Hejmara 175an: Nûbihar bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket

Hejmara 175an a kovara Nûbiharê derket. Di vê hejmarê de dosyayeke berfireh li ser “Kurdên Anatoliya Navîn” hatiye amadekirin. Di dosyeya vê hejmarê de gelek kesan bi nivîs û helbestên xwe cih girtine.

Edîtoriya dosyeyê nivîskarên kovara me Mehtab Îdelî û Adem Ozgur kirine.

Amadekarên dosyayê cih dane gelek mijaran û di mijarên curbecur de nivîs hatine weşandin. Di mijarên wekî dîrok, ziman, edebiyat, folklor, muzîk, eşîr, kesayet û hin mijarên de nivîs hene.

Her weha kesên di vê dosyeyê de nivîsîne, jibilî çend kesan, tev jî kurdên Anatoliya navîn in.

Naveroka hejmara 175an weha ye:

-Mehmet Bayrak/Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya di nav kêmneteweyan de (werger: Arya Bilikan).

-Şoreş Reşî/Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn.

-Ali Duran Topuz/Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê.

-Mehtab Îdelî/Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn.

-Mem Xelîkan/Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî li Anatoliya Navîn (werger: Bamed Serdar).

-Kadîr Çelîk/Koçberî.

-Mûrad Ciwan/Daweta “Efsaneyî’’ ya Şehzade Bayezîdê Osmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî.

-Mustafa Kizilkaya/Ga Westiyan.

-Memê Mala Hine/Mîrata jibîrkirî ya şoreşgerekî wenda: Dr. Şivanê Kurdên Anatolyayê.

-Melik Özkan/Reşwan.

-Rohat Alakom/Di çapemeniya Tirkî de Serpêhatiya Hesenê Kurd.

-Mem Xelikan/Serenad.

-Muzaffer Özgür/Mem Xelikan: Bijîşk û Helbestvanê Dilan.

-Rojvan Enes/Ji malê dûr…

-Nuh Ateş/Bi dizikî: Hezkirin û Dilketin.

-Dîlan Şewqî/Ji Rojava ta Anatoliya Navîn.

-Yusuf Yeşilöz/Nuh Ateş: Sîmyagerê Çanda Kurdî.

-Çavuş Yapici (berhevkar)/Stran: Heciyê Buxircî, Gotin: Gelerî.

-Îmed Îdelî (berhevkar)/Stran Kinê Gotin: Gelerî.

-Alî Çîftçî: Bîranîn Xebateke Hebûnê ye! (hevpeyvîn: Adem Özgür).

-Fikret Yildiz/Eşîra Mikaîlî li Anatoliya Navîn.

-Mehtab Îdelî/Çend Gotinên Devokî yên Kurdên Anatoliya Navîn.

-Aşiq Şêxo/Hoyder Gozelê.

-Dr. Haci Çevîk/Ji Bêdengiyê ber bi siyasalbûnê ve: Kurdên Anatoliya Navîn û Dînamîka Dîasporayê (wergera: Brahîm Sorî)

-Kadîr Çelîk/Edebiyata Kurdên Anatoliya Navîn

-Xizan Şîlan/Êşên Bêreng.

-Xamgelî Bane/Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîne Heymenê?

-Osman Alabay (berhevkar)/Destana Qamişê Qul.

-Azad Celikanî/Pirtûkeke akademîk a girîng li ser Kurdên Anatoliya Navîn