Curukî, xezîneya keşfnekirî

Îhsan Türkmen

Osman Alabay, bi navên xwe yên nivîskarîyê Curukî yan jî Hewedî, rewşenbîr û wêjehezekî ku zû ji nav me barkirî bû. Wî di salên 40î da dest bi tomarkirina nivîskî a stranan, kilamên şînan, çîrok, mesele û metelokan kirîye. Di wan salên ku hê ku hereketa kurdî ya sîyasî bi rêk neketi bû, haya wî ji Kurdistanê û ji kurdbûna xwe hebûye û piştî salên 60î jî di nav hinek partî û sazîyan da doza fikir û ramanên kirîye. Osman Alabay bi hezaran berhem berhev kirine. Heta îro tenê çend berhemên wî di kovara Roja Welat, Özgürlük Yolu û Bîrnebûnê da hatine weşandin. Xebata wî ya li ser ferhengeka ku ji 40 hezar peyvan pêk te û nehatîye çap kirin, hêjayî behs kirinê ye. Wî di saxîya xwe da hewl daye hinek ji berhemên xwe bike kitêb û biweşîne, lê ji ber hinek sebeban wî nikarîye.

Yekemîn kitêba wî ya bi navê "Qamişê Qul" di sala 1999an ji bo çapê de hatîye hazir kirin, lê mixabin nehatîye çapkirin.

Kitêba “Destana Qamişê Qul, helbest û berhevokek ji çanda herêmê” erî çend mehan hate weşandin. Di kitêbê da Destana Qamişê Qul cîhekî teybet digire. Her çiqas biçûk–mezin herkesî navê vê serpêhatîya dilşewat bihîsti be jî, pirr kesan haya xwe ji mesela Mircê û Xinto tune. Herkesî ew newaya bilûrê yan jî zirneyê guhdarî kirîye, lê pir kes nizanin Mirca sêwî, keça Alîşan Beg û Xintoyê hesinkar kî ne. Dibe ku navên wan jî pir kez nizanin. Min jî nedizanî, yan jî ji bîr kiri bû, heta ku ew textên wî ketin destên min.

Osman Alabay, mesela Mircê û Xinto bi du awaya nivîsîye: Yek, mesela ku bi salan hatîye ji alîyê gel va vegotin, ya duduya, bi awayekî destanî ku mirov tama Mem û Zîna Ehmedî Xanî jê werdigre. Destan bi awayekî rêzên dîwanî ku ji du rêzikan pêk tê, hatîye nivîsandin. Destan ne tenê neçûyînaserî ya dilê du evîndaran e.

Curukî di wir da dîroka kurdistanê, bi taybetî jî ya eşîra Canbegan ya sedsalan ku ji Musil û çîyayê Şengalê bigre, bi war û war di ser Xarpêt û Meletê ra heya deşta Konyayê bi zimanêkî xweş neqş kirîye.

Osmanlîya rabû dest bira’k
Singê Kurdan xistî tîrek
Kurd kirîn bîst û heşt kerîya
Holhol û zêr ketîn berîya

Curukan pirr hesp û mehîn
Dijmin gotî, Kurdan durxin
Pez û naxir, hesp dest girtin
Zarûzêç Firat rabirtin

Şah û siltan, serok bûn hut
Xişil da ser, qûn derva rût
Camêr û jîr, sîngê ket tîr
Zana kuştin, teva bûn jîr

Rawat helî, tune welat
Pê ra Firat, pa ra tîr hat
Musul, Xarput, çîya Şengal
Canbeg hatin, çîya Mangal

Per golê xwe, axzêk Sakar
Ne dewirî diz û binar
Dûr Malatya, vir Hayman e
Rê da mirî ne hezar can e

Min ew destana –ku nêzikî 50 rûpelê kitêbê ye– kêmtir 10 cara xwend û her carî ta’meke zêdetir jê wergirt. Piştî her xwendinê ez pirtir têgihîştim û min zêdetir jê hez kir. Herwiha, helbestên wî yê din jî bi wî awayî ne; hinek kurdistan, hinek welatparêzî, dîrok û evînî.

Kitêb keti be destê we, bixwînin û hewl bidin çenda cara bixwînin. Neketibe destê we, hûnê bikaribin bi hêsayî yekê bi dest bixin. Gava we xwend, hûnê him ta’ma helbestên Cegerxîn û him jî yên Ehmedê Xanî bigrin.

Hezar car mixabin ku min ew kesa zûtir nasnekirîye û hezar carî jî kêfxweş im ku hê ji bo bi dehan kitêba tekstên wî li benda weşanê ne.

Çend rêzik ji beşên Mircê û Xinto:

Mirca qenc

Mirc pijîqî, bihar havîn
Pêsîr hêkîn, kelmisk û bîn
Heval hogir, delal û şeng
Bejnê dirêj, bazin pîl teng

Li avzemê vexwarî av
Biskê dirêj, belek in çav
Bejna delal, pozî pij e
Dilî evîn, serî mij e

Zimane xweş qise digot
Tev bişqorîya manga didot
Sûkê gerîn, berbî û bûk
Birîye qil, sor in nenûk

Keçik û bûk, tevhev gerîn
Dilê sivîk, hişk hil rîn
Mirc û Xinto, çav hatin hev
Helîn hundir, negerîn dev


Xinto

Xinto sêwî, li hindê kal
Ketîn rêzê, çûne bîst sal
Camêr sûkê dûkan vekir
Hesîn kuta, tevşo çêkir

Dibistanan kelem xwandî
Tiştî neçê, dil dawşandî
Pîl vekêşan, hişk avet gav
Şor axeftî, hingivî dev

Ketî dilê, xwastek xurî
Dîkê sibe xweş diqirî
Mîr dewletî, çîya girê
Çavê belek, neçûn bîrê

Xewn û xilmaş, hêvî dur e
Hundir bi jan, dil ket tîr e
Hatî payîz, rabirtî sal
Mirc û Xinto, nehewîn mal

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 47-49.