Ecevit Yıldırım
Li gor încîla Barnabasê, rokê komeke qelebalix ya Yahûdîyan, bi porê jineke gunehkar digrin, wê bi xwe re dikşînin û tînin cem Hz. Îsa. Ew ji Hz. Îsa daxwaz dikin ku fermana recm û kevirkirina jina gunehkar li gor şerîeta Hz. Musa bide. Hz Îsa xwar ve tê û li erdê daîreyekê xêz dike. Daîreya ku Hz. Îsa li erdê xêz kirî bi qudreta Xuda dibe nêynik. Gava koma qelebalix ya Yahûdîyan li nêynikê dinêrin, tê de hemû gunehên ku heta wê rojê kirine, dibînin. Hz. Îsa ji erdê radibe û ji qelebalixê re dibê: „Jinikê berdin! Kî di nava we de bêguneh be, bila kevirê yekem ew bavêje.“ Gava Hz. Îsa berê xwe ber bi koma qelebalix ya Yahûdîyan dike, dibîne ku xêr ji jinikê kes nemaye û koma qelebalixa Yahûdîyan gî ji wir reviyaye.
Di eslê xwe de, çîrokeke ku di şexsê Hz. Îsa de bi rastî hatiye jiyînê, yan ji efsaneyeke hîn kevintir ku li gor karekterê Hz. Îsa hatiye çêkirin, nayê zanîn. Lê belê di her halî de ev çîrok, ji bo analîzkirina helwest û tevgerên merîyan minakeke girîng pêk tîne.
Hişmendîya Dîndar bi nêzikbûneke sivik, çîrokê ji hêlekê ve li ser pêxemberbûna Hz. Îsa û girêdayîyên wî, bi fezîleta wî û ji hêla din ve jî li ser piçûkxistina koma Yahûdîyan dinirxîne. Halbûki gava çîrok bi aqilekî rasyonel û li gora şertên wê demê bê nirxandin, divê bê qebûlkirin ku koma Yahûdîyan li gor bîr û bawerîya xwe tevgeriyane.
Ya ku di çirokê de ezberê xera dike, helwesta Hz. Îsa ye. Wek kesekî ku di hundirê nasname, bawerî û edetên Yahûdîbûnê de jidayikbûyî, ew bi aqil tevdigere û humanizmê derdixe pêş. Girêdayî wê yekê ji bîr, bawerî û edetên Yahûdibûnê yên derveyî mirovatîyê red dikin.
Di vir de pirsa ku bê kirin ev e: Gelo ya ku Hz. Îsa ji însanên din vediqetîne û sedema ku ew helwesteke humanîst nîşan dide, çi ye?
Nirxandina Hişmendîya Dîndar ya ku Hz. Îsa ji ber pêxemberbûna wî xwedî fezîlet qebûl dike, ne pêkan e ku rast be. Ji ber ku, gava çavkanîyên olî referans bên girtin jî, diyar e ku pêxember jî wek însan (hevwate: beşer: însan) tên qebûlkirin û ew jî mîna însanan dikarin şaşîyan bikin.
Gava di cenetê de Şeytan Hz. Hewayê û Hz. Adem dixapîne û ji dara ku ji hêla Xuda ve hatibû qedexekirin sêvê dixwin, mijar bê ku niqaş li ser bê kirin, zelal dibe. Ji xwe gava helwesta humanîst ya Hz. Îsa bi pêxemberbûna wî ve bê girêdan, ji ber ku ne pêkan e hemû însan bibin pêxember, lêgerîna bersiva vê pirsê li cihekî din, divê ji xweberê bê famkirin.
Di vê niqteyê de, gava mijar li ser trîplisîteya felsefîk ya felsefevan Ducane Cundioxlu ku dibê; “Ez wek însanekî ji dayîk bûm, paşê bûm Tirk, paşê bûm Misilman û niha jî hewl didim ku dîsa bibim însan.” ya bi navê Nasname - Kesayetî - Xwebûn bê xwendin, mijar ê bi giranî zelal bibe.
Nasname:
Taybetmendîyên ku însan bi jidayîkbûnê û derveyî îradeya xwe werdigre, nasnameyên wî pêk tînin. Însan ne dê û bavê xwe, ne malbata xwe, ne zayenda xwe, ne gundê xwe û ne jî etnîsîteya xwe dikare hilbijêre. Ev nasnameyên ku însan derveyî îradeya xwe wergirtine, ne pêkan e ku bêne guhertin. Ev nasname ne cihê meziyetê ne. Lê ji bo herkesî çavkanîya heysiyet û şerefê ne. Bi înkarkirina wan merî ji şeref û heysiyeta xwe dibe.
