Nivîskarê me Dr. Fikret Yildiz di danasînê de axivî

Nivîskarê kovara Bîrnebûnê Fikret Yildiz (Dr. Mikaîlî), li Enqereyê (Teşûp Kitabevi) roja danasîn û îmzeyê lidarxist.

Nivîskarê me di roja danasînê de derbarê tarîxa kurdên Anatolîyê, arşîvên Osmanîyan û Bîrnebûnê de axivî. Her wiha li ser dîroka eşîra Mikaîla û gundê Mikaîla sekinî.

Navê pirtûka wî “Ankara’da Bir Kürt Köyü: Mikaila” (Li Enqereyê Gundekê Kurdan: Mikaîla) ye.

Gelek kes beşdarî danasînê bûn û bala xwe dane axavtina Dr. Mikaîlî. Her wiha pirtûk jî dane îmzekirin.

Ev pirtûk ji aliyê weşanxaneya APEC û weşanxaneya Seksekê hatibû çapkirin.

Di vê pirtûka ku li ser belgeyên arşîva Osmanî hatiye amadekirin de, pêvajoya dîrokî ya kurdên Anatolîya Navîn bi rêya gundekî hatiye lêkolînkirin.

Beşek girîng a pirtûkê li ser pêvajoya koçberîya kurdên Anatolîya Navîn bo herêmê dadistê û çîroka jiyana rojane ya gundê Mikaila ya Polatliyê, ji aliyekê din ve pêşkêşî xwendevanan dike.

Di pirtûkê de wêneyên berê û îro yên gundê Mikaila û arşîvên Osmaniyan jî hene.

Dr. Fîkret Yildiz da zanîn ku ji roja ku li ser kurdan xwendiye û di kovara Bîrnebûnê de nivîsiye, fikra wî ya nivîsandina pirtûkekê li ser dîroka gundê Mikaila hebû û got ku ji ber nebûna çavkanî û agahiyan xebatên xwe bi salan paşxistiye.

Li gor Yildiz, destpêka koçberîyê di 1691ê da ji Reqqeyê de destpê dike.