Odeyên gundan

Hızır Akbîna

Demên berê li gundan ode hebûn. Ew odeyana jî, ya gundîyan bi hevûdu re çêdikirin yan jî yekî dewlemend: axayê gund, mezinekî eşîrê odeya xwe vedikir û gundî li ba wî dicivîn. Şevên zivistanê yên dirêj li vir derbas dikirin.

Ew odeyana mektebên gundîyan bûn. Li wir, dîrok û edetên eşîran, dayîn û standina kesan, jiyana rojane, pirsên mal û malbatan, agahdarî ji bo heywan, zîreet, bax û baxçe, çol û banîyan li vir dievîsin. Mezin û çûkbûyîn li meydana odeya dihat hevisîn. Şorên xweş, şorên bi qîmet li vir dibîstin. Carcaran kesên xwendina xwe hêyî ji cimaatê re ji pirtûkan jiyana pêxemberan, qehremanîya Hz. Alî ya li şer, evîndarîya Mem û Zînê, Ferhat û Şêrîn, Kerem û Asli dixwend û cimaat pê digirîya. Carcaran ji welatê jêr dengbêjek dihat li odeya gund dibû mêvan. Cimaatê heta azana sibehê guh dida ser kilamên dengbêj.

Ji hevdu mamik (bîlmece) pirs dikirin carcaran.

- Sinîya qilê kirî, paş heft çiya de hêlkirî.

- Hilintir milintir, law ji bavê bilintir.

Ji hev malên li gund dipirsîn, kesekî digot: Maleka min tê, tê ji quncî alî ferêt/felat de sê mêr û çar jin hene, bizanin mala kê ye? Bersiva vê pirsê heta dihat zanîn berdewam dikir. Armanc di vir de ew bû ku kesên li gund hatin dunê an jî hene bizanine. Nifûsa malbatê û gund derdiket holê. Kurikên nû hatine dunê re jî xebera wan dibû

Ji cimaatê kesekî hesaw pirs dikirin. Ji bo gotinên xwe şîrîn bike, dest bi çarînan dikir, wek mînak digot:

Cotik hespî sor û kumêt
Li ba xûdanê xwe yî bi qîmet
Wanîn ba nalbend nal kin
Pê zevî û zîyanên xwe rakin
Nalbend got ez nal nakim
Wunê siftê hesabî min bikin
Bêje hesabê te çi ye
Hespê me yî birçî ye.

Wê cimaatê bê pênûs, bê defter ew hesaw di mejîyên xwe de hesap dikirin.Yên bersiva xwe hazir kirin ji kesê pirskirî re di guhê wî da dipistikan. Yên hesaw rast didan, cimaatê ew xelat dikirin. Digotin:

Xelata me ya hîro: Şêkî serîya, kêreka berîya.

Bavê min rehmetî digot: Tahmek me ji odeya gund heynayî em î hîro ji teknolojîyê heynaninî. Ew odeyana rabûn û rûniştin bi me hevisand.

Li dawîyê pirsa min ji we xwendevan re (Ev pirs jî yek ji pirsên odeyan bû):

Ew panzdeh-Ew panzdeh Du bîstik du şanzdeh Caran cot hespê min hene Nal û mîxê wan çi dikin? Kesên daxwaz dikin, li ser maîla jêr ma bersiva xwe bişînin. Ez ê lê mêze kim. Du xwendevanên ku bersiva xwe zû bidin, ew ê ji min wek xelat pirtûkekê bigirine. Ez ê li dawîyê bi wan re têkevim têkilîyê.

Xelat: 1. Sîyarên Deşta Anatolîyê Muzaffer Özgür (Roman)

Xelat: 2. Pejnên laşê mirî Xizan Şîlan (Helbest)

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 72yan da hat belavkirin: 2021, 71.