Kesayetî:
Taybetmendîyên kodên genetîk ku însan bi jidayikbûnê û taybetmendîyên ku bi jidayikbûna di hundirê malbatekê de û ji derdora kulturî yên wek bawerî, edet, karakter, xuy û hîskirinê werdigre, kesayetîya insên pêk tînin. Bihurîna ji nasnameyê ber bi kesayetîyê, di her însanî de di nav pêvajoyeke xwezayî de ji xweber pêk tê. Kesayetî di hundirê xwe de nasnameyê jî dihewîne.
Xwebûn:
Xwebûn cewhera ku di hundirê mirov de ye û asta mirovatîyê pêk tîne. Ji bo ku mirov bikaribe helwesteke exlaqî nîşan bide, divê ew xwe bigihîne asta mirovatîyê, ya ku di hundirê wî de ye. Ji bo ku mirov xwe bigihîne asta mirovatîyê ya ku Cundioxlu wek Xwebûn bi nav dike, divê mirov aqilê xwe bi kar bîne û bi nasname û kesayetîya xwe re hevrû bibe.
Ku em vegerin ser mijara Hz. Îsa û jina gunehkar: Hz. Îsa ew helwesta humanîst ne ji ber ku ew pêxember, kurê Xudê, yan jî ruhê pîroz e, nîşan da. Bilekîs, ji ber ku Hz. Îsa aqilê xwe bi kar anî, cesareta hevrûbûna bi nasname û kesayetîya ku tê de ji dayik bûye nîşan da, loma wî karî helwesteke humanîst nîşan bide. Eger Hz. Îsa li gor qeîdeyên bawerîya Yahûdîtîyê tevbigeriya, divê bi tevî koma qelebalix ya Yahûdîyan jina gunehkar kevir bikira.
Helwesta koma qelebalix ya Yahûdîyan
Berî hertiştî divê bê diyarkirin ku Hişmendîya Dîndar ne hişmendîyek e ku li dû tiştan bipirse. Ew hişmendîyek e ku xwe dispêre bawerkirin û îtaetkirinê. Ji bo Hişmendîya Dîndar re ya bingehîn ev e ku bawerîya xwe bi Xudê bîne û bibe qûlekî îtaetkar. Ji xwe peyvên rab û qûl, yên ku him di Quranê de û him ji di Tewratê de derbas dibin, di kurdî de tên maneya efendî û kole. Hişmendîya Dîndar ku xwe wek qûl, yanî kole û Xudê ji wek rab yanî efendî qebûl dike, di hundirê xwe de taybetmendîyeke hiyerarşîk jî dihewîne. Gava xwe li emrên Xudê negirt, wer bawer dike ku ew ê ji hêla Xudê ve bi şiklekî herî giran di cehnemê de bê cezakirin.
Ji ber taybetmendîya xwe ya hiyerarşîk, vê yekê wek tiştekî xwezayî qebûl dike. Loma gava ew ji kesên berjêrî xwe dibine û kesên li gor bawerîya xwe derveyi rêzê dibine, cezakirina wan kesan jî wek tişteki xwezayî qebûl dike.
Di vê çîrokê de, ji ber kesê ku bê cezakirin jin e, rewş bêhtir girantir dibe. Lewra ji hêla Hişmendîya Dîndar ve, jin ti car wekhev nehatiye qebûlkirin.
Her wiha, ji ber ku li gor bawerîya Hişmendîya Dîndar Hz. Hewa ji parsûya Hz. Adem hatiye afirandin, ew jinê wek parçeyek ji bedena mêr, yan jî wek metayek ku mêr lê bibe xwedî qebûl dike.
Ger Tewrat wek referans bê qebûlkirin
Hişmendîya Dîndar fatûraya ku Hz. Adem û Hz. Hewa ji cenetê têne qewitandin jî, di şexsê Hz. Hewayê de li jinê dibire. Ji ber ku gava Şeytan di cenetê de Hz. Hewayê dixapîne, Hz. Adem jî bi gotina Hz. Hewayê dike û ji dara ku ji hêla Xudê ve hatibû qedexekirin sêvê dixwe, Hz. Hewayê wek berpirsiyar û sûcdarê esas yê wê yekê qebûl dike. Xala esas ya vê çîrokê ew daîre ye, ya ku Hz. Îsa xêz kiribû û veguherîbû nêynikê.
