû û “lithos”= lat,kevir) lê Şoreşa Nûlatî destpê kiriye. Di dîroka mîrovatiyê de ev şoreşa ji bo afirandina jiyanek civakî wek bêhempa têye dîtine. Bi guherîna avhewayê li ser xeta ji Zagros heta ber Deryayê Spî, xezal û ajalên giyaxur ku heta wê demê dihatin nêçîrkirin ji vê diyarê bi pirranî vekişiyane. Di vê pêvajoyê de mîrov mecbûr mayîne jiyana xwe, ku heta wê demê ji nêçirvanî û berhevkarî dihatiye qezenc kirine bi jiyanek nû ve, ku tê de ajalxwedîkirin û rençberî hebûn bigorînin. Ji wê şunda peyvên şivanî, zozanî û rençberî pêwîstiyek wek stûnan dixiste nava mêjiya zimanên li vê derdorê. Em dizanin gelek çîrok di tewrat û încîlê de ji çanda şivantiyê hatine girtine. Di nava Kurdan jî şorên şivantiyê wek “Bizina girrî avê ji çaviyê kaniyê vedixwe!” /”Bizina ecelê wê ku bê nanê şiven dixwe!" ûhd. heta îro jî karekterê zimên dixemlînine.

Zimannasek me bi navê Husênî Miho hêye, ku ez gelek nivîsên wî di cîh de dibînim, di warê gramer û lêkolîna li ser bingehê zimên xwe li Fînlandê gihandiye, bêderew ez nivîsên wî dirêçînim; her çi ew hinek caran bi nimûneyên ji Quranê xwe ji zimannasiya melletî nikane bifiltîne û di vî warî de min hin caran dide kenandin jî, ez bi qelîteyên wî yên akademîk heşyar im. Tenê divê kesek bi kekê Husên re bêje, Kurd ne tenê ji misilmanan pêk tên, Kurdên Ezdî jî hêne, Kurdên Riya Heq (Şebak, Ehlê Heq, Kekeyî, Yarsanî, Elewî) jî hêne, Kurdên Cûhî, Xiristiyan û Ateîst jî hêne û bandora civata wan jî li ser zimanê kurdî çêbûye. Ji vê bêtir zimanê kurdî di dema Zerdeştiyê gihîştiye qalibekî, kû şopên xwe îro jî baş dikane bêye dîtin. Tesîra zimanên Khurrî, (K) Ûrartûyî, Medî, Partî û Pehlewî li ser lehçeyên me nûjen divên lê bê kolîn. Bi şorên bi peya “Ma te Qurana pîroz xwendiye?!” em nikanin di zimannasiya kurdî bi pêş kevin. Pewîstiya Quranê ji bo zimannasiya kurdî sifire, ji ber ku ew bi zimanek biyanî, yanî bi erebî ye û ji aliyê Bedewiyan ve hatiye nivîsandine. Dîsa kêmasiyek Kek Husên hêye, ku peyvên esil–kurdî bi awayek lezî pêşkeşî Erebî, farsî û tirkî dike. Gava em şaşitiyên wî tînin ziman, ew hinek zehmetî dikşîne, ku rexneyên me yên avakerî fêm bike. Ez di vê baweriyê de me, ku zimannasek xwe li ber rexneyan vekirî bihêle, da ku peysaja ber pencereyê xwe dewlemendtir bike. Ezê îro bi peyva “kon” ê wek nimûne bidim xweyî kirin, ku çawa Kekê Husên bi lezî wek masiya xwe avêtiye ser derewên Tirkan...

“Kon” wek peyvek şivanî û zozanî ji kûrahiya dîroka kevn ya Îran û Mezopotamya yê gihîştiye devokên kurdî ya nûjen. Lê nijadperestên tirkan vê peyvê wek esil–tirkî didin nasandin, bê ku ev peyva di tirkî de bêye bi kar anîn. Tê gotin, ku jiyana eşîrî û koçberiyê bi Tirkan ve hatiye Anatolê, ji ber wê jî pirraniya peyvên koçberiyê ji tirkî hatine girtine. Wergerîna peyva “kon”ê di tirkî de “çadir” e û ew jî ji farsî hatiye girtine. Tirkan di dîrokê de jî bi Teoriyê Roj–Ziman (Güneş–Dil–Teorisi) hemû gelên cîhanê wek esil–Tirk didan nasandin û Kurd jî wek Tirkên Çiyayî (Dağ Türkleri) îlan dikirin. Di vê teoriyê de tê îdia kirin, ku zimanek kurdî jî tuneye û ev zimanê ku ji aliyê “Tirkên Çiyayî” ve pê tê deng kirin, zimanek şorbeye, ku ji zimanên farsî, erebî û tirkî pêk hatiye...û tenê du–sê sed peyv wek “peyvên nenas” tên qeydkirin û tê îdia kirin, ku gava erebî, farsî û tirkî ji nav hatiye derxistin, wê çaxê kurdî wek zimanek qels xweyî dike, ku tenê ji 2–3 sed peyvan peyda dibe.(3) Îro jî nijadperestên Tirk îdia dikin ku zimanek kurdî tune ye. (Vira bitikînin: http://www.angelfire.com/tn3/tahir/…

