S. B. Xell
Li ser koçkirina kurdên Anatolîya Navîn hetanî niha pir fikir hatin gotin, gelek analîzên dîrokî, sosyolojîk hatin nivîsandin. Di vê dîroka nêzikî ya dused salî da jiyana civakî, aborî şûneka muhim digirê.
Çima şûnguhêrî kirin, çima ji Kurdistanê veqetîyan, bar kirin, çima mecbûrî koç kirin, debara xwe bi çi dikirin? Van pirsana tim heşên me meşxûl kirine. Niha nêzikî nîvî kurdên Anatolîya Navîn (KAN) li Ewropayê dijîn, kurikên wan rojekê van pirsan meraq bikin, ya jî niha dipirsine: “Dê û bavên me bi çi awayî hatin, wexta bar kirin Ewropayê hal û debara, karûbarê wan çing bû?”
Di jiyana KAN da çar tişt balkêş in. Şivanî, hêştirvanî (devecilik), cotkarî, hîn paşê jî kamyongerî (kamyonculuk). Ez niha dixwazim li ser van çar tiştan dawestim. Di dest min da tu belgeyên resmî, nivisandî, statîkî tunene. Ez dixwazim vê mijarê bi fikir, aşînîyat, dîtin û tecriba xwe tehlîl bikim.
Şivanî (1)
Rind tê zanîn ku kurdên hatinî Anatolîya Navîn koçer bûn. Ji Semsûrê, ji Gahteyê, ya jî ji alîyê din î Feratê bi kerîyên pêz va bi rê ketin, hatin li çol û banîyên navbera Konyayê û Heymaneyê cîh girtin. Va herema fereh û bêxudan ji çêre û gera kerîyê pêz re bi kêr û musayit bû. Hin eşîret, ya jî pir merî û malbat xudan kerîyê pêz bûn. Eşîretên mezin li çol û banîyan belav bûn ji heywanên xwe re mexel, fêz û hevşo girtin. Eşîretên hîn biçûk, ya jî yê ku ji eşîretên xwe veqetîyanî dihatin boyî şivanîyê li dor wan cîh digirtin. Wek Dr. Mikailî nivisandî, dewleta Alî Osmanîyê jî ji vê wezîyetê memnûn bû. Him ji şerê li nav kurdan, di navbera yörük û kurdan, ji îsyanan xelas dibû, him jî ji van eşîretan bac/vergi (Dr. Mikailî) distand. Baş tê zanîn ku van kurdan boyî xwedîkirin, çêrandin û pirkirina pêz gelek jêhatî û hoste bûn. Di demeka kurt de, di tîcareta pêz da jî xwe nimandin, bûn tedarîkdarên bazar û mezbaha Stenbolê. Kerîyên pêz dajotin Stenbolê û li wir difrotin. Wek tê gotin, xwedanê kerîyekî ji Încovê sewa kerîyê xwe yî berxan biha xwestîye negirtîye, ew keriya salekê li dora Stenbolê çêrandîyê qert kiriye, bi wê malbatê re dibêjin “Mala Qerto/Kartlar.” (2) Ji 1835an bi şunva jîyana şûnwarî/meskûn (mecburi iskan kanunu 1835) KAN bi alî zengînî û xwedîkirina pêz li vê heremê hetanî 1970–80an tim bi serdestî û li pêş e.
Hêştirvanî
Hêştirvanî boyî transportê wasayîteka girîng e, li dora 1930–40 hêdî hêdî ji holê radibe. Dîsa gund û eşîreten mezin, malbatên xwedîheyî xudan qenter in (qenterek 10 hêştirin). Ji qenteran karwan çêdikirin. Ekserî ji gola xwê, xwê, ya jî dexl/tahil neqila rojavayê Tirkîyê dikirin, li vegerê bi xwe re malê xwarînê (çîr, mûj, încîr, sabûn, helaw, mit) dianîn û difrotin. Xudan qenteran ji xwe re hêştirkêş radigirtin. Hêştirvanîyê kîngê, bi çi awayî dest pê kiriye em pir nizanin. Koçeran boyî barkirina xwe hêştir û ga helbet bi kar anîne, lê kîngê wek qezenc/karekî dest pê dike ne bellî ye. Taybetî Gola Xwê teşwîq û sebebek e. Dihat gotin ku çend eşîretên kurdan (muhtemel Xelikî) bi leşkerên Îbrahîm Paşa (3) re ji dora Heleb û Reqayê hatin cîhwara Konyayê û bi xwe re qenterên hêştiran anîn.