Yahûdîyên ku di wê nêynikê de mecbûr mabûn bi guneh û realîteya xwe ve hevrû bin, ew mecbûr kirin ku tercîhekê bikin. Yahûdîyên dîndar dikarîbûn wêrek tevbigerin û helwesteke layiqî heysiyeta mirovatîyê nîşan bidin. Lê belê Yahûdîyên dindar tercîha xwe ji hêla revîna ji cihê bûyerê kirin.
Ji xwe helwesteke cûda ji ne pêkan bû, ku meriv ji Yahûdîyên dîndar hêvî bike. Herwiha divê bê ziman, gava emrên xudayê ku Hişmendîya Dîndar pê bawer dike bi cîh nehatin, şewitandina di nav agirê cehnemê de ji Hişmendîya Dîndar re dibe cîhê xeterê. Loma Hişmendîya Dîndar hişmendîyeke tirsonek e.
Prensîp û sinorên aqilê wî, ne wî bi xwe, ji hêla bawerîya ku ew tê de ji dayîk bûye û ji hêla Xudayê ew pê bawer dike, hatine diyarkirin. Her çiqas di Quranê de qala hizirkirinê bê kirin jî, qesta ji wê yekê hizirkirineke bi sinor e. Hizirkirineke ku çarçoveya wê ji hêla Quranê ve hatiye diyarkirin û erêkirina teza ku Quran diparêze, tê qestkirin. Bi gotineke din, hizirkirin, hizirkirina ku di Quranê de tê qalkirin, ne hizirkirineke azad e ku bikaribe bê sînor bifikire û tezên nû û zanistî derxe holê.
Di eslê xwe de, bi taybetî jî dînên semawî ji hizirkirinê hez nakin. Li gor wan, kesê ku cara siftê hizir kirî û di encama wê de jî li hember Xudê serî hildaye, şeytan e. Mirov dikare bi dilekî rihet bêje, Şeytan di encama hizirkirinê de bû sembola xerabîyê.
Ji ber ku Şeytan derbasî pêşîya Xudê bû û pê re gotibû: „Te Adem ji xwelîyê û ez jî ji agir afirandim. Loma jî ez di ser Adem re me. Madem ez di ser Adem re me, çima ez li ber wî secde bikim?“ Di eslê xwe de bi pirskirina vê pirsê, Şeytan ji sînorê hizirkirinê derbas bû û bû sembola xerabîyê. Bi gotineke din, ji ber ku Şeytên cesareta pirskirin û hizirkirinê kiribû hatibû lanetkirin, ji cenetê hatibû qewitandin.
Bi gotineke din cesareta hizirandineke bingehîn û azad ji bo Hişmendîya Dîndar ne pêkan e. Ji ber ku wê demê ew tê wateya ku Hişmendîya Dîndar û Şeytan li ser heman niqteyê digihîjin hev. Di vê çîroka li jor de, ya ku Hz. Adem û Hz. Hewa ji cenetê hatine qewitandin, Hişmendîya Dîndar wer bawer dike ku Hz. Adem û Hz. Hewa ji hêla Şeytên ve hatine xapandin.
Lê belê Hişmendîya Dîndar ne dikare şik bibe û ne jî dikare cesaret bike û bipirse, berî ku Şeytan Hz. Adem û Hz. Hewa di cenetê de bixapîne, Şeytan ji hêla Xudê ve hatibû lanetkirin û ji cenetê hatibû qewitandin. Şeytanê ku ji hêla Xudê ve ji cenetê hatibû qewitandin, bi çi şiklî û çing vegeriya cenetê?
Herwiha Hz. Adem û Hz. Hewa sûcdar bin jî, pirsa cezayê wan çima li bi mîlyaran însanên ku eleqeya xwe bi sûcê wan tuneye tê birîn jî, nikare cesaret bike bipirse. Loma, ji ber ku feraseta Hişmendîya Dîndar ya li ser heq û edeletê jî kufikî ye, ne mimkin e ku ew bibe xwedî nirxên exlaqî jî.
Ya ku dihêle Hişmendîya Dîndar bi realîteya xwe ve hevrû bibe û cesaret bike bifikire, bi radeya wî ya perwerdeyê jî tuneye.