Çima nijadperestên Tirk xwe ew qest pê didin bawer kirin, ku peyvên wek “kon”, “îsot”, “kanî” ûhd. peyvên esîl–tirkîne li ber çavane... Ev derew ji hîsên kompleksî yên ku bi zimanê tirkî rû didin ve girêdayî ne, ji ber ku hemû wan peyvên di tirkî de ji zimanên biyanî hatine girtine. “Çadir” (kurdî: kon) û “çeşme” (kurdî:kanî) ya tirkî ji farsî hatine girtîne. Peyva “bîber” (kurdî: îsot) jî ji Yewnanî hatiye girtine. Ev kompleksa nijadperestên Tirkan ew qest me zin bûye, ku ji aliyê lîderê Tevgera Netewperestî ya Tirkan (MHP) Alparslan Türkeş kovarek bi zimanê kurdî bi navê “KON” hatiye derxistine. Armanca vê kovarê bêguman ne lêkolîna li ser zimanê kurdî ye, armanc eşkereye: Ajotina propagandayên nijadperestî yên Tirkan li ser gel û mêjiyê Kurdan e... (4) Di vê rêça kemalîst û şoven de gelek nivîs ji aliyê dewlata Tirk ve hatin birêvebirin û finanse kirin wekê nivîsa Profesor Dr. Mehmet Eröz “Dogu Anadolunun Türklüğü” (=tirkîtiya Anatola Rojhilat), ku hewldide gelek peyvên kurdî wek esil–tirkî bide xweyî kirin. (5)

Dê were, xweliyê li serê nizanên me neke, ku îdiayên Tirkan bê lêpirsîn û lêkolîn yek û yeko têxin nava ferhengên kurdan, mîna ku di Wîkîferhengê de têye dîtin. Binêrin peyva “kon” ê:

“Herwiha kûn, hevreha zazakî kome, ji tirkî kom (war, havîngeh), têkilî konut (war, cih, mesken), konak (qesir, qonax > kurdî qonax), kon–mak (bi cih bûn, war danîn, li derekê jîn), koy–mak (danîn, bi cih kirin), komşu (cîran). Lê hêjayî gotinê ye ku peyva “kon” bi xwe bi maneya „çadir“ di tirkî de nîne yan nemaye. Li cihê wê peyva esil–îranî çadır li kar e.” (6)

Ji bo dîtina rastiyê, minê tevirê xwe birra kir û mercek ji tûr derxist, ku bizanim bilem peyva “kon” ji ku têye...

Ji ber nêziktiya zimanê pehlewî bi kurdî ve min berê ferhenga pehlewî–înglîzî vekir û li peyva “tent” ya Înglîzî ji bo “kon”ê gerîyam. Di encamê de min ji bo “tent” ya Îngîlîzî di beşê pehlewî de “maşk, wiyân” dît. Belê “maşk” peyva sûmerî ye (Masku), ku ketiye gelek zimanên Rojhilata Navîne û maneya xwe ya resen “çerm/sî” ye. Ji ber ku kon berê ji çerm û mûyê bizinan dihat çêkirin, eşkereye ku çima “maşk” di pehlewî de ji bo ko nan jî hatiye bi kar anîne. Di kurdî de jî ji bo çermê, ku dew tê de têye kayin re hîn jî “meşk” tê gotin.

Lê bala min ji vê bêtir peyva “wiyân” kişand. Ev peyva di farsiya modern ya zû (Early New Persian) de bûye “giyân”.

“wiyân [wyd‘n‘ / MiddleP. “wy‘n”, NewP. “giyân”] tent, yanî “kon,çadir” (7)

Wekê din jî jiyana koçerî jî di vê peyvê de têye dîtine:

1. wiyaban [w(y)d‘p‘n‘ / Parthi-an “wy‘b‘n”, NewPersian“biaban”] desert, yanî di zimanê partî de jî maneya xwe “çol,sehra” ye. (Zimanê partî jî wek kurdî zimanek Îranî ya Bakûr–Rojavayî ye, bi taybetî nêziktiya xwe kûr bi lehçeya kirmanckî ve tê zanîn û ji aliyê gelek lêkolînvanan ve wek berzimanek kurdî tê hesibandin.)

2. wiyaban [wyd‘j)‘n‘] astray, wandering; deluded, yanî “gerîyan, koçberî”

3. wiyabanig = wandering, itinerant, yanî gerîn/seyehata meslekî.