Cotkarî
Cotkarîya kurdan li vê çola fereh li dû mecbûrî îskanê, girtina şûnûwar li dora 1850 dest pê dike. Berê bi tîran û gayan erdê xam û bejî rakirine û rişandine, taqrîbên 1930/ 40 şunva bi hespan, bi pullux û makîneyan zevî çandine, çinîne dûra bi traktor, makîneyên xerman û kayê, bi alet û cîhazên modern cotkarîya xwe berdewam kirine. Ji ber îqlim û avûhewaya ziwa giranîya wan li ser rişandina zad bûye. Malbatên ku bax û baxçeyên xwe heyî, pir caran merîyen vî karî bikin ji der anîne. Cotkarîya kurdan li herema Konyayê û Anqarê tim li jor bû, boyî wê jî kurd li piyasa esnaf û bazarê da bi dil û xatir bûn.
Bi erdrakirinê, cotkarîyê bi xwe re axatîyeka nû jî peyda kir. Axayên berê li hemberî Dewleta Osmanî ji bacê, îdara eşîretê û agahdarîyê mesûl bûn, serok û berpirsîyarên eşîretê bûn, zilm zordestî nedikirin. Axayê nû, ekserî bi fersenda Şêrê Cihanê yê Yekem qelew bûn, pişta xwe dan îdara cumhuryîetê û sîyasetmedaran, nêzikî 60–70 salî hukim ajotin. Hukumeta Menderes sewa van axana li hêla CHP bûn reforma erdan/Toprak reformu (4), 1959 /60 qismen tatbîq kir, paşîya van anî. Van axana li Kurdistanê, li Turkîyê (ekserî linrojava, Ege) derketin holê, piranî li erdên Ermenî û Roman bûn xudan, bi piştgirtîya CHP qelew û xurt bûn li ser gelê xizan zilm û zordarî, derebegî kirin. Wek tê zanîn van axayên cumhurîyetê yên feodal li Kurdistanê xudan gund, li rojava Turkîyê, Çukurovayê li derên din xudan arazîyên mezin bûn; pale û xebatkarên xwe ji Kurdistanê, ji goçmenan, ji tirkên Anatolîyê têmîn dikirin. Va sîstema hîn jî ranebûyê.
Axatîya li gundên Anatolîya navîn demeka pir nedirêj ajotibe jî, bi keser, girî û êş tê qalkirin. Axayê gundan xelkê xizan, bêkes, kurdên sirgûn û revîyên 93ê, kurdên ji Şêrê Cîhanê Yekem revîyanî, yanî bi gotina hîngê mihacîr (5) bindest kirine bêyî heq û hûquq şuxulandine, li wan zilm û zordarî kirine. Ji 1960an hetanî 1970 di karûbarê cotkarîyê da ked û bereket, livîn û pêşvaçûyîn xuya dike. Lê bi serûbanîya Ewropa û kamyonvanîyê va pêşvaçûyîn berjêr dadikeve.
Kamyonvanî/Neqlîye/Şofertî Kurdan li meslek û zeneatên destan wek dirûnkarî, hesinkerî, merengozî, dartraşî, berberî pir hewes nedikirin. Li pêşî ew karana ji ermenîyan re, paşê ji tirkan re mîna ku li cî hîştîbûn. Belkî sîyaseta dewletê li vî alî bû, nedixwest ma kurd li merkezan (Konya, Cihanbeyli, Haymana, Kulu, y.d.) bi hev digîhên, bi yek bin. Pir hendik kurdên diçûnî bajêr bi bezirganîyê/tîcaretê re meşxûl dibûn, va esnafên biçûk bazar û pîyase li cem gundîyên xwe digirtin. Kurdan nedixwestin li bajaran jiyaneka belengaz û pêrîşan, xizan, bêyî kâr û xebat bijîn. Li van salan ji qeza û gundên tirkan koçeka mezin ber bî ekserî Stenbol û bajarên mezin dibe jî, kurdan ew tercîh nekiriye. Taybetî zikên xwe li gundên xwe têr dibû û debara xwe bi xwe dikirin, boyî vê jî sîyeseta asîmilasyonê di wan kar nekir. Lê li Konyayê jî gelê kurd nifûseke mezin digirt (mihacîrên 93 û 15ê, nifûsa Konyayê 200.000-250.000 kurdan tahmînî 20/ 30.000). Mihacîr hin berjêr, ji der dihatin hesibandin, belengazî, xizanî, qeraxa bajêr mayîn para wan bû. Taybetî van kurdan jî nedixwestin di debara xwe da bindest û pêrîşan bin, dixwestin li ser lingên xwe bin, boyî wê qîret dikirin ku li bazara genim, bazara sebze û mezbahê kar û xebatan bi dest xwe xin. (li 1965–66 navbera kurdan û bozkirlyîan şerên mezin derketin. Rojnameyan hingê wek Dağlı /Doğulu kavgası lanse kirin û nivîsandin.)