Hişmendîyeke ku bawerîya xwe bi gotina “Ji hîkmeta Xudê sual nabe” bîne, radeya perwerdeya wî çi dibe bila bibe, ne pêkan e ku bibe xwedî melekeya hizirkirineke analitik. Her çiqas radeya perwerdeya wî bilind be jî, berhema zanîna wî xwe dispêre encama aqilekî ezber.
Loma, dema di têkilîyên nava însanan de bi problemên herî piçûk re rûbirû dimîne, her çiqas xwedî perwerdeyeke bilind be jî, ji ber ku ji hizirkirin û hevrûbûna bi rastî û realiteya xwe ditirse, bi helwesta xwe mecbûr dimîne veguhere cuceyekî!
Ji ber ku zorkirin û îhlalkirina sinorên ku ji hêla bawerîyê ve hatine diyarkirin, ji Hişmendîya Dîndar re dibin sedema travmayê, manîdar e ku ew ji hizirkirineke azad û analitîk bireve. Dema ji vê perspektîfê li helwesta koma Yahûdîyên ku piştî li nêynikê nêrîbûn û ji cîhê bûyerê reviyabûn bê nêrîn, divê bê qebûlkirin ku koma Yahûdîyan li gor xwezaya Hişmendîya Dîndar tevgeriyane.
Ku bê komkirin:
Di vê nivîsê de, têgeha Hişmendîya Dîndar ne bi maneya qestkirina dîndarên oI yan jî bawerîyekî hat bikaranîn. Hişmendîya Dîndar, divê wek şikleke nirxandin, famkirin û çalakîyeke bi serê xwe û taybet bê ditin. Berî hertiştî divê bê gotin ku Hişmendîya Dîndar hişmendîyeke hîyerarşîk e ku îtaetê li nirxên bawerîya xwe dike. Melekeya pirskirina nirxên ku wek pîroz tên qebûlkirin pê re tuneye. Wekî di mînaka Hz. Îsa de jî derkete holê, gava mecbûr ma li nêynikê binêre û bi realiteya xwe re hevrû bibe, ji bilî ku ji realiteya xwe bireve, ti alternatîfeke wî tuneye.
Divê li hêla din, îdeolojîyên wek sosyalîzm, komunîzm û faşîzm jî wek bawerî bên dîtin. Bawermendên van îdeolojîyan jî dîndarên van îdeolojîyan pêk tînin. Çing ku ol însanên derveyî xwe wek gawir û kafîr dibînin, îdeolojîyên ku navê wan hat hildan jî, kesên ku ne bi wan re û bawerîya xwe bi prensîbên wan neynin, wek xaîn û ajan dibînin. Niqteya hevbeş ya van bawerî û îdeolojîyan ev e, nirxên xwe ji mirovê takekes bilindtir digirin.
Vê rastîyê meri dikane ji biwêja ku dîndar pê qaşo humanizma xwe tînin ziman ji bîne der: “Em ji yê ku hatiye afirandin, ji ber aferiner hez dikin!” Di vê biwêjê de yê ku esas tê hezkirin, ne yê ku hatiye afirandin, yanî însan e. Yê ku esas tê hezkirin aferiner, yanî Xudê ye. Yanî siftê Xudê û paşê însan e.
Loma kîjan bawerî û îdeolojî dibin bila bibin, heta ku heysiyet û şerefa mirov wek takekes pîroz qebûl nekin û rêzê li ber negirin, ne pêkan e ku dîndar û bawermendên wan bawerî û îdeolojîyan rêzê li ber heysiyeta mirovan bigirin û qimetê bidin wan. Di vê niqteyê de, wekî ku Psikiyatrist Dr. Agah Aydın jî anîbû ziman, divê careke din bê gotin: „Ji roja jidayikbûnê heta roja mirinê, her daxwaza mirov ji bo hezkirin û rêzgirtinê ye.”
Ji bo ku mirov li ser vî esasî bikaribe qimet, rûmet û rêzgirtineke layiqî heysiyeta mirovan nîşan bide, divê xwedî cesaret be, derbasî pêşîya nêynikê bibe, bi nasname û kesayetîya xwe re hevrû bibe.
Kesê ku cesareta wî ya hevrûbûna bi nasname û kesayetîya xwe nebe, dikare bibe kurd, tirk, misilman, yahûdî, komunîst, faşîst, akademîsyên û profesor, lê belê, bi hîç û hîç, bi ti awayî û ti demê ne pêkan e ku bibe însanekî xwedî îrfan û exlaq.
* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 48-54.