Gava em rêça peyvên “wiyân” yan jî “giyân” taqîb dikin, em di gelek nivîsên etmînolojîk bi hêsanî wekê di nivîsên Garnîk Asatrîan de jî dikanin notên zelalkirî bibînin. G. Asatrîan di Ferhenga ya etmînolojîk ya kurdî (8) qeydkiriye, ku peyva “giyân” bi eslê xwe ji peyva Îraniya Kevn “wîdâna” perisiye, di zimanê Partî de ev peyva “wîdân” bûye. Paş guherîna denga “w” heta “g” ev peyva ji zimanê Belûcî re wekê “gîdân” û ji zimanê Bextiyarî re jî wekê “guhân” mîras maye.

Di zaravayê Goranî de jî ji bo peyva “mal”ê “yana” tê gotin, ev jî ji peyva “wî–dana” perisiye. (9)

Belê peyva kurdî “kon” bi “k”–yek bêpif têye telafûz kirin. “Kon” û hemû peyvên ku bi dengek bêpif destpêdikin orjînalîteyên kurdî ne û nikanin wek nimûne ji tirkî derbasî kurdî bibin. Husênî Miho di hinek nivîsên xwe de îdia dike, ku peyvek tirkî ku di eslê xwe de bipife dikane wek bêpif derbasî kurdî bibe, lê ev dîtinek şaş û başnizanîna dengguhartin ya nava tirkî û kurdî de ye. Di tirkî de “k” ya bêpif nayê bi kar anîn û hemû peyvên, ku ji tirkî bi “k” ya bipif (sert) derbasî kurdî dibin wek “q–” têne telefûz kirin, wek nimûne peyva “karakol”,ku bi eslê xwe Moxolî ye û di ser tirkî de derbasî kurdî bûye dibe “qereqol”, peyva “kirmak” dibe “qirkirin”, peyva “korumak” dibe “qûrkirin” ûhd.

Denga “k” ya bêpif di kurdî de gelek caran di eslê xwe de ji guherîna denga “g” peyda dibe. Ji “gilor” bûye “kilor, ji “gundir” bûye “kundir”, ji “gil” bûye “kil”, ji “gurm” bûye “kurm” ûhd.

Di vê rêçê de peyva “wiyân” ku di zimanê Pehlewî de belî dibe, bi guherîna denga “w” heta “g”, ku di zimanên Îranî de ji zimanên antîk heta yên modern gelek caran têye dîtin ev peyva guheriye “giyân”.

Di kurdî de jî wek nimûneyên, ku me li jor dayî, denga “g” rabirtiye dengek “k” ya bêpif..

“wîdâna”<“wîdân”<“wiyân” < “giyân” < “kiyân” < “kiyon” < “kon” Paşe jî denga “â”, ku di gelek zimanên Îranî û di devoka Kurmancî ya Meletî de jî hêye û dengek di nava “a” û “o” de ye, şuna xwe tenê ji “o” re hîştiye û dengên “–iy–” jî wenda bûne. Dengguhartin li şilê “kon” jî nesekiniyaye, di devoka Kurmancî ya Meletî de jî bi “ç”–yek bêpif bûye “çun”, ji ber ku li Meletî denga “k” jî gelek caran diguhure “ç” wekê: Kor > Çur
Tirkî > Tirçî
Kon> Çun
Lawkê min > Lawçî min

Belê lêkolîna peyva “konmak, konak, kondu” ya Tirkan ne karê mine. Ku eleqeyek xwe bi peyva esil–kurdî yan esil–Îranî “kon” ve hêye, bila tirk bi xwe lêbikolin...
Bi vê nivîsê min jî xwest hindika xwe rindik tevlî bêjenasiya kurdî bikim. Ku Husênî Miho xwe wek pêxemberê peyvan îlan bike jî, netirsin û şaşitiyên wî bi wî bi naskirin ´din..
Bi hêviya etmînolojiyek zelal, di xêr û xweşiye de bimînin.

Çavkanî

(1) Ji bo xerîteya Hîva Adanî mêze bike: (https://de.wikipedia.org/wiki/Fruch…)
(2) Ji bo Şoreşa Nûlatî “Neolithic Revolution” bixwîne: (https://en.wikipedia.org/wiki/Neoli…)
(3) “Güneş Dil Teorisi”, Wikipedia (https://tr.wikipedia.org/wiki/Güne… )
(4) Kon dergisi ya Alparslan Türkeş (http://www.haberler.com/alparslan–t…)
(5) Dogu Anadolunun Türklüğü” (=Tirkîtiya Anatola Rojhilat), Prof. Dr. Mehmet Eröz (https://books.google.de/books?id=3z… )
(6) Wîkîferheng, peyva “kon” ê: ( https://ku.wiktionary.org/wiki/kon )
(7) A Concise Pahlavi Dictionary, D. N. MacKenzie (http://www.rabbinics.org/pahlavi/Ma… )
(8) Etymological Dictionary of Kurdish, Garnik Asatrian (https://issuu.com/derosnec/docs/gar… )
(9) Iranian Languages from Iran and Turan / Zur Lage der Gorani–Dialekte und ihrer Erforschung, Ludwig Paul (https://archive.org/stream/IranianL… )

* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 66an da hat belavkirin: 2016, 45-50.