Dîmen birêçûn û pêşvaçûyîna KANê girêdayîya rewşa tevayî Turkîyê ye. Her ku li Turkîyê cotkarî, ajaldarî, zîreat berjêr, ya jî paşda çû serûbanîya koça Ewropayê, meraq û hewesa şoferîyê dest pê kir. Sermaya komprador çi awayî ekonomîya Turkîyê bin destê xwe xist, kir bin hukum û kontrola xwe. Ew mijareka tê zanîn û analîz û rexne bûye. Kurd jî bi ber vî bayî ketin. 1960 şunva Firma M.A.N. Mersedesê û çendikên din montajê xwe li Turkîyê vekirin û çekirin. KANê jî sermaya ji kerîyê pêz û cotkarîyê gihandî hev derbasî naqlîyê kirin, ji 1970ê şunva qezeyên wek Cihanbeyli, Kulu, Yunak bi piranîya kamyonan li Turkîyê nav dan, hetanî 1990î bi kamyon û tankeran (fuel-oîl) neqlîyata ji Îranê û Iraqê dest şoferên KANê da bûn, ya jî paran wan di vî kârî da gelek xuya dikir. 1990î şunva sermaye û heyîya ji gundan birinî û dakirinî naqlîyatê helîya, teva bû. Pir xwedîkamyon destvala çerx bûn gundên xwe, ya jî şofer û kamyongerên ciwan dev dane Ewropayê. Sebaba êrîşa duyêmîn û sêyemîn ya KANê ber bi Ewropayê yek jî va bû.
Min van dîtîn û tecrîbê xwe wek kurdekî ji alîyê Konyayê anî bîra xwe û xwest bi we re parva bikim, xasma neslên ciwan biçikî agahdar bikim.
Çavkanî
(1) ço + ban farîsî ço+ wan kurdî, ço : kalın değnek, şiv : ince değnek
(2) Malbata Kartan li Konyaye, heta li Turkîye te naskirin, hen dibejin ew kale me yî li Stenbole pez qert kirî H. Ahmet Kart bu, hen jî dibejin bave wî yanî bavkale me gîştikan bu.
(3) İbrahim paşa lawe Mehmet Ali paşaye Misire (walî, ya jî hîdîv ) bu, Mehmet Ali li dijî Osmanlîyan serî hilda, lawe xwe İbrahîm bi leşkereka /ordu mezin şand ser Stenbole, îngilîz u fransiz ketin navbere u mudahîl bun, İbrahîm paşa li nezikî Konyaye sekinandin. Dibejin hen kurd bi leşkere re, ya jî li pişt ve sefere hatin Anatolîye, min liser ve vegotin u kilam jî bihîstin, pir jî ne emîn im, min va texminî nivîsand.
(4) Qanuna Reforma erde/axe sala 1946 ji alî CHP va hat qabul kirin, hedef u armanca Chp arazîyen dor çemê Menderese bu, Partîya Demoqrat DP, li Anatolîya Navîn li dij axayen li alî Chp tatbîq kir.
(5) Muhacereta kurdan ya yêkemîn ji Serhedê (Van, Agirî, Erzurum) li dûw şerê nav Osmanîyan û Rusan bû, ya dudîyan jî li dûw şerê cîhanê yekemîn dîsa ji van bajaran dibe, bi hezeran kurdên cîhwarî /yerleşik tên merkeza Konyayê bajar û gundên doralîya Konyayê, kurdan jî van hemwelatîyên wek mihacîr bi nav dikirin. Balkêş e ku dewletê ew kurdên sirgûna Dersîm û serhildana Şex Saîd (mutagallibe) neanîn mintiqa kurdên Anatolîya Navîn. Belkî ew jî siyaseteka asîmîlasyon û înkarîyê bû. Mihacirên nas li Konyayê Riza oğulları, Ağrililar, Halicilar (Mehdi Halici /Cemşid Bender, Fevzi Halici (eski mebus) …. Mihaciran bi kurdên Anatolîyê re her têkîlîya xwe hebûn kurdîtîya xwe parastin, mixabin îroj piranîya wan asîmîlê bûne. Li ser asîmîlasyonê ferqîya van herdu koman/gruban civakî /sosyolojik çi ye ez dixazim caraka hîn cuda analîz bikim û binivîsîm.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 12